Wefa Derwîş jina ji gundewarên Çiyayê Kezwana despêkê tevlî HPC-JIN bûye

Wefa Derwîş a 45 salî ku ji Çiyayê Kizwanan e hovetiya DAIŞ'ê ya li gundên Çiyayê Kizwanan dikirin vegot û da zanîn ku ji ber DAIŞ nêrîn û hebûna jinan di gerdûnê de qedexe dikir, ew yekem jina ku tevli nava refên HPC-JIN bû da ku wekî parêzvana jinan tevbigere her wiha daxwaz kir ku dadgeheke navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bibe da ku bikaribin çeteyên DAIŞ'ê yên sûc kirine bidarizînin.

  
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Piştî ku di sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê di bin fermandariya Ebû Bekir El-Bexdadî de li Iraqê derket û li wir û Sûriyeyê belav bû, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî parekê wê di nava vê hovîtiyê de hebû. Piştî şoreş li Sûriyeyê dest pê kir, Cebhet El-Nusra di sala 2012'an de li Çiyayê Kizwanan bû serwer. Lê piştî ku DAIŞ li Sûriyeyê belav bû, ew herêm radestî çeteyên DAIŞ'ê, ku merqeda Şêx Evdilezîz El-Ceylanî lê dimîne, kir. Li wir xwestin hişmendî û îdeolojiya xwe li ser civakê û bi taybetî li ser jinan ferz bikin lê yên ku ev yek qebûl nedikirin jî hebûn û piraniya wan jî dayikên temenê wan mezin bûn. Dapîran dikaribûn şerê ferzkirina çarçefa reş bikin lê derveyî wê ji ber ku çeteyan sûcên hov dikin, mirovên bê guneh li ber çavên biçûk û mezinan serjê dikirin, nikaribûn tu çareseriyeke din bibînin. DAIŞ gelek deverên dîrokî û merqeda Şêx Evdilezîz El-Ceylanî ku cihekî bi rûmet û nirx e ji gelê wî çiyayî re, hilweşandin. Ji bo ku em bêtir êşa wan rojan hîs bikin û bizanibin, me berê xwe da Çiyayê Kizwanan û hevdîtin bi jina bi navê Wefa Dewrîş a ku niha Rêvebera HPC-JIN e li Çiyayê Kizwanan-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re çêkir û ji me re behsa wan rojan, berxwedanî û daxwazên xwe kir. Çiyayê Kizwanan girêdayê navçeya Til Temira Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
“Îdeolojiya DAIŞ’ê serjêkirina mirovan e”
Wefa bi dilekî tijî kul û êş me bir sala 2012-2016'an û wiha axivî: "Piştî ku Çiyayê Kizwanan ji aliyê şervanên YPJ/YPG'ê ve hate rizgarkirin, ji ber ku me gelek êş ji çeteyên DAIŞê kişand, min beşa parastina cewherî hilbijart. Ji ber ku DAIŞ di destpêkê de bi navê ola Îslamê êrîşî herêmê kir, dizanibû ku civaka me civakeke misilman e û wê her tiştê ku ew bêjin qebûl bike. DAIŞ’ê bi destê civakê yê ku diêşe girt, ew jî ola îslamê ye. Destpêkê de gelek kes ji herêmê tevlî refên wan bûn lê bi derbasbûna demê re êdî perdeya li ser rastiya wan a ku veşartibûn, radibû û gel wê demê êdî bawer kir ku ev ne misilman in, terorîst in. Bi rêya serjêkirina mirovan, dikaribûn gel bitirsînin û fikrên xwe di dilê her kesê/î de biçînin û belav bikin. Pir mînakên wan hene, yek jê zilamek, leşkerek û polîsekî rejîma Baas girtibûn û anîn li gundê Xera, li ber çavên zarok, jin û kal û pîran, bi xwîneke sar serjê kirin. Piştî ku serjê kirin, ew avêtin çopê û ji gel re digotin, yê ku biçe wan bîne wê çarenûsa wan jî wiha be. Piştî 10 rojan şev û roj, cenaze di çopê de man, malbat di şevekê de bi dizî çûn ew anîn û defin kirin. Ev mînakeke ji sûcên ku li ser gelê herêmê pêk dianîn e."
