Çîrokên dapîran li Xezayê aramiyê didin zarokan
Li Xezayê di nava şer û krîzê de, bi tunebûna teknolojiye, çîrokên gel tên vegotin. Van çîrokan, hem ji zarokan re dibin desteka derûnî hem jî di jiyandina mîrasa çandî de xwedî roleke girîng in.

REFÎF ISLÎM
Xeza – Çîrok û çîrokên gelêrî yên ku dapîran di bîr û hişmendiya xwe ya kolektîf de jiber dikirin, berê tenê rêbazên şahiyê bûn ku dayîk pê bawer bûn lê belê, bi pêşketinên teknolojîk û hatina înternet û telefonên bi aqil, rola wan kêm bû ji ber windabûna cîhazên bi aqil û zehmetiya gihîştina înternetê di dema Şerê Xezayê de, çîrok ji nû ve ketine rojevê. Ev çîrok bûne amûrek ji bo piştgiriya psîkolojîk, di nava pevçûn û dorpêça li Xezayê de.
Enam A-Tawil bi hezaran çîrokên gelêrî yên Filistînî ji dayîk û dapîra xwe bihîstiye lê bîra wê tenê dihêle ku ew çend ji wana bi bîr bîne. Ew di salên 1970’î de ji dayîk bûye û dem bi dem li bajarê Xezayê jiyaye. Hemû serdeman, bi taybetî çîrokên gelêrî yên ku ji hawirdorê derdikevin, bandorê li ser xweza, vegotin û karakterên çîrokê kirine û wan guhertine. Eaam Al-Tawil dibêje: "Berê, çîrokên gelêrî beriya razanê dihatin gotin da ku zarok qayîl bibin di nava nivînan de bimînin; tiştên mîna Leyla û Gur, Mirîşka Xebatkar, Pisîk û Mişk, Juha û gelekên din. Dema ku rewş xirabtir dibû û zarokan nedixwestin razên, çîrokbêj neçar dima ku lehengek tirsnak biafirîne ji bo wan neçar bike çavên xwe bigrin û bikevin xewa kûr."
Gelo ev mûşek dê li me bikeve?
Tevî nebûna cîhazên bi aqil di demên berê de, rewş qet weke niha nebûye. Hestên aramiyê di tiştekî li ser rûyê erdê de bêhempa ye. Zarokên îro bê aram in, ji ber vê yekê çîrok ji wan re tên vegotin dema ku ew meraqa "Gelo ev mûşek dê li me bikeve? Çima diron wan guleyan davêje konê?" dikin. Dapîra Enam tîne ziman ku çîrokên gelêrî ji bo wê di dema Şerê Xezayê de bûne bîranîn bi êş û diyar dike ku şevek, dema ku çîrokek ji neviyê xwe re digot, guleyek qumaşê kon qul kiriye û çavê neviyê wî birîndar kiriye. Îro, hewce ye ku ji bo neqilkirina korneayê here derveyî welat.
‘Zarokan dest bi çêkirina çîrokên xwe yên gelêrî kirine’
Dema ku zarokê ciwan bûyerê ji hevalên xwe re vedibêje, ew tîne bîra xwe ka çîrok çawa di nîvê çîrokê de hatiye qutkirin û çawa gule li çavê wî ketiye. Li gorî ezmûna xwe ya bi neviyên Enam Al-Tawil re, ew dibîne ku çîrokên gelêrî carna dilê wan xweş dikin, dihêle ku ew heta dawiyê guh bidin çîrokan û heta ji bo hûrgiliyan bipirsin. Carna, ew dikevin navberê û dipirsin, "Ma qey me yê bişînin başûrê Zîvala Xezayê? Ger em li vir bimînin gelo leşker dê me bikujin? Ger em herin başûr, gelo ew ê bihêlin ku em bi aramî bijîn, an dê tank û dronên li dû me bişînin? An’am Al-Tawil wiha dibêje: “Min carek ji zarokan bihîst ku zarok li nexweşxaneya El-Şîfa di bin dorpêçê de mane, avahî şewitiye û dûre li herdu aliyên rê di nava dorpêça tankan de bi lingên pêxas hatine surgunkirin.”
Bi çîrokan peyam tê dayîn
Dema ku zarok çîrokek diyarkirî naxwazin, Enam Al Tawil hewl dide bi çîrokên ku nirx û pîvanên exlaq di wan de hene peyaman bide wan. Mînak di çîroka mirîşkê de, ger ji bo zivistanê zexîre neyên amadekirin birçî dimînin, dar neyên komkirin, nan çênabe, di demê de negihîjin tankera avê dê bê av bimînin. Zarokên ku bi baldarî lê guhdarî dikin peyamê digrin û vê yekê di jiyana xwe de pêk tînin.
An’am Al-Tawil, bang li dayîkan dike ku zarokên xwe di nava kon û malên bajarê Xezayê de, wan di nava tirs û fikara mirinê û derketina ji cihê xwe de bi tenê nehêlin li cihê wê, bi pêlîstokên heyî, wan teşwîqê lîstikê bikin an jî bi gotina çîrokan serê wan mijûl bikin. Bi taybetî zarokên keç ên ku zêdetir eleqe nîşanî çîrokan didin û hûrguliyan di bîra xwe de digrin…
Enam Al Tawil got ku zarok dizanin li çîrokan guhdarî bikin, li şêweya vegotinê û rêbaza balkêş a ku ji bo balkişandina ser rolên karekter tê bikaranîn serwext in û diyar dike ku awayê vegotina çîrokê, li ser baldariya zarokan a ji bo çîrokê diyarker e. An’am Al-Tawil, wiha didomîne: “Ev bi taybetî, mercên ku karekterên çîrokê tê de dijîn, dema ku bişibin jiyana van zarokan, bi bandortir dibin. Di rewşên wiha de, her zarok, hîs dike ku her çîrok behsa jiyana wê/wî dike.”
Enam Al Tawil bal kişand ku çîrokên gel perçeyek ji bîra civakî û mîrasa çandî ne û wiha bi dawî kir: “Merc çawa dibin bila bibin divê tiştên tên vegotin werin parastin û bigihîjin nifşên pêşerojê.”