‘Yekitiya Jinan bersiva têkoşîna şehîd Nagîhan e’

Xebat û azadiya jinan li Başûrê Kurdistan tirsa ji bo dijmin zêde kiriye, ji ber wê her dem hewl dide şoreş û xebata jinan tune bike, li hemberî vê jî jin têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam dikin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Di merasîma çilrojiya Nagîhan Akarsel de çalakvan û endamên rêxistinan amade bûn û qetilkirina Nagîhan Akarsel û azadîxwazan şermezar kirin, soza berdewamkirina rê, hizir û bîrdoziya Nagîhan Akarsel dan.

Çalakvan Şehên Mihemed di merasîma çilrojiya Nagîhan Akarsel de wiha behsa têkoşîn û hewldana Nagîhan Akarsel a ji bo yekitî û azadiya jinan kir: “Şehîd Nagîhan yek ji wan jinan bû ku xwedî îrade û xwebûnê bû. Di temenek ciwan de xwe li hemberî rewşa civakê bi taybetî rewşa jinan berpirsyar didît. Ji ber wê biryar da beşdarî xebat û têkoşînê bibe. Rewşa Bakûrê Kurdistanê ku xwedî dewleta bi aqilê kevneperest e û xeta çewisandinê li ser gelê Kurd zêdetir dijwar kiriye û jinan di nava çar dîwaran de girê daye loma nikarin bixebitin. Ji ber wê di vê mijarê de Nagîhan Akarsel derket û xebata hevala Sakîne berdewam kir.”

‘Şehîd Nagîhan li Başûrê Kurdistanê têkoşîna herî pîroz û bi hêz dimeşand’

Şehên Mihemed diyar kir ku xebat û têkoşîna çend salan a şehîd Nagîhan ber bi xeta jineolojiyê vê çû lewre wê dît ku bîrdoziyeke girîng e û pêwîst e ji bo civaka Kurd, bi taybetî ji bo jinan û wiha got: “Jineolojî weke wateya jinnasî, xwenasîn, nasîna nedadperwerî û piştre bi wateya xwehişyarîkirin û rûbirûbûna bi bêedaletiya ku li hemberî jinan tê kirin e. Şehîd Nagîhan li Başûrê Kurdistanê têkoşîna herî pîroz û bi hêz di çarçoveya fikrên jineolojiyê de dimeşand û xizmetek zêde ji bo jinên Kurd dimeşand. Bandoreke wê ya zêde li ser jinan hebû, ji bo ku jineolojiyê nas bikin. Piştî sala 1991’ê û şoreşa gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê, bidestxistina herêmeke serbixwe ya federal, siyaseta hêzên siyasî wisa kir ku parçebûn di nava jinan de çêbibe. Şehîd Nagîhan dixwest jinan li hev kom bike da ku bikaribin behsa êş û kêfxweşiyên xwe bikin. Ji ber vê jî ji bo jinan gelek dewreyên perwerdeyê vekir. Di berdewamiya xebatên şehîd Nagîhan, di 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan de em ê gelek çalakiyan li dar bixin. Ji ber ku şehîd Nagîhan, ji bo vê rojê xwedî roleke gelek girîng bû, her dem hewl li ser pirsgirêkên jinan raweste û êşên wan çareser bike. Em jî hewl didin sîwanek bi hêz ji bo jinan çêbikin ku bi fikir û ramanên şehîd Nagîhan be.”

‘Ji bo perwerdekirin û hişyariya jinan her dem xebitî’

Endama Rêxistin Tora Hevbeş Mihabad Şêx Hemeemîn der barê Nagîhan Akarsel de wiha got: “Şehîd Nagîhan, ji bo perwerdekirina jinan li Başûrê Kurdistanê kar dikir. Kesên ku hewl didin jinan ji fikrên azadî û wekheviyê dûr bixin hene. Em ê li dijî wan kesan bisekinin. Em baş dizanin kesên ku di kuştina jinan de rola wan zêde ye hene. Em ê bi têkoşîna xwe bibin bend li pêşiya wan û nehêlin ku nirxên heyî bêparastin bimînin.”