Ji çinarên Çiyayê Kizwanan Zehra Birahîm

Zehra Birahîm ya ku ji kêliya çavê xwe li cîhanê vekiriye, li Çiyayên Kizwanan di nava rêwîtiyeke pir zehmet re jiyana xwe derbas kiriye da zanîn ku rêhevala roj û karên wê yê zehmet ku tu kes an jî wesayît û motosiklêt nikariye bike, ker dike û da zanîn ku ker alternatîfa erebeyane li Çiyayê Kizwanan, di hemû rêwîtiyên zor de bi wan rene ji ber wê jî qîmetê ker zêde ye li gel wan.

SORGUL ŞÊXO 
Hesekê- Zehra Birahîm a 65 salî ya li gundewarên Çiyayê Kizwanan hatiye dine û hemû kêliyên jiyana xwe li wê derbas kiriye, li gel karên zehmet ên gund hêz, raman û girêdana bi çanda resen ve xurtir kiriye. Qermîçokên rû, dest, awirên çavên wê yên bedew ku ji ber westandin û keda 65 salan av lê zêde bûye, asta westandin, xem û kulê ku kişandiye diyar dike. Dema ku mirov li gel dayikeke temen mezin dirûne, dikare gelek tecrûbeyan jê bigre ku di rêwîtiya jiyana xwe de pêk bîne. Jinên gundan, ew jinên ku rastiya jiyanê û gundewariyê nîşan didin e. Bi qasî têlên porê xwe yê spî ked dane û nifiş perwerde kirin e. Bi qasî rondikên ku barandine, ewqasî dilxemgîn in. Dema ku tu dikevî kûrahiya çavên dayikan de, cîhaneke pir bedew ku bi rengên vekirî hatiye xemilandin dibîne. Tu di çavan de baxçeyekî ji gulên rîhan, sosin û nêrgizan dibînî. Hember ewqase xemgîniya ku jiyan kirin e, lê dema ku diken in jî cîhan bi wan re dikene, dil bi wan re dikene û bêyî ku mirov xwe hîs bike dikeve cîhana wan de. Li aliyekî din dayikên ku gorî kevneşopiya dapîr û bapîrê xwe rêwîtiya xwe domandin e û heya roja îro anîn e, dikarîbûn ku wê kedê biparêzin. Dikarîbûn dîrok û çanda dayikên xwedawend ji hişmendiya baviksalariyê biparêzin. Dikarîbûn heya astekê jî keda xwe ji mêr biparêzin û wê ayîdê xwe bihêlin. Ji ber ku bi pêşketin û derbasbûna dîrokê re, êdî mêrê serdest yê ku ji ked û afirandinên jinê ji jiyanê re, diqeherî ango ne li gorî mejiyê wî bû, xwest jê bigre û ayîdê xwe bike. Jinên gundan ew jinên wêrek, dilnizmin û rû ken in.
Li Çiyayê Kizwanan jî dayikeke bi navê Zehra Birahîm ku temenê wê jî 65 sal e, heye. Piştî ez derbasî gund bûm, ez li ber siya malekê rûniştim, ji ber ku germahî zêde bû, min xwest bihnekê vedim paşê dest bi kişandina dîmenan bikin. Lê di dema bihinvedanê de çavên min li dayikeke temen mezin bûye, pişta wê xûz bûye di heman wextê de bi benê kerê girtiye, av li ser bar kiriye û wê li peyî xwe dikşîne, ket. Di wê demê min nas kir ku çima cîhan heya niha bi xêr e, çima gerdun heya niha heye û li ser lingê xwe ye. Wê dayika temen mezin, barê gerdunekê hilgirtibû ser milên xwe, bi êşa salan re dimeşiya û dihizirî. Lê ya jê balkêştir jî ew e ku ne tenê ew bar hilgirtiye lê ker a wê jî heman bar rakriyie. Di civaka xwezayî de têkiliyeke pir xurt di navbera jin û lawiran de heye, ji lewra wekî rêheval ên hev têne naskirin. Ji ber wê jî dayika Zehra bi heman hişmendiyê heya roja îro hatiye. Piştî ku min ew dît min xwest ku vê bikim mijara nûçeyê. Ji lewra me berê xwe da mala dayikê û çend kêlî ji wextê wê girtin, da ku serpêhatiya wê nas bikin û bi xwendevanên xwe re jî parve bikin.  
“Em tîna rojê û bêrîkirina rojên bûrî, bi bîranînan dikewînin”
Zehra bi van gotinan em vegerandin salên bûrî: "Ji zaroktiyê de dapîr û bapîrên me li Çiyayê Kizwanan ango Çiyayê Evdil Ezîz dijîn. Jiyana berî pêşketina tiknilojiyayê pir binirx bû. Ruxmî ku di wan salan de karê me pir bû, mînak ji xwedîkirina pez, çêlek, kilandina dew, dotina pez, çêkirina penêr, malên ji pûş û birandina kelpîçan, lê me hîs nedikir ku em diwestin. Berovajî wê di wan rojan de têkiliyên me yên civakî li pêş bû, alîkarîdayina hev, hîskirina cîranên xwe û dermankirina bi gîhayên xwezayî û gelek karên din. Her sal da ku pezê xwe bibin çolê, me koç dikir û ber bi zozanan ve diçûm, ji ber li wir şînkayê pir zêde bû. Ne tenê ev, em ji çiyê dadiketin dihatin av ji kaniyên gundê Xera dikişand serê çiyê. Em ne diwestiyan,berovajî wê me gelekî kêf dikir û em bi wan rojan pir kêfxweş bûn, ku heya niha tenê bîranînên xwe ji me re man. Lê ya ku ewqase roj ên zehmet bi me re derbas kir, şev û roj li ber germahiyê bû jî heye. Yek ji sembolên Çiyayê Kizwanan ker e, ji ber ku ew tenê dikarîbû karên dijwar, di rêyên dirêj de bimeşe, bike. Me av li ser pişta kerê bi beydonan dikir xorçikê wê û ber bi çiyayê Kizwanan ve derdiketin."
