Ji ber şeran Bedewiyên li Sûriyeyê derbasî jiyana xwecih dibin
Ji ber şer û pevçûnên berdewam, bedewiyên Sûrî neçar in ku derbasî jiyana xwecihbibin. Tarfa El-Muharib a nişteciheke gundewarê Reqayê ye, ji ajansa me re li ser gelê xwe û guhertinên ku ew dijîn axivî.

SÎLVA EL-IBRAHÎM
Reqa – Bedewî beşek girîng ji tevna civakî û pêkhateya demografîk a Sûriyeyê pêk tînin. Ew xwedî dîrokeke dirêj a koçerî û jiyana çolê ne. Li seranserê rojhilat, başûr û navîna welêt belav bûne.
Koçerî ji bo gelek eşîrên Ereb şêwazek jiyanê ye ku li çolê ji cihekî diçin cihekî din. Malbat di konan de dijîn û ji bo debara xwe, bi xwedîkirina pez û deveyan ve girêdayî ne. Ew bi sînorên erdnîgarî ve nayên sînordarkirin. Li her cihê ku av û çêre ji bo ajalên wan peyda dibe, ew bi karwanên komî derdikevin û ber bi wî cihî ve diçin. Cihê rûniştinê yê wan ne diyar e. Ew bi comerdî, wêrekî, mêvanperwerî, parastina qenciyan, xwerêzgirtin û girêdana bi kevneşopî û adetên eşîrî tên nasîn.
Deq yek ji taybetmendiyên bedewiya wan e
Tarfa El-Muharib a 70 salî, deqên li ser aniya wê û di bin lêvên wê de wek nîşanek bedewiyê di nav jinên bedewî de têne hesibandin. Heta di demên berê de jî, jinên ku li ser rûyên wan deq tunebûn rastî tinazan dihatin, lê ev çand êdî tuneye. Niha tenê jinên temen mezin vê çandê li ser rûyên xwe hildigirin.
Tarfa El-Muharib behsa bedewî û reseniya xwe ya ciwaniyê dike. Ew ji eşîra bedewiyên El-Hedîdîn e û ji bajarê Hemayê ye. Lê ji ber xwezaya koçberiya wê, niha li bajarokê El-Hezîme yê kantona Reqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Ew jiyana xwe di konê xwe de didomîne. Ev kon bi rengên geş û qumaşên bêhempa xemilandî ye ku wê bi destên xwe û destên keç û bûkên xwe dirûtine.
Zarokatî û ciwaniya xwe bi koçeriyê derbas kir
Tarfa El-Muharib ku qala rêwîtiya xwe ya koçeriyê kir, wiha got: “Ez di hawîrdoreke bedewiyan de ji dayîk bûm û mezin bûm. Bavê min bedewiyek koçer bû, ez bi pismamê xwe re zewicîm ku jiyana wî nedişibiya ya me. Ez di ciwaniya xwe de pir xweşik bûm, min cilên me yên kevneşopî li xwe dikir û bê westan dixebitîm, min pez xwedî dikir, şîr didot û av dianî."
‘Krîza Sûriyeyê bandor li ser jiyana bedewiyan jî kir’
Tafra El-Muharib zaroktî û ciwaniya xwe bi vî awayî jiya, ji cihekî diçû cihekî din. Di dema rêwîtiyên xwe de li piraniya Sûriyeyê, bi taybetî li başûr, bakur û rojava geriya û li cihekî sabît bicîh nebû. Gerên wan bi demsalê û hebûna avê û çêregehê ji bo pezên xwe ve girêdayî bûn. Berê wan deveyan jî diçêrandin, lê niha ji ber sedemên aborî û nebûna xwarina têr, tenê pez diçêriyan. Tarfa destnîşan kir ku krîza Sûriyeyê bandor li ser jiyana bedewiyan jî kiriye û wiha got: “Berê rewşa me ya darayî çêtir bû, lê niha em ji hêla aborî ve êş dikşînin. Ji ber ku em li piraniya Sûriyeyê geriyan, em bi hemû pêkhate û mezhebên wê re bi nasname, evîn û biratiyê dijiyan.”
