Tûndiya li ser jin di her qadê de belav dibe

Ji ber polîtîkayên mêr-dewletê yên li dijî jinan, tundî û êrişên li ser jinan jî her ku diçe kûrtir dibe. Jinên li Xezayê yên ku spora meşê dikin bi tundî û êrişa devkî re rû bi rû dimînin.

RAFIS ESLEEM

Xeza – Werzîş ji bo jinan mafek e. Di dema borî de, hejmara jinên ku li Xezayê werzîş dikirin pir kêm bû, lê niha roj bi roj hejmar zêdetir dibe, ku ev yek jî nîşan dide ku di çanda wan de guhertinek heye. Lê jinên ku li Xezayê spora meşê dikin gelek caran bi tundiyê re rû bi rû dimînin û rastî êrişa devkî tên.

Şêrîn Meqdad diyar kir ku ew qet guh nade rexneyên tund û şîroveyên neyînî yên ku dema sopra meşê dike dibihîze û wiha pê de çû: “Ez ji bihîstina van hevokên neyînî ji hevjînê xwe westiyam. Piştî ku giraniya min zêde bû, hevjînê min her roj henekê xwe bi şeklê laşê min dikir. Min biryar da ku ez biçim meşa rojane, her roj saetekê û beşdarî salona werzîşê bibim. Roj bi roj, min bandora vê werzîşê li ser laşê xwe dît û êşa ku min di lingên xwe de dikişand winda bû. Ez jinan teşwîq dikim ku vê werzîşa hêsan bikin ji ber gelek feydeyên wê li ser tenduristiya derûnî û laşî heye.”

‘Divê jin qet guh nedin gotinên neyînî’

Nesma Ebû Hesîra bal kişand ser wê yekê ku pêwîst e jin li tenduristiya xwe xwedî derkeve, bi taybetî ku dema karê xwe yê malê bi cih tîne ji bîr dike ku li tenduristiya xwe xwedî derkeve û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Jin li ku derê bin jî rastî gotinên neyînî tên, ji ber vê yekê divê jin qet guh nedin gotinên neyînî.”

‘Gelek kesan henekê xwe bi şekle laşê min dikir’

Lîna Şekşek got ku ew ji ber giraniya xwe ya zêde rastî gelek gotinên neyînî dihat û wiha anî ziman: “Gelek kesan henekê xwe bi şeklê laşê min dikir, ez bi vê yekê pir diêşiyam. Min biryar da ku ez biçim werzîşê. Dema min spora meşê dikir gelek caran rastî gotinên neyînî dihatim. Piştî ku mehek derbas bû, min gelek guhertinên ku di tenduristiya min a laşî de xuya bûn dît.”

‘Divê civak dev ji vê nêrîna neyînî ya li ser jinan berde’

Rahêner Nehîl Elyan anî ziman ku werzîş mafê jinan e û azadiya wan heye ku her cûre werzişê bikin û wiha got: “Divê civak dev ji vê nêrîna neyînî ya li ser jin an keçên ku werzîşê dikin berde. Xwedîderketina li tenduristiya derûnî ya jinan bi tenduristiya bedenî re wekhev e, ji ber vê yekê divê jin zanibin ku lênihêrîna tenduristiya xwe hewcedariyek e. Spor me ji gelek nexweşiyan diparêze.”