Zanîngeha Rojava derfeta pêşxistina jinan e

Xwendekarên jin ên ku beşa ragihandinê ya Zanîngeha Rojava dixwînin destnîşan kirin ku şoreşa Rojava derfeteke wisa ji wan re çêkir ku bingeh û hûrguliyên medyayê hîn bibin. Teqez kirin ku ji bo rastiyê ji cîhanê re ragihînin dê her dem bixebitin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Xwendekarên jin ên ku beşê ragihandinê li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwînin, der barê pergala hînbûna xwe, rola ragihandinê di nava civakê de û armancên xwe yên ji bo pêşerojê axivîn.

‘Derfetên pêşxistina jinan di beşa ragihandinê de’

Sîmav Xalid a ji Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwendekara sala yekem a beşa Ragihandinê ye behsa hezkirina xwe ya mezin ji vê beşê re dike û derfeta şoreşa Rojava ya ku ji jinan re afirand got: “Ez bi hezkirin derbasî beşa ragihandinê bûm, ji zarokatiya xwe ve min dixwest ez vê beşê bixwînim û ji bo civaka xwe xizmeteke baş bikim. Rola rojnamevanan ew e ku rastiyê bigihîjînin civaka xwe ji bo ku ji her tiştên derdora wan diqewime, agahdar bin. 12 sal in em di nava şoreşê de dijîn û me bi hezaran şehîd dane di ber Şoreşa Rojava de. Eger ne ji ragihandinê bûya dê cîhanê vê şoreşê nebihîsta û nizanibûya çi diqewime. Vê şoreşê rê li pêşiya me vekir ku em wekî jin xewn û xeyalên xwe pêk bînin bi taybetî di warê ragihandinê de ku bi hizrên jinan rastî bi pêş bikeve. Ji bo ku ez rastiyê bigihîjînim hemû cîhanê; ez ê bi nivîs, kamera û xebatên xwe yên pêşerojê têbikoşim. Bêguman ji bo piştgiriya jinan jî ez ê her dem di nava xebatan de bim ji bo ku her kes berxwedanî û keda wan bibîne.”

‘Hînbûna bingehên medyayê’

Solyaz Mûsa, 19 salî ye, ji navçeya Çil Axa ya kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Solyaz Mûsa sala yekem li Zanîngeha Rojava, beşa ragihandinê dixwîne û der barê hilbijartin beşa ragihandinê de got: “Min xwest beşa medyayê bixwînim da ku rastiyê nîşanî civaka xwe bidim. Xwendina bi zimanê Kurdî û li zanîngehên Kurdî ji bo me her dem xewnek bû, nemaze piştî biçûkxistina gelê Kurd, çand û zimanê Kurdan. Belê niha em vê yekê wek derfet dibînin, xeyalên xwe bi wê pêk tînin û zimanê xwe yê dayikê bi pêş dixin. Pêwîst e rojnamevanek bibe kesek xwedî îrade û exlaq. Pergala perwerdeyê pir hêsan û xweş e. Beşên pratîk û teorîk hev temam dikin. Her beş ji bilî nûçe, edîtorî û dîroka medyayê jî di warê hînkirina bingehên medyayê de pispor e tevî beşa teknîkî jî. Ez dibînim ku karê jinan di medyayê de tiştekî taybet e, nemaze ji ber ku bi hezaran sal in ji aliyê civakê ve hatine paşguhkirin. Jin di warê ragihandinê de jî di aliyê leşkerî de jî dikarin helwesta xwe nîşan bidin. Her kesê/a ku li ser medyayê dixwîne yan di medyayê de kar dike divê di warê medyayê de xwedî bingehek çandî û agahiyan û tiştên ku di warê siyasî û leşkerî de diqewimin be. Ez hêvî dikim ku her kes ji bo bibe xwedî armancan xwe bi pêş bixe.”

‘Dixwazim bibim nûçegihanek serkeftî’

Ceylan Cuma jî diyar kir ku temenê wê 25 salî ye ji kantona Efrînê ya dagirkirî ye, sala sêyem e li zanîngeha Rojava beşa ragihandinê dixwîne û wiha got: “Ez rastî gelek zehmetiyan hatim lê vê yekê bi min re hêzek mezin ava kir. Ez ji kar û xebatên ragihandinê hez dikim, ji lewre min bi motîvazyoneke mezin dest bi xwendina xwe kir. Xewna min a sereke ew e ku piştî xwendina min li zanîngehê bi dawî bibe, bibim rojnamevanek serkeftî.”

Taybetmendiyên rojnamevaniya serkeftî

Ceylan Cuma di berdewamiya axaftina xwe de, taybetmendiyên rojnamevaniya serkeftî wiha rêz kir: “Nûçegihan divê di warê şer, êrîşên li herêmê, şer û karesatên di hundir de rû didin, xwedî tecrubeyên cur be cur be. Li ser herêmên me, di demên dawî de, bi taybetî jî piştî şoreşê êrîşên cur bi cur tên kirin. Jin dikaribûn di hemû qadên civakê de cihê xwe îsbat bikin. Niha li zanîngeha Rojava hejmara keçan ji ya mêran zêdetir e û ev jî ji bo jinan gaveke mezin e û em ji bo dengê xwe bi riya ragihandinê bigihîjînin hemû cîhanê.”

‘Ji ber ku dijmin naxweza rastî eşkere bibin medyayê dike hedef’

Ceylan Cuma destnîşan kir ku dijmin naxwaze rastî ji cîhanê re eşkere bibe û wiha gotinên xwe bi dawî dike: “Medya her dem bûye armanca dijmin, nemaze di dema şer de, ji ber ku medya her dem rastiyan radixe ber çavan, ji bo hemû cîhanê lewre karê me ji bo paşeroj û pêşeroja me girîng e. Ez herî dawî dibêjim ku piştî xwendina min bi dawî bibe, dixwazim bibim nûçegihana şer û xeyalên hevalên xwe yên di êrîşên dagirkeriya tirk ên li ser Efrînê de şehîd bûne, pêk bînim.”