Berî ku roj derkeve dest bi kar dikin
Tarfa diyar kir ku karê wan ê rojane berî derketina rojê dest pê dike û wiha axivî: "Di berbanga sibê de, em dest bi şîrê miyan dikin û av didin wan da ku em wan di hilatina rojê de bibin derve û li zeviyên çandiniyê biçêrin. Di van demên dawî de, jinên bedewî yên ciwan dest bi xebata li ser zeviyên çandiniyê kirine. Keçên min wek karkerên rojane li zeviyên çandiniyê dixebitin da ku debara xwe bikin. Em her cûre pêdiviyan ji berhemên şîrê miyan wek şîr û penêr, amade dikin. Em sebzeyan ji baxçeyên nêzîk dikirin û her cûre pêdiviyan û erzaqan amade dikin. Em erzaqan bi dest amade dikin ji ber ku ji hêla çêj û kalîteyê ve ji berhemên kargehê cuda ne."
Jin bi şîret û ramanên xwe di çareseriya pirsgirêkan de rol dilîzin
Tarfa El-Muharib pesnê adet û kevneşopiyên baş ên eşîrê da ku nirxên wan ên civakî û hevkariyê nîşan didin û wiha got: "Dema ku pirsgirêk di nav endamên eşîrê de derdikevin, doz û gilî nayên dadgehê, lê di nav endamên wê de têne çareserkirin. Dema ku çareserî tevlihev be, pirsgirêk ji bo çareseriyê pêşkêşî mezinên eşîrê tê kirin. Jin bi rêya şîret û ramanên ku pêşkêşî mêr an kurên xwe dikin, di çareserkirina nakokî û pevçûnan de û pêşvebirina tolerans û hevgirtinê di navbera endamên eşîrê de rolek bi bandor dilîzin. Adetên neyînî yên di civaka Bedewiyan de ku piraniya Bedewiyan ji ber xwezaya jiyana xwe, nekarîna wan a rûniştinê li cîhek diyarkirî û nebûna girîngiya perwerdehiyê, nexwende ne."
Adetên zewacê yên di nava Bedewiyan de
Tarfa El-Muharib bal kişand ser adet û kevneşopiyên zewaca wan û wiha pêl da gotinên xwe: "Zewaca bi mehrê di nav me de pir kêm e, ji ber ku zewaca serdest, zewaca alternatîf e û divê ew bi tenê di navbera pismam an endamên eşîrê de be, ji ber vê gelek mêr û jinên bedewî digihîjin 30 salî û ji ber nebûna şertên alternatîf hê nezewicîne. Eger xortek bixwaze bizewice divê xwişkek wî hebe ku wê bi birayê keçikê re bizewicîne û di rewşa ku xwişka wî tune be, şansê zewacê li pêşiya wî kêm e, bi heman awayî keçek ku birayekî wê tune be ji hêla kesî ve nayê pêşniyar kirin."
Nêrîna jinê ji bo zewacê nayê girtin
Gelek jin û mêr jiyana xwe bê zewac derbas dikin, lê gava alternatîf hebin, her çend keçik an kur ciwan be jî, bêyî ku temenê wan li ber çavan bigirin, tên zewicandin. Nêrînên wan nayên hesibandin û ew bi zorê tên zewicandin û Tarfa jî mexdûra vê zewacê ye.
Krîza Sûriyeyê ew neçar kirin ku aram bin
Tarfa aşkara kir ku şert û mercên aborî yên dijwar ên vê dawiyê ew neçar kirin ku li cîhekî bicîh bibin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Berê, me di navbera 700 û 1000 de pez xwedî dikir, lê niha hejmara pez ji 150'î derbas nabe. Ev yek me neçar kir ku li cîhekî bicîh bibin. Ji ber ku ev hejmar têr nake ku ji cihekî ber bi cihekî din ve biçe. Rewşa şerê dawî û dabeşbûnên siyasî û leşkerî jî rê li ber koçberiya me girt. Em niha li bajarokê El-Hazîma bicîh bûn, li kêleka konên xwe me xanî ava kirin. Ev jî nîşana aramiyê ye."