“Bi vî temenê xwe, ji ciwanên îro bi hêztir û zîrektir im”
Zehra da xuya kirin ya ku heya niha hiştiye li ser lingên xwe bimîne û hember nexweşiyan xwe biparêze, rûnê erebî û xwarinên xwezayî bûn û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Biborîne! Me di salên berê de tiştekî hazir ne dikirî û nas nedikir jî. Xwarin û vexwarinên me ji xwezayê û tiştên xwezayî bûn. Dew, mast, xurme, kizwan, ava ji kaniyan û gelek mînakên din hene ku ez bibîr bixim lê ev hemû jî ji keda destên me bû. Taybet rûnê erebî yê ku me beriya 50 salî dixwar heya niha me ji nexweşiyan diparêze. Ji ber wê ye ez heya niha li ser lingên xwe sekinî me. Xêra axa me pir e, dema ku xweda jî baranekê bişîne dilê her zindiyekî rihet dibe, xweza bi xwe jî şîn dibe. Aniha ez di vî temenê xwe yê mezin û pîrbûna xwe de me, lê ez ji ciwanên niha bi hêztir û zîrektir im. Ez li tenduristiya xwe miqate me, ez tenê goşt û rûnê pez, xurme û şîr vedixwim."
“Ker rêhevalê me yê rê û karên zehmet e”
Zehra behsa alternatîfa erebe û motosiklêtan li Çiyayê Kizwanan kir û wiha pêl da gotina xwe: "Ji ber ku herêma me herêmeke çiyayî ye, ji bo erebe û motosiklêtan pirsgirêk e. Yên ku erebeyên wan jî hebûn pir kêm bû. Li çiya tenê basek hebû, ew jî her du 3-4 mehan carekê em dadiketin bajêr, pêwîstiyên xwe dianîn û dihatin. Ji ber wê alternatîf hatin peydakirin û her kes ji vê yekê razî bû. Ew jî ker bû. Ji roja ku em ji dayik bûne, em dizanin ku ker heye û di her kêliyê de bi me re ye. Lê bi derbasbûna demê re gelek yên xwedî ker, erebe kirîn û dest ji xwedîkirina ker berdan. Lê me wiha nekir ji ber ku em keda wê û sekna wê di rojên zehmet bi xwe re ji bîr nakin. Ne tenê em avê li ser pişta wê dikin lê di gihandina êzingan ji nav zeviyan de jî her wiha alîkariyê dide şivan jî ku pez ê xwe pê biçêrîne. Di ciwantiya xwe de û heya salên dawî de tê bîra min, min jî xwe li kerê dikir û bi çiya van hildiperikîm. Hezar ax li roj ên berê, bi qasî westandina xwe ewqasî xweş û bi kêf bû. Lê niha keçên min şûna min girtine. Ker ew rêhevala me ya roj û karên zehmet bû û heya niha jî."
“Roja ker nexweş dikeve, em hemû diêşin”
Zehra behsa xwedîkirina kerê dike û vî yekê tîne ziman: "Ker wekî wê wekî pez, pez çi dixwe ew jî wiha ye. Roja ku ker nexweş dikeve, em hemû ji ber diêşin, ji ber ku parçeyek ji me ye. Dema ku nexweş dikeve, em şîş ango hesinekî gerim dikin û bi laşê wê dikin, wekî çawa em zarokan dax dikin û baş dibin, ew jî bi daxkirina hemû êş û nexweşiyên wî diçin. Nexweşiyeke din jî bi navê girûn heye, piştî ku ji pozê kerê xwîna qirêj dertînin baş dibe."
“Alternatîfa erebe û motosiklêtan”
Zehra bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Ruxmî ku ereb û motosiklêt pêşketine, lê ez dest ji kerê bernadim. Yên ku di rojên dijwar de li kêleka me bû, em ê çawa di rojên kêfxweşiyê de dest jê berdin. Erebe gelek caran xira dibin, banzîn yan jî mazotê wê xilas dibe û di nîvê rê de û li çolan carnan disekine. Mesrefa wê jî pir zêde ye, lê yên ku keran bikar tînin ewqase zehmetî nakşînin û bi ewqase pirsgirêk re rû bi rû nayên. Ker di her kêliyê de amade ye, şev û roj, havîn û zivistanê de hazire. Erebe û motosiklêt disekinin, lê ker nasekine derveyî ku xweda bixwaze, ew gotin têde nabin. Riyên zehmet ji motosiklêtan zêdetir ker têre derbas dibin. Ji lewra gavên keran li her derê Çyayê Kizwana, deşt û newalan heye, gavên wê jî pîroz û bi nirx in."