“Emê ji bo Cemal Kavak û hemû wendayan dest ji lêgerîna edaletê bernedin”

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê aqubeta Cemal Kavak ê 26 sal berê li Amedê hatibû wendakirin û carekdin agahî jê nehatî girtin pirsîn.

Amed - Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê wek her hefteyê li Parka Koşûyolû kom bûn û di hefteya 688’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin û cezakirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqubeta Cemal Kavak ê 26 sal berê li Amedê hatibû wendakirin pirsîn.

Seroka ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku polîtîkayê ku dewlet dimeşîne eleqeya bingeha wê bi aştiyê ve tine ye û wiha got: “Polîtîkayên bêcazahîştinê li girtîgehan de jî xwe dide nîşandan. Li girtiyan îşkence tê kirin. Mafên mirvoan li girtîgehen tê binpêkirin. Yê ku wan îşkenceyan dike ji darazê destekê digire.”

 Endema Komisyona Windayan a ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim jî serpêhatiya windakirina Cemal Kavak ê 26 sal berê li Amedê hat windakirin xwend. Derya Yildirim da zanîn ku Cemal Kavak li Amedê tê windakirin û cenazeye wî di navbera rêya Amed û Bismilê de li nav zeviyên zilûyan tê dîtin. Derya Yildirim got ku tevî ewqas sal derbas bûn jî hêj kujerên Cemal Kavak nehatine dîtin.

 Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.