Têgehên zayendperest bi saya kampanyayên hişyariyê diguherin

Tevî ku hin kes texmîn dikin mijarên tenduristiya zayendî û zayînê di civaka Misrê de hesas in jî di projeya "El-Hub Seqafa" de, berevajî vê yekê têkiliya erênî ya li ser naveroka projeyê hat piştrastkirin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Gelek têgehên şaş ên der barê pergala zewacê û zarokbûnê de ji nifşek derbasê nifşên din bûn û li ser taybetmendiyên malbatên Misrê serdest bûn. Ji ber vê yekê civaka sivîl û rayedarên fermî yên jêhatî zêdetirî sih sal in li ser dixebitin ji bo ku vê yekê çareser bikin.

Semir Amir a 36 salî diyar kir ku zewac ji bo wê ne karekî pêşîn e ger ew bi kesek ku ji aliyê rewşenbîrî û civakî ve li gorî xwe bibîne dê bizewice dijberî vê dê zewac bibe ezmûneke têkçûyî û wiha got: “Tevî ku her kes ji min re dibêje êdî tu nema dizewicî ji ber ku tu pir mezin bûyî jê ez qet guh nadim gotinên wan û ez ê têkçûnê qebûl nekim. Ez gelek keçan nas dikim ku di temenekî biçûk de zewicîn, her çendî ew hevalên min ên dibistanê bûn jî ji ber berpirsiyariyên zewacê yên ku ji hêza wan zêdetir bû, temenê wan pir mezin xuya dike. Zewaca min bi mêrekî minasib re ji anîna zarokên ku ez nikarim wan mezin bikim pir girîngtir e, ji ber ku ew dibin barek li ser civakê û li ser min.”

Xebata ji bo zagonan bandorê li ser cezakirina sûcdaran kir

Xebatkara civakî ya Weqfa Pirsgirêkên Jinên Misrê, Îman Mihemed, di wê baweriyê de ye ku gelek têgehên zewacê û zarokbûnê di dema dawî de bi saya kampanyayên hişyariyê hatine guhertin û wiha pê de çû: “Zewaca di temenê biçûk de jî ji nîqaşên berdewam ên der barê zirara wê de bi bandor bûye. Civaka sîvîl ji bo bilindkirina hişmendiyê hewldanek mezin dide û têgeh li deverên bajarî ji sedî 60 hatine guhertin lê li gund û Misra Jorîn hê hewceyî hewldanên mezintir bin. Xebata ji bo zagonan û tundkirina cezayên ji bo tawanbarên ku sûc li dijî keçan dikin di bandorkirina kolana Misrê de lîst û ji bilî bilindkirina hişyariyê, alîkariya guhertina gelek têgehan kir.”

“Gelek jinên ciwan bêyî ku bizanibin zewac çi ye tên zewicandin”

Semah El-Cemir a ku nexwest navê wê yê rast were eşkerekirin got ku gelek keç hene jiyana zewacê pir nizanin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Diya min ji min re digot ku qet nabe behsa tiştên ku ez di mala hevjînê xwe de dikşînin bikim, ji ber ku ew pir şerm e. Piştî deh salan ji zewacê hevjînê min ji min re got tu ne amade yî û jineke duyem anî. Ez difikirîm ku xizmeta min ji hevjîn û zarokên min re bes bû. Min tendurustî û bêhnfirehiya xwe winda kir û ez beriya wextê xwe mezin bûm, hevjînê min dev ji min berda û bi keçek xwenda re zewicî. Gelek kes hê jî di wê baweriyê de ne ku jin dema dizewicin divê yekser zarokan bînin bêyî ku guh bidin şiyana wan a tenduristî û derûnî. Di nav jinan de guherînek nisbî heye, ji ber ku piraniya wan dixwazin her axaftinek têkildarî tenduristiya zayendî zanibin û guhdarî bikin û gelek kes êdî bi dengekî bilind dibêjin divê keç bixwînin.”

Rêvebera Projeya El-Hub Seqafa Sandî Ebd El-Mesîh destnîşan kir ku projeyê di nav gel de pêdiviya peydakirina zanyariyên zanistî li ser mijarên têkildarî tenduristiya zayendî û zayînê peyda kiriye û wiha axivî: “Tevî ku ji hêla hin kesan ve tê texmînkirin ku pirsgirêkên tenduristiya zayendî û zanînê di civaka Misrê de hesas û nexwestî ne, me di Projeya El-Hub Seqafa de berevajî vê yekê hîs kir. Têkilî ne bi temenek, çînek civakî, yan beşek taybet re sînordar bû ku di encamê de berfirehbûna derdorên nîqaşê li ser mijarên tenduristiya zayendî û zayînê bû. Destpêk li ser esasê perwerdeya zayendî ya rast ji bo zarokan e. Me kampanyayek bi sernavê "Min Sixerî" da destpêkirin ku mebesta wê ew e şîretan ji lênêrînan re der barê perwerdeya zayendî ya ji bo zarokên heta 10 salî pêşkêşî bike û li ser geşepêdana zayendî û jêhatîbûnên têkildarî tenduristiya zayendî nîqaş bike.”