Xwişkên cêwî yên Ermenî li dijî qirkirinan li ber xwe didin

Xwişkên cêwî Angêra Anus û Lûsîn Hagobiyan ên di Tabûra Ermeniyan a Nûbar Ozaniyan de cih digirin, diyar kirin ku ji Osmaniyan heta dewleta Tirk êrîşên qirkirinê didomin û gotin, "Em amade ne li her derê, jin û gelê xwe biparêzin.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Di sala 1915'an de Ermeniyên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, bi nîjadkujiya Osmaniyan re rû bi rû hatin. Gelê Ermen a ku li hemberî qirkirinê ji xweliyê xwe xwe ava kirin ji bo parastina gel, çand û nasnameya xwe têdkoşînê didomîne.

Tabûra Şehîd Nûbar Ozaniyan a Ermeniyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha parastina gel, çand, dîrok, hebûn û nasnameya gelê Ermen di 2019'an de hat avakirin. Du xwişkên cêwî yên Ermen ê ku beşdarî tabûrê bûne bi me re axivîn.

‘Kalê min her qal dikir’

Angêra Anûş rastiyên ku dapîr û bapîrên wan derheqê jenosîdê de bi wan re parvekiriye wiha anî ziman: "Dapîra min her ji me re behsa komkujiyê dikir. 24'ê Nîsana 1914-1915'an ji bîr nabe, hestiyên miriyên me li kolanan avêtîbûn. Kesîmên me yê rewşenbîr, zaniyar û xwendevan darvekirin û qetilkirin. Milyonek û nîv jin, zarok, kal û pîr hatin qetilkirin, bi sedhezaran jin hatin wendakirin û beşekî mezin jî bûn kurd, ereb û tirk. Jinên ku digotin em tî ne, wan dibirin li ber çeman qetil dikirin û xwîna wan bi avê re dibû yek. Osmaniyan jin tecawîz dikirin, li ser destê jina tecawîzkirî nîşanek çêdikirin, da ku dîsa were firotin lê bi pereyên erzan û ev nîşan bi salan dima. Ev jan nayê ji bîr kirin. Jinên zana û rewşenbîr qetil dikirin. Ji Bakurê Kurdistanê heya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê Ermen bi komkujiyan re rû bi rû man. Ruxmî derbasbûna sedsalekê, komkujî bi rû û navên din li ser heman erdnîgariyê li ser gelek netewan didome."

‘Nikarin vê komkujiyê veşêrin’

Angêra Anûş got ku dewleta tirk hebûna xwe li ser tunekirina netewên din ava dike û wiha dom kir: "Ji ber gelê ermen û rom pêşketî, zana û rewşenbîr bûn qetilkirin. Wê demê Osmaniyan digotin; ger ku gelê ermen û rom berdewam bikin wê tirk werin veşartin. Ewqasî nîjadperest û netewperestbûn û ji derveyî yek al, ziman û olê tiştekî din napejirînin. Dema ku qirkirin rû da, hêzeke xurt nebû li hember van êrîşan bibe bersiv û taybet di aliyê jin de. Bi qirkirina serdema 20'an de dîroka gelekî hate veşartin. Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re, wekî jinekê û bi nasnameya xwe ya ermenî min xwe da nasîn. Me barê parastina jinên ermen û giştî jinan hilgirte ser milên xwe. Da ku her kes bizane Ermen hîn hene û wê berdewam bikin. Nêviyên Osmaniyan dewleta tirk çi bikin jî nikarin vê komkujiyê veşêrin. Jin îro hevdû neparêzin, kes ji derve nayê wan naparêze, divê bi vê berpirsiyartiyê jin erk û misyona xwe binasin."

