Xeyala Xeda ya Xezayî ewlehî, veger û jiyana bi rûmet e
Xeda El Hîcazî ya ji Xezayê bi gotinên; "Tenê dixwazim, zarokên min di ewlehiyê de bijîn, em vegerin mala xwe ya ku hatiye rûxandin, li quncikek wê ji nû ve xaniyek çêbikin û jiyana xwe bidomînin” xeyalên hemû şêniyên Xezayê vedibêje.
NEXEM KERACE
Xeza – Jinên ku li Xezayê di bin ambargo û bombebaranê de ne, êşên giran ên ji ber şer çêbûne dikşînin û dibin şahidên mirina mirovan her roj. Ji ber êrişên ku didomin, jin di nava hest û ramanên ji bo pêşerojeke nediyar de dijîn. Jinên ku barê jiyanê gelek caran bi tena serê xwe digrin, ji bo debara malbata xwe bikin û cihekî bi ewle ji xwe re bibînin têdikoşin. Hevjînê Xeda Hîcazî dema ku şer nû dest pê dike ji bo alîkariyê bigre diçe Başûrê Xezayê û careke din venagere loma ji wê demê ve bi tenê li 5 zarokên xwe dinêre.
Êdî giyayên biyanî ji bo xwarinê tên çêkirin
Xeda Hîcazî diyar kir ku herêma lê dimînin her dem tê bombekirin, xwarin tune ye û wiha got: "Alîkariyên mirovî birêkûpêk nagihîjin me. Ji ber vê tevî xeter e jî ez diçim nava zeviyên li aliyê rojhilatê bajar, giyayên biyanî berhev dikim. Di bin dorpêçê de em bi xwarina van giyayan sax dimînin.”
Xeda Hîcazî bi berhevkirin û pijandina giyayên biyanî, di nava mercên zehmet de riya debarê ji xwe re dîtiye, li ser rewşa xwe ya giştî wiha dibêje: "Ez ji stargehê derdikevim, di bin bombebarana balafiran de diçim giyayan berhev dikim. Ji bo zarokên xwe xwarinê çêdikim, ên dimînin jî di tebepên plastîk de li pêşiya stargehê difroşim.”
Zarok û neviyên xwe xwedî dike
Xeda Hîcazî da zanîn ku zavayê wê yê 20 salî di bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye loma debara keça wê û neviya wê ya 7 mehî ketiye stuyê wê û wiha domand: "Niha ne tenê zarokên xwe, keça xwe û neviya xwe jî xwedî dikim. Temînkirina pêdiviyên sereke û avê jî pir zehmet e. Bi êrişên ku zêde bûne re rewşa Bakurê Xezayê xirabtir bû. Li wê derê jiyan nemaye. Her dem bombebaran, tunebûna xurekê, birandina av û cereyanê heye. Têkoşîna me ya ji bo jiyanê, bûye şerekî ku her roj em li dijî dorpêçê dikin.”
Tevî xeter e jî her roj neçar e giyayan berhev bike
Xeda Hîcazî got ku berhevkirina giyayên biyanî bi xeter e û diyar kir ku ji bo debara xwe bike neçar e bidomîne û wiha got: "Ez dizanim ku di vî riyê de mirin heye lê ji ber pêdivî heye neçar im vî karî bikim. Tu alternatîfeke din tune ye. Divê ez ji bo zarokên xwe bi hêz bim.” Têkoşîna Xeda Hîcazî ya di bin mercên zehmet de ne tenê têkoşîna ji bo jiyanê ye, berxwedana gelê Filistînî jî nîşan dide.
‘Ewlehî, veger û jiyana bi rûmet’
Xeda Hîcazî bi gotinên; "Tenê dixwazim zarokên min di ewlehiyê de bijîn, em vegerin mala xwe ya rûxandî xaniyek biçûk ji xwe re li ser kavilên wê ava bikin û jiyana xwe wisa biomînin” xeyalên gelê Filistînê yên ji bo ewlehî, veger û jiyana bi rûmet vedibêje.
Jinên Filistînî tevî bandorên xirab ên şer jî ji bo malbatên xwe biparêzin û pêşeroja wan hebe têdikoşin. Ew bi hezkirin û piştgiriyê, di mercên herî zehmet de jî bûne sembolên berxwedanê. Zehmetiyên ku van jinan dikşînin, ne tenê serpêhatiyên şexsî ne, weke serpêhatiyeke civakî girîng in û cihê xwe dê di dîrokê de bigrin.