Rûxmê êrîşên dagirkeriyê destpêşxeriya civakî: Em dest bidin hev

Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Zirganê û jinên gundê Şorê yên behsa destpêşxeriya civakî ya ku di nava êrîşan de didome kirin, bal kişandin êrişên dewleta Tirk û gotin: “Em dest bidin hev û pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Di nava êrîşên dewleta Tirk de li ser navçeya Zirganê ya Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gel û saziyên Rêveberiya Xweser bi hev re li dijî êrîşan di nava pêşbirika berxwedanê de ne. Şaredariya Gel bêyî rawestan di nava êrîşan de xizmeta civakê dike û erkên xwe pêk tîne. Niha li gundewarên navçeya Zirganê 8 jenerator avê didin zêdetirî 30 gundan. Ev jenerator li gorî pêwîstiyên gundan û şêniyan bi avê tên vêxistin.

Şaredariya Gel di sala 2018'an de jeneratorek ji bo gundê Şorê yê rojava û rojhilatê navçeyê li ser hewaza avê bi cih kir. Dema ku jenerator ji xizmetê derdikeve, civak zend û bendên xwe hildide û dest bi destpêşxeriya civakî dike. Li ser vê mijarê jî hevseroka Şaredariya Gel Şêrîn Miho û jinên gundê Şorê axivîn.

Hewza Şorê avê dide 7 gundan

Şêrîn Miho got ku tevî zirarên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker dibînin jî dest ji xebat û xizmeta civakê bernadin û wiha got: "Niha em li gundê Şorê ne, ji bo rewşa civakê û xizmeta ku di nava van êrîşan de digihîje wan, îro em li vir in. Ji bo ku ava şêrîn a vexwarinê bigihîje civakê, me ji sala 2018`an ve jeneratorek daniye ser hewza avê." Şêrîn da zanîn ku rojane bi qasî 9 saetan jenerator tê vêxistin û hewz avê dide 7 gundan.

'Êrîş û aboriya kêm li hemberî destpêşxeriya civakî nebû asteng'

Şêrîn Miho bal kişand ser pirsgirêkên ku di jeneratorê de derdikevin û wiha helwesta xwe a civakê anî ziman: "Jenerator berî demekê ji xizmetê derket lê belê weke şaredarî em bi tenê nikaribûn çêbikin ji lewre şêniyan dest bi destpêşxeriya civakî kirin. Ev bû alîkar ku em bi hev re jeneratorê çêbikin û careke din avê bigihîjînin bi hezaran malên ji 7 gundan." Şêrîn Miho bal kişand ser dildariya civakê û got: "Ne êrîş û ne jî aboriya civakê ya kêm dikaribû li hemberî destpêşxeriya civakî bibin asteng."

Ji bo 7 gundan 20 sal in xizmetê dike

Meha Oskan jina ku zêdetirî 20 sal in hewza avê ji xirabiyan diparêze û ji bo ku av bighêje şêniyan jeneratorê vêdixe. Meha Oskan der barê karê xwe de vê dibêje: "Hem rêveberiya mala xwe dikim, hem hewzê avê birêve dibim û ji bo ku av bigihîje 7 gundan jeneratorê vêdixim û zembelan vedikim. Li av û zeyta jeneratorê jî baldar im. Niha xelkê her 7 gundan bi av in. Li gorî gundên mezin û biçûk saetên vêxistina jeneratorê avê diguhere." Meha Oskan da xuyakirin ku ew 20 sal zêdetir e vê xebatê dike.

'Em dest bidin hev'

Meha Oskan êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tu cih û warê me ji bilî vî cihî tune ye ji lewre em li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe didin. Ji lewre ne giran e ku em îro dest bidin hev û pirsgirêkên xwe yên xizmetguzariyê çareser bikin."

'Ne baxçe hişk dibin ne jî lawir tî dibin êdî'

Emşa Hisên yek ji jinên ku ji ava hewzê sûdê digre ye wiha behsa erêniyên wê dike û dibêje: "Em ji vê avê gelek razî ne, ava ku em dikarin pê hemû pêwîstiyên xwe bi cih bînin. Ava ku mirov, lawir û xweza jî pê re geş dibin." Emşa bilêv kir ku wan li ser avê gelek baxçe çandine û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ava şor ji bo her karî nabe ji lewre ya herî baş ava şêrîn a vexwarinê ye. Ji bo ku baxçeyên me hişk nebin û lawirên me tî nebin, dema jenerator xirab dibin em nîvê heq didin û ligel şaredariyê çêdikin."