'Werin em bi hev re li dora dîrok, çand û nasnameya xwe bibin xelek'

Angêra Anûş bang li Ermenan kir ku xwe li hember qirkirinên serdemî bihêz bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wekî jin divê ku em bikevin ser rêya azadiyê, xwe birêxistin bikin û hêza xwe ya di hundir de bixin xizmeta gel û doza xwe. Ne tenê jin divê mêr jî werin birêxistin kirin, em hevdû temam dikin. Niha em cihê xwe di Tabûra Ş.Nûbar Ozaniyan de digrin, em dibin stûn û bendav li hember hemû êrîşên gelê me û herêmê hedef digre. Parêzvanên dîrok, çand û nasnameya xwe ne. Em li kuderê dibhîsin ermen hene, berê xwe didin wir da ku wan nas bikin û ji nû ve birêxistin bikin. Werim em bi hev re dîroka xwe bivejînin, gelê xwe biparêzin û çanda xwe nûjen bikin. Em hene, em ê bimînin û her ku biçe em ê zêde bibin."

Du cêwî, yek fikir û têkoşîna bo hemû jinên cîhanê…

Lûsîn Hagobiyan cêwiya Angêra wiha behsa armanca xwe vedibêje: "Armanca min ji tevlîbûna tabûrê ew e ku wekî jin di mal û civakê de, bibim xwedî rol û misyon. Her wiha di civakê de jî wekheviya di navbera jin û mêr de were misogerkirin. Divê ku jin bêyî tirs bifikire, biaxive, xwe îfade bike û ji hêza xwe bawer be. Xwestekê min ê beşdarbûna nava hêzên leşkerî pir li pêş bû, lê ji ber temenê min yê biçûk her ez nedihatim qebûlkirin. Heybeta jina Kurd bandor li kesayeta min dikir. Di xebatên çandê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro de min cih girt, paşê hatim tabûrê. Roj bi roj xewin, hêvî û xwestekên me mezintir dibûn. Êdî me tiştekî biçûk ji jina xwedawend re nedixwest. Dema ku îro em têdikoşin, ne tenê ji bo jina ermen e lê armanc û hêviya me ji bo tevahî jinên cîhanê ye."

'Çarenûsa zewacê nepejirandin, rêya jiyaneke nû hilbijartin'

Lûsîn Hagobiyan wiha dom kir: "Malbata me welatparêz û vekirî ne, lê dîsa jî me li hember hişmendiya wan şer kir heya ku gihiştin vê astê. Di civakê de ev hatibû rûniştandin ku jin ji bo civakê tiştekî nake, tenê dizewice lê me ev çarenûs ji xwe re nepejirand. Bi têkoşîna xwe me jiyaneke nû afirand. Hêja ye ku bibîr bixim, dema şoreş dest pê kir dayik û bavê min jî di çeperên pêş û di nava refên têkoşînê de cih girtin."

'Xwesteka dayika xwe ya zaroktiyê ku bibe gerîlayeke jin, ez ê pêk bînim'

Lûsîn Hagobiyan da xuyakirin ku ew ê xewna dayika xwe ya zaroktiyê pêk bîne û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dema ku ez zarok bûm dayika min her digot; dema ku biçûk bûm, min pir dixwest bibim gerîlayeke jin, li çiya şer bikim û bibim jineke azad. Lê derfetên wê demê nebû ku ez xewna xwe pêk bînim. Niha jî dema ku ez dibêjim ez ê di pêşerojê de bibim gerîlayek û ji bo mafê hemû gelan bidestbixim, dayika min pir şanaz dibe. Ez ê jî xwesteka dayika xwe pêşerojê pêk bînim. Ez hêz û îradeya xwe ji dayika xwe digrim. Ez ê ji bo guhertina hişmendiya hemû civakê têbikoşin, heya ku hemû jinên kole azad bibin."

'Di parastina gelê xwe de em bi îsrar in'

Lûsîn Hagobiyan bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Fîlozofek carekê gotibû; tu di kur de derbas bibî û hestiyan bibînî, nas bike ku Osmanî di vir de derbas bûne. Dewleta tirk jî şopa Osmaniyan dimeşîne, hovîtiya ku osmaniyan dimeşand niha dewleta tirk bi nav, rû û alavên din pêk tîne. Ji ber wê ye, îro em di têkoşîna xwe de ji bo parastina vî gelî bi îsrar in. Çi li Ermenîstanê çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her devera ku Ermen lê hene be, êrîşên qirkirinê didomin. Kuderê were xwestin, li ser kîjan parçeyê cîhanê be, em amade ne ku jin û gelê xwe biparêzin."