Sîstema sermayedar dixwaze bi riya pirzewaciyê bi jinan li jinan bide

Di bin navê xizmetkirina xwestekên mêr, bi temamî sîstema sermayedar aqilê civakê bi kar tîne da ku pirzewaciyê normal bike û her mêrek bikaribe li gorî dilê xwe dubare bizewice.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Me di beşên din ên dosyayên der barê pirzewaciyê de gelek alî raxistin ber çavan, di vê beşê de em ê behsa siyaset û rêbazên wê bikin ku jin çawa neçar dibin zewaca li ser xwe bipejirînin. Mêr bêbandorkirina hizrên jinan weke rola xwe ya sereke dibîne, ji bo berjewendiyên xwe ji bo jin xwe radest bikin sîstema sermayedar û sîstema desthiladarê, di hewldana bêhêzkirina jinan de ne. Ji bo normalkirina mijara pirzewaciyê dubare hewl didin bi jinan li jinan bixin û piştre hemû nakokiyên di civakê de bixin stuyê jinan.

Rêvebirina vê pêvajoyê bi riya siyaseta taybet ji bo şûştina mêjiyê ciwanan tê meşandin, bi destdanîna ser xala herî hestiyar, niha ji ber nebûn û xirabiya rewşa aborî, avakirina fikrên cuda, di civakek ne hişyar de, careke din ev rewşa ku niha jin tê de ne dubare dibe, ev jî ji ber aqilê mêrsalarî û serdestiya desthilatdariya mêr a li ser jinan e.

“Pirzewacî di bin navê kêmbûna jinan û têrkirina xwestekên mêr de pêk tê”

Endama rêxistina pêwendiyên jinên Kurd RÊPAK Şîlan Şakir diyar kir ku pirzewaciyê çavkaniya xwe ji aqil û zîhnyeta ku di ola Îslamê de jî heye girtiye û wiha got: “Pirzewacî diyardeyek di asta herî jor de hewldana kêmkirin û bêwatekirina jinan û kolekirina wan e. Bi awayek giştî bi zîhniyeta mêrsalarî bûyerek ji bo hezkirin û xwesteka mêran e. Ev mijar di civakên Rojhilata Navîn de weke çandek hatiye, ji derveyî baweriyan, ew sîstema ku îro cîhanê bi rê ve dibe bûye sedemek din a modern ji bo ev çande heta niha berdewam bike.”

“Bi siyasetê wisa li jinan dikin ku pirzewaciyê qebûl bikin”

Şîlan Şakir bi bîr xist ku niha hemû tişt bûne pere, di vî alî de para herî mezin a sîstema sermayedar, ew civakên ku dikevin bi bandore sîstema sermayedar, civakek ne hişyar e. Ji ber wê gelek jin dikevin bin bandora pere û serwetan, ji ber ku sîstem weke makîneyek her dem kar li ser fikrên jinan dike û got: “Niha di nava civakê de nêzî ji sedî 90’ê pirsgirêkên derûnî hene, rasterast wisa li civaka Kurd hatiye kirin ku malbat û jin bikevin bin bandorê. Li aliyek din siyasetmedar bi aşkerayî vê mijarê bi riya ragihandinê vedibêjin, dema ku pêşengên civakê bi vî awayî bin, ciwan jî dikevin bin bandora vê sîstemê.”

“Sîstema sermayedar hewl dide jinan bike kole”

Şîlan Şakir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek caran di rêxistin an jî dadgeh û zagonan de tê gotin ku jin ji pirzewaciye razî ne lê belê tu dem me ji xwe nepirsiye ka gelo ev jin çawa gihîştine asta razîbûnê, yan jî çi pêwîstî ji bo jinan nehatiye kirin ku ketine vê rewşê. Divê lêkolîn der barê razîbûna jinan a ji bo pirzewaciyê were kirin ka gelo pirsgirêk di aliyê derûnî de heye, yan jî nebûne cihek ku jin tê de bimînei yan jî tirsa tenêbûnê ye? Ev hemû bandora sîstema sermayedariyê ne û vê sîstemê her dem hewldana kolekirina jinan daye. Li beramberî wê jî wisa li mêr dike ku bi pey xweşiktiya jinan bikevin, niha jî biryarê li ser jinên didin.”

“Jinan bi fikrên cuda nîşan didin”

Şîlan Şakir wiha got: “Li Başûrê Kurdistanê bi riya perwerde û ragihandinan bi fikrên cuda wisa li jinan dikin ku wan parçe dikin. Weke mînak li aliyekî jinek modern, li aliyê din jî jin divê di bin siya mêr de bin, ev jî ji bo ciwanan dibin sedemên têkdana mejî û kareset û êdî ciwan nizane li kîjan aliyê çi hewlwestê nîşan bidin. Hemû civak xwedî çand û kevneşopiyan in dive heta astekê kevneşopî li ber çav werin girtin.”

“Civak û sîstem dixwazin bi riya pirzewaciyê bi jinan li jinan bidin”

Şîlan Şakir diyar kir ku pirzewacî bûye sedem ku bi jinan li wan were dayîn, ji ber yek ji xwestekên sîstema sermayedar ev e û wiha got: “Jin ku xwedî mal û malbata xwe ne û jinek din li ser wan tê, di nava mêr û du jinan de pirsgirêk derdikevin. Divê çareseriyek ji vê rewşa jinan re were dîtin, ji ber wê niha malbat di astek xirab de ne divê jin bi giştî, bi taybetî ew jinên ku dixwazin bibin xwedî malbat, nekevin bin bandora sîstema sermayedar, têkoşînê li hemberî vê rewşê bidomînin, ev jî bi riya zêdekirina hişyarî û guftogoyên li gel aliyên din wê bigihîjin encamê.”