“Di îdeolojiya DAIŞ’ê de, hebûna jinan divê li gerdûnê qedexe be”
Wefa hebûna jinan di wan salan de bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Di îdeolojiya DAIŞ’ê de hebûn, maf, reng û dengê jinan qedexe ye û tu hebûneke wê jî divê di gerdûnê de tunebe. Di wan salan de roj û şevên jinan reş bûn, bi roj çarçef û bi şevê jî çarşef li ser rûyê wan bû. Şeva wê roj û roja wê şev bû. Jinan nediwêrîn tiştekî bikin. Reşbûna mêjiyê xwe li ser bedewbûna jinan ferz dikirin. Bi her awayî jinan dikirin kole, nedihiştin ku nefes bigrin. Ji ber ku dizanibûn jin tolhildêr in, ger ku bikaribin wê tola xwe hilînin. Rê nedidan ku biçin nava zeviyên xwe giha yan jî êzingan kom bikin, rê nedidan derkevin ber deriyên mala xwe û bi cîranên xwe re biaxivin ango bikenin. Kenê jinan qedexe kiribûn. Mînak, dema ku çeteyek ji çeteyên wan dihat kuştin, hevjîna wî li xwe helal dikirin û pê re dizewicîn bêyî ku ew jin bikaribe dengê xwe bike, ango nikaribû vê yekê qebûl neke."
Ji ber ku nehiştin bibin nexweşxaneya Hesekê jina jiyana xwe ji dest da!
Wefa bûyereke bi êş ji wan rojên zehmet bi bîr anî û wiha bi lêv kir: "Di zivistaneke sar de, jineke dûcanî di meha xwe ya dawî de bû ku êdî zaroka wê çavên xwe li cîhanê veke. Di dema ku qolinc tên dayikê, di wê sermayê de, malbat dixwaze wê bibe nexweşxaneya Hesekê. Lê dema ku digihîjin benda kontrolê çete rê nadin û ji wan daxwaz dikin ku biçin bajarê Reqayê ji ber ku ew paytexta DAIŞ’ê bû û şervanên YPJ/YPG li Hesekê bûn ji wan re gotin neçin bajarê (Kafiran). Lê di wan kêliyan de ku jin ji êşa xwe ber bi kêliyên dawî ve diçe, çete bi îsrar bûn ku rê venekin. Di encamê de dayik û zaroka wê ya ku çavên xwe li cîhanê venekir, jiyana xwe ji dest dan. Di vir de çeteyan berjewendiyên xwe ji êşa jinê girîngtir dîtin. Ev jî sûcekî  li dijî wê dayik û zarokê bû. Çeteyan du kes kuştin."
“Ji bo ku çixare bi min re negirin, min xwe li sînoran da”
Wefa da zanîn ku sedema reva wê ya ji Çiyayê Kizwanan ber bi Tirkiyeyê ve çeteyên DAIŞ’ê bûn û wiha serpêhatiya xwe vegot: "Carekê ez ji Hesekê ku li gorî wan ew bajarê kafiran e, ji ber ku şervanên YJP/YPG'ê lê hene, vedigeriyam min girtin. Çeteyan ez wekî jin kontrol kirim ku di tu dewletan de tune ye polîsekî mêr jinek kontrol bikin lê wan hemû nirxên mirovahiyê bin pê kirin. Lê şansê min gelekî baş bû ku çixare bi min re negirtin, ger ku bigirtana wê bavê min ji bicelidandana. Lê ji bo ku ez malbata xwe neynim wê rewşê û astê, ez ber bi Tirkiyeyê ve reviyam û li wir nêzî 8 mehan bi cih bûm lê pir zor bû. DAIŞ’ê li mizgeftan, di bin navê îslamê de zarok fêrî qetil û serjêkirina mirovan dikirin. Zarokê ku nediçû mizgeftê jî wê bira ango bavê wî bigirtana û li ber her kesî wî bicelidandana."
