Rêxistina Nûdem ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet dixebite

Endamên Rêxistina Nûdem diyar kirin ku ew dixwazin balê bikşînin ser pirsgirêkên mirovên xwedî pêdiviyên taybet.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Nûdem rêxistineke mirovî ye ji bo alîkarî, rehabîlîtasyon, pêşxistin û destekdayîna kesên astengdar ên xwedî pêdiviyên taybet dixebite. Di sala 2021’ê de ji aliyê komek jinên Kurd ve li bajarê Qamişloyê hatiye avakirin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dike. Ew armanc dike ku li gorî prensîb û nirxên mirovî lênêrîn, rehabîlîtekirin û entegrekirina kesên kêmendam di civakê de şiyariyê çêbike.

‘Kêmendamî li pêşiya min nebû asteng’

Nîroz Ehmed ciwaneke 18 salî ye li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwedî pêdiviyên taybet e, ji ber astengiya xwe nikaribû xwendina xwe ya dibistanê berdewam bike lê wê paşê dikaribû karê wênekêşiyê bike di medyaya Rêxistina Nûdem de û di heman demê de bi huner û karên destan re mijûl dibe.

Nîroz di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku îradeya wê ji zarokatiyê ve heye, hewl dide jiyana xwe bi hêz berdewam bike û wiha derbirî: “Ji zarokatiyê ve baweriya min heye ku kêmendamî li pêşiya min ne asteng e. Ez guh nadim gotinên neyînî yên ku tên gotin, malbat jî bi taybetî dayika min gelek bi min re alîkar e. Şoreşa Rojava gelek derfet dan, bi taybetî ji bo jinan ji bo tevlibûna nava civakê û gihîştina hêviyan. Ez jî yek ji wan im, min jî xwest vê derfetê qezenc bikim.”

Nûdem bû alîkar ji bo pêkanîna xeyalên Nîroz

Nîroz Ehmed destnîşan dike ku Rêxistina Nûdem a  ew endameke wê ye, bûye alîkar ji bo pêkanîna xeyalên wê û got: “Her dem min dixwest bibim wênevan, Nûdem ev yek pêk anî dema ku atolyayeke perwerdeyê vekir û ez jî beşdar bûm. Ez dixwazim hînî her tiştî bibim, loma min hez kir ku dest bi karên destan jî bikim. Niha ez berhemên xwe yên karên destan li ser rûpela xwe ya medyaya dîjîtal belav dikim û difiroşim.”

‘Divê civak hişyar bibe’

Nîroz Ehmed di dawiya axaftina xwe de xwest ku civak hîn bêtir hişyar bibe der barê kesên kêmendam de û got: “Pêwîst e civak bibe alîkar bi kesên xwedî pêdiviyên taybet re bêyî ku dilê wan bişkînin divê dilê wan şa bikin. Her wiha armanca min ew e ku di pêşerojê de bibim xebatkareke ragihandinê ya herî zîrek û serkeftî.”

Pispora piştgiriya derûnî ya di Rêxistina Nûdem de Mafalda Napolî ya Îtalî ku ji bo alîkarî û perwerdekirina li ser awayên piştgiriya mirovên kêmendam berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dibêje ku ji destpêkê Nîroz pir bi îrade bû lê hinek şerm dikir, paşê ev yek jî derbas kir.

‘Beşdarkirina mirovan a xebaran girîng e’

Mafalda Napolî der barê Rêxistina Nûdem û zarokên ku ew bi wan re mijûl dibe de got: “Rêxistina Nûdem ji ramana komek ji jinên Kurd ava bû. Armanca Nûdem beşdarkirina her miroveke di nav civakê de ye. Em dixwazin bi xebatên xwe bibin destek ji pêwîstiyên van zarokan re. Em bêtir zarok û ciwanan armanc digrin, ji ber ku em dikarin guhertinan bi wan re çêbikin, em zêdetir dikarin wan hînî danûstandin û her wekî din bikin.”

‘Ji bo alîkariya van mirovan divê amûrên jiyanê bên amadekirin’

Li gorî amarên Rêxistina Nûdem li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 38 hezar û 324 kesên xwedî pêdiviyên taybet hene.

Mafalda Napolî di vê der barê de dibêje: “Mixabin, hejmara zarokên astengdar li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde ye. A herî rast ew e ku mirov di sedemên astengbûna van kesan de asê nemîne û bêtir balê bikşîne ser rêbazên alîkarî û piştgiriyê. Di heman demê de gere jin û mêr testên xwe çêbikin berî ku bizewicin, ji bo nasîna lihevhatina xwînê. Li aliyekî din, gere her endamek civakê, sazî û rêxistin fêm bikin ku astengdarî ne kêmanî ye.”

‘Nûdem ji bo beşdarkirina kesên astengdar têdikoşe’

Mafalda Napolî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêşketina ku Rêxistina Nûdem bi dest xistiye di warê mijûlbûn û aktîfkirina rola kesên xwedî pêdiviyên taybet di civakê de û got: “Mijûlbûna bi zarokan re pir girîng e. Nûdem bi taybetî di sala 2023’an de gelek pêşketin bi dest xist, ji ber ku pir li ser endamên rêxistina xwe xebitî û perwerde kir ji bo ku bikaribin van zarok û ciwanan fêm bikin. Bi rastî li cem van zarokan jî pêşketinên berbiçav çêbûne ji ber ku rêbazeke saxlem tê bikaranîn. Em balê dikşînin ser jêhatiniyên van zarokan û ji bo beşdarkirina nava civakê têdikoşin.”