Xebatên Enstutiya Jinên Ereb ên perwerdê

Pispora Enstutiya Jinên Ereb Jowana Feyad, anî ziman ku di biniya Enstutiyê de ew dewreyên perwedê didin û jin ji wan perwerdan sudek baş digirin.

SÛZAN EBÛ SAÎD

Beyrûd - Enstutiya Jinên Ereb a di biniya Zanîngeha Emerîka ya Lubnanê de sala 1973'an hat vekirin. Zanîngeha Emerîka ya Lubnanê jî sala 1835’an bi navê Dibistana Emerîkî ya Keçan hatiye vekirin. Ji dema Enstutî avabûye heta niha ji avahiyek perwerdehiya akademîk pir mezintir xibitiye. Enstutî bi nirxa xwe ya dîrokî li ser asta perwerdeya jinan li herêma Ereban astek pêşdeçunê ava kir. Ji bo piştre rêya xwe ber bi qadek hîn fereh de ve bidomîne ku ne tenê li Lubnanê her wiha li Rojhilata Navîn bi giştî û tayîbetî jî herêmên Ereban. Enstutiyê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi çalakiyên cuda pîroz kir. Pispora pêkvejiyana zayend Enstîtuya Jinên Ereb Jowana Feyad ji ajansa me re têkildarî xebatên wan ên di biniya Enstutiyê de tên kirin nirxandinên giring kir.

Jowana Feyad da zanîn ku Enstutî beşek ji platforma civaka sivîl a femînîstên Lubnanê ye û wiha domand: “Enstutî rêzgirtina mîrateya xwe ya ku zêdetirî 50 sal ji hewldanan jinên pêşeng di vî warî de pêk hatiye berdewam dike. bi riya pêşdebirina bihêzkirina jinan û wekheviya zayendî li ser asta netewî, herêmî û cîhanî ku di riya perwerde, lêkolîn, bernameyên geşedanê û ragihandina ku ji aliyê Enstutiyê ve tê meşandine. Yekirina pirsgirêkên zayendî di nava hemû xebatên Enstutiyê de û yekirina di navbera akademî û aktîvîzma ji bo bidestve anîna wekheviya zayendî û parastina mafên mirovane.”

Betlaneya malbatî

Jowana Feyad bal kişand ser wê yekê ku îsal 8’ê Adarê ew bi dirûşma "Wekheviya zayendî îro ji bo siberojek domdar" derketin û wiha domand: "Ya herî girîng di vî warî de, em li ser pêşniyar qanûnan xebitîn. Beriya salek û nîvê pêşniyara qanûna betlaneya malbatî hat erê kirin. Bi lêkolîna ku Enstutî li ser xebitî û belgeya siyasî ya derxistî bi hevkariya Komîsyona Niştimanî ya Karûbarên Jinên Lubnanî, pêşnûmeya qanûnê hat amadekirin û pêşkêşî hejmareke mezin a parlamenteran hat kirin. Bi îmzeya heft parlementeran hat erê kirin û bi hêviya pejirandinê pêşkêşî Meclisa Nûneran hat kirin ku destûr kêmtir nebe ji 15 hefteyan.

Jowana Feyad behsa wê yekê kir ku ev pêşnûmeya qanûnê li ser bingeha pêşniyarên lêkolînan ji bo baştirkirina rola jinan û bihêzkirina wan a aborî ye û ev tişt lê zêde kir: "Di qanûnê de bal hat kişandin ser pêşniyarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ku bi lêkolînên daneyî yên li ser bingehên zanistî piştrast kir ku divê heyama jidayikbûnê ji 15 hefteyan kêmtir nebe.”

“Di biniya enstutiyê de belgefilimên li ser rabirdoya jinan tên amadekirin”

Jowana Feyad  têkildarî projeyên dinê yên li ser dixebitin jî ev tişt anî ziman: “Me li ser rahênaneke dirêj û berdewam kar kir ku ji çar mehan dirêj kir, bi navê kursa Laure Moghaizel ya pêşeng di warê mafên jinên Ereb de ku li herêma Ereban li ser mafê jinan rawestiya. Qonaxa yekem a vê perwerdê par hat encamdan. Emê îsal qonaxên din jî berdeewam bikin, zêdeyî du projeyan hen. Ya yekem kursa bihêzkirina siyasî û çawaniya birêvebirina kampanyaya hilbijartinê ji bo şaredarî û parlamentoyê ye berî roja jinên cîhanê 7’ê Adarê de, bi armanca piştgirîkirina beşdariya siyasetê li Lubnanê, bi taybetî bi nêzîkbûna roja hilbijartinên parlemanê, dest pê kir. Projeya duyemîn jî bi hevkariya Desteya Neteweyên Yekbûyî ya jinan, li ser çawaniya komkirina agahî û standardên pêwîst di warê tundutujiya zayendî de û çawaniya karanîna van daneyan kar dikin ku ew jî bi rêya perwerdekirina kesên ji herêm û welatên cihê yên herêmên Erebî û projeyên lêkolînê yên din jî hê dewam dikin. Enstutiyê her wiha bi du belgefîlmên li ser vê mijarê projeyek li ser rabirdûyê bi taybetî rola jinan di şerê navxweyî de bi dawî kiriye.”

“Di dewreyek perwerdê de 130 jinan cihê xwe girtin”

Jowana Feyad eşkere kir ku li gel pandemiyê jî pîrozbahiyên roja jinên cîhanê yên sala 2021'an her çendî li hinek cihan lewazbe jî bi giştî dewlemend bûn, yek ji çalakiyan li ser mijara "Jin li herêma şer bi nexweşiyê re mijûl dibin" bi beşdariya Yekîtiya Xêrxwaziya Giştî ya Ermenîstanê "AGBU" bi koma "THE Women in War Think Tank" hat lidarxistin û wiha domand: “Çalakiya duyemîn jî ji neh diyalogan pêk dihat ku di riya wê re bal hat kişandina ser bertekên 5 jinên pêşeng ên di qeyîranan de xwedî rol û 60 kes tevlî çalakiyêbûn. Di heman demê de civînek ji jinên karsaz re li Leyla Hotet bi xwendekarên Koleja Huner û Zanistî re li hev anî hat lidarxistin. Her wiha kampanyayên li ser medyaya civakî bi desteya netewyên yekbûyî ya jinan, sefareta Brîtanya li Beyrûdê û rêxistinên herêmî û pratîkî ji bo pîrozkirina jinên Lubnanê yên ku hewl didin di civakên xwe de guhertinên civakî, aborî û siyasî çêbikin hatin dayîn. Qonaxa yekem a perwerdeya herêmî ya dewreya Laure Moghaizel ji bo 130 çalakvanên ji herêma Ereban jî bi dawî bû.”

Di derbarê çalakiyên 8’ê Adara îsal de jî Jowana Feyad got: "Îsal di roja jinên cîhanê de, civînek bi diruşma “Jin wek perwerdekarên berxwedan, cihêrengî û guherînê” bi beşdariya Rêxistina UNESCO’yê Athena 40 hate organîzekirin. Her wiha civînek jî bi Yekîtiya Xêrxwazên Giştî yên Ermenîstanê AGBU re, li ser “Pêşvebirina diyaloga di navbera nifşan de” li ser wekheviya zayendî û guherîna avhewayê hat li darxisitin. Ji bilî çalakiyên curbicur di navbera Peymangehê û fakulteyên hilbijartî yên Zanîngeha Emerîkî ya Lubnanî de li ser rola jinan û bihêzkirina wan di çend waran de hatin dîtin.”