“Tesaduf û mûcîzeyeke pir bi nirx e”
Wefa da xuyakirin ku gelek dayikên temenê wan mezin dikaribûn li hemberî DAIŞ'ê şerekî bidin meşandin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Tevî ku tiştekî biçûk e lê dikaribûn DAIŞ'ê bişkînin. Dayikên temenê wan mezin ên ku nexweşên demdirêj û bêhntengî bi wan re hebû, dikaribûn rê nedin çeteyan ku lixwekirina çarçefa reş li wan ferz bikin. Carekê dayikekê ji çeteyekî re got: “Ger di zivistanê de çarçefê ferz dikin, di havînê de wê rewşa me çawa be? Lê Xwedê we nehêle û heya havînê hûn li vir nemînin. Bi rastî jî di havînê de şervanên YPJ/YPG xwe gihandin hawara me û me ji çeteyan rizgar kirin."
“Yekem jin ji Çiyayê Kizwanan tevlî HPC-JIN bû”
Wefa da payin ku piştî mizgîniya rizgarkirina Çiyayê Kizwanan bihîst, di wan kêliyan de ger baskên wê hebûya ew ê bifiriya û wiha pêl da gotinên xwe: "Dema ku min mizgîniya rizgarkirina Çiyayê Kizwanan bihîst, baskên min hebûna ez ê bifiriyama û bihatama Sûriyeyê lê roja piştî rizgarkirinê ez derbasî Sûriyeyê bûm û ber bi war û stargeha xwe ve ketim rê. Roja ku ez hatim û min şervanên jin dîtin, min ew hembêz kirin û nû min hîs kir ez di aramiyê de me, ez bi şervanên wêrek û dilgerm re me. Lê piştî ku min her du şervanên jin dîtin, roja din şehîd bûn, şehadeta wan gelekî bandor li min kir. Ji ber vê yekê yekem jin di Çiyayê Kizwanan de min beşa parastina cewherî HPC-JIN hilbijart, da ku em xwedî li mafê jinan derkevim û bikaribim wê biparêzim, ji ber ku li herêma me jinan gelekî êş kişand."
“Dayik li kolan û taxan, keç û law jî li çeperan şerê hebûna xwe dikin”
Wefa guhertin û veguhertinên ku jinên Ereb piştî rizgarkirinê bi xwe re anî wiha got: "Ya ku herî zêde jinan dikarîbû tê de bi ser bikevin, şikandina dîwarê tirsê û bêdengiyê bû. Bikaranîna çekê yek ji ew destkeftiyên dîrokî ye, piştî hilweşandin û têkbirina DAIŞ'ê li herêmên me. Mînak jinên ku li Çiyayê Kizwanan endamên parastinê ne, piraniya wan dayikên temenê wan mezin in. Mezinbûna temen li pêşiya armancan nabe asteng. Dayik li kolan û taxan, keç û lawên wan jî li çeperan şerê dijminê mirovahiyê dikin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem dayik û hem zarok welatê xwe diparêzin."
“Divê çete li ber çavên me werin darizandin”
Wefa wekî jineke Ereb ji Çiyayê Kizwanan ku gelek êş ji çeteyên DAIŞ'ê dîtiye daxwaz dike ku dadgeheke navdewletî ava bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wekî jinên Ereb, jinên ku rastî îşkenceya DAIŞ’ê hatin, daxwaza dadgeheke navdewletî dikin. Divê ku çeteyên DAIŞ’ê li ser vê axê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin darizandin, ji ber ku wekî gelê vê herêmê me zirar dît û ji mafê me ye ku em wan li gorî sûcên kirine, bidarizînin. Ez ê bi xwe li pêşiya çeteyan bisekinim û li gorî sûcên kirine wan bidarizînim."