Xwendekarên zanîngeha Koye: Divê hemû mamosta bibin yek

Xwendekarên zanîngeha Koye yên piştgirî dan boykota mamostayan a li Başûrê Kurdistanê, diyarkirin ku ger li seranserî hemû bajaran bi yek dengê hemû mamostayan bi hev re boykot berdewam bikira wê encamek baş bi xwe re anîba.

EVÎN EZÎZ

Koye – Li Başûrê Kurdistanê boykota mamostayan ya ji bo bi destxistina mafê xwe li bajarê Silêmanî û dewrûberê wê ev zêdeyî sê mehane berdewam dike. Xwendekarên zanîngeha Koye yên piştgirî dan boykota mamosteyan, anîn ziman ku ji bo encamek xurt bidest bixin divê bi yek dengî çalakiyên xwe pêş bixin.

‘Divê hemû alî piştgiriya mamostayan bikin’

Xwendekara zanîngehê Dahên Wirya derbarê boykota mamostayan de wiha got: “Niha asta perwerdeyê gelek ketiye, li beramberî boykota mamostayan kes xwe berpirsiyar nabîne ku bersiva daxwazên mamostayan bide. Boykota mamostayan rast e û ez li gel wan im. Li gor min divê hemû alî û lêkolîner piştgiriya mamostayan bikin. Divê hemû mamosta piştgiriya hevdû bikin. Ji ber ger perwerde bi hemû kêmaniyên xwe berdewam bike, zanîngeh jî têk diçe. Ger rewş weke niha berdewam bike wê encama perwerdeyê xiratir bibe û di pêşerojê de wê nifşek ku tu hêza wê nebe ku welatê xwe rêvebibe û tu zanyariyekê fêr nabe. Peyama min ewe ku boykota mamosta berdewam bike û hemû alî û lêkolîner piştgiriya mamostayan bike.”

Xwendekara beşa perwerde a zanîngeha Koye Nermîn Muşir jî wiha nerîna xwe derbarê boykota mamosteyan anî ser ziman: “Li gor nêrîna min raste mamoste daxwaza mafê xwe dikin, lê belê mafê xwendekaran jî tê xwarin, ev zêdetir zehmetî dide xwendekaran. Ji ber salek a xwendekaran vala derbas bû û em ji xwendinê salekê paş de man. Ev jî zirarê dide xwendinê.”

‘Divê hemû mamosta bibin yek’

Xwendekarek din Suzan Xefer destnîşan kir ku divê boykota mamostayan be û wiha got: “Boykot sûda wê heye lê belê ne bi vî awayê, ji ber xwepêşandanênseranser mamostayan divê seranser be li gel wêde jî mamosta ne yekin û mûçeyê wan nadin. Li gora min ger boykot seranser be û hemû mamosta bibin yek û bi yek dengî dakevin qadan wê encamgir be. Lê belê ger beş beş be wê ne serkeftî be. Tenê mafê beşek ji xwendekaran tên xwarin, ji ber li hinek dibîstanên taybet dewam asayî ye.”