Nadra Îbrahîm: Pergala perwerda li Idlibê li Rojava nayê qebûlkirin
Mamosteya zimanê Kurdî Nadra Îbrahîm bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê Kurdî û tekez kir ku pergala perwerdehiyê ya Idlibê li Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Bi guhertinên ku di pergala perwerdehiyê de tên kirin, her wiha biryara 27’ê Tebaxê ya ku dibêje di hefiyê de tenê sê ders bi zimanê kurdî bên dayîn, pêşeroja dibistanan û mafê zarokan ê perwerdehiya bi zimanê dayîkê anî rojevê. Li aliyê din jî, nîqaşên derbarê kêmkirina mamosteyên jin û awayê rêxistina dibistanên nû de, pirsên girîng derdixin holê. Rola mamosteyên jin a di perwerdehiya zarokan, bi taybetî jî di pêşxistina keçan de û bandora pergala nû ya li ser keç û xortan, mijarên sereke yên vê nîqaşê ne.
Têkildarî vê mijarê, mamosteya Zimanê Kurdî Nadra Îbrahîm girîngiya perwerdehiya bi zimanê Kurdî û bandora biryarên hînkirina zimanê Kurdî ji ajansa me re nirxand.
Nadra Îbrahîm bal kişand ser bandora biryara sînorkirina zimanê Kurdî ya di dibistanan de li ser zarokan derkeve holê û wiha got: “Biryara ku tenê sê dersên bi zimanê Kurdî di heftiyê de bên dayîn, biryareke şaş e, bi taybetî ji bo xwendekarên ku bi salan li ser bingeha vî zimanî mezin bûne. Her zarok di malbata xwe de bi zimanê dayîkê mezin û perwerde dibe, lê eger di dibistanê de bi zimanekî din fêr bibe, ev yek dikare bandoreke neyînî li ser zarokan bike. Zimanê Kurdî ne tenê ji bo perwerdehiyê girîng e, her wiha ji bo gelê Kurd girêdana nasname û çanda wî ya resen e.”
‘Keç bi mamosteyên jin re hesta rihetî û ewlehiyê dijîn’
Nadra Îbrahîm diyar kir ku kêmkirina hejmara mamosteyên jin a di dibistanan de, dikare bandoreke neyînî li ser zarokan û bi taybetî li ser keçan bike. Nadra destnîşan kir ku di nav saziya perwerdê de mamosteyên jin kevirê bingehîn in û wiha domand: “Her wiha keç bi mamosteyên jin re hesta rihetî û ewlehiyê dijîn. Mamosteyên jin rê li ber keçên nifşên nû vedikin ku ew jî bikaribin xwe nîşan bidin û bipêş bikevin, her wiha ew keç hêza xwe ji mamosteyên jin digrin.”
‘Cudakirina keç û xortan dê bandoreke neyînî li ser zarokan bike’
Nadra Îbrahîm da zanîn ku ew li dijî biryara cudakirina keç û xortan a di dibistanan de ye û wiha pê de çû: “Ji destpêka damezrandin û destpêkirina perwerdehiya Rêveberiya Xweser, keç û xort bi awayekî demokratîk li dibistanan bi hev re dixwînin. Eger di navbera wan de cudahî were çêkirin, ev yek dikare bandoreke neyînî li ser ramanên zarokan bike û hin astengî di nav hişê wan de ava bike. Her wiha mamosteyên me xortan bi rêz û rêbazekî baş perwerde dikin, da ku ew jî ji bo civaka xwe kesên baş û berpirsyar bin.”
Zimanê dayîkê mafê bingehîn ê her netewek e
Nadra Îbrahîm bi bîr xist ku Kurd girîngiyê didin perwerda bi zimanê xwe û wiha domand: “Em ne li dijî tu zimanî ne, lê pêwîst e her netewek bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibe. Dûrxistina her netewek a ji zimanê dayîka xwe, şerekî taybet li ser nasname û derûniya wê netewê çêdike.”
Li Rojavayê Kurdistanê 14’ salan perwerdehiyeke serkeftî hat pêkanîn
Nadra Îbrahîm destnîşan kir ku sepandina pergala perwerdehiyê ya li Idlibê li Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li seranserî 14 salan li Rojavayê Kurdistanê perwerdehiyeke serkeftî hatiye meşandin. Lê îro hikûmeta demkî dixwaze heman pergala perwerdehiyê ya li Idlibê li vê derê jî pêkbîne. Em vê yekê qebûl nakin, wê her perwedehiya me wekî xwe be û bi awayekî demokratîk were pêkanîn.”