Li gundewarên Kasserînê jin li dijî guherînên avhewayê têdikoşîn
Jinên li deverên gundewarî yên Tûnisê dijîn, rojane çavdêriya guherînên avhewayê dikin û tevî şert û mercên dijwar jî hewl didin bi van guherînan re bijîn û ahengiyê mîsoger bikin.

ÎXLAS HEMRONÎ
Tûnis – Dibe ku gelek jinên li deverên gundewar dijîn têgeha "guherîna avhewayê" nizanin, lê çav û hestên wan qet şaş nabin. Bandorên van guhertinan ên li ser jiyana wan, kûr e. Jin, ji germahiya zêde ya havînê bigre heta sermaya zivistanê ya cemidî, ji kêmbûna avê bigre heta guherînên demê berf û baranê yên guherbar û heta şewatên daristanan ku gefê li çandinî û ajalan dixwe, têkoşîna jiyanê didin.
Bi her demsalê re, çavdêriyên wan ên rojane zanîna wan a pratîkî ya li ser hewa û avhewayê şêwe dike. Jin ji guhertina demjimêrên xebatê bigre heta depokirina avê û parastina berhem û ajalan bi pêşxistina stratejiyên cûrbecûr, li hemberî xwezayê li ber xwe didin û hişmendiya xwe ya hestyarî vediguherînin zanîna jiyanê ya berbiçav û li dijî avhewaya her dem diguhere, li ser piyan dimînin.
Zehmetiyên rojane
Li vir, çîrokên jinên li bajarê Kasserîne yên ku van guherînan bi rojanê dijîn derdikeve holê. Çîrok bi Zamurda Falhî ya li devera gundewar dijî, dest pê dike. Zamurda Falhî, da zanîn ku her çend têgeha “guherîna avhewayê” nizane jî, di salên dawî de guherîna demsalan ferq kiriye. Meha Tîrmehê, bi awayekî neasayî germ derbas dibe û sermaya meha Çile jî nayê tehemûlkirin. Zamurda Falhî, wiha dibêjê: "Germahî êdî bi havînê re sînordar nîne, belavî gelek mehan bûye. Lê berê, tenê havîn germ derbas dibû.”
‘Herî zêde jin bibandor dibin’
Zamurda Falhî, diyar dike ku jinên li deverên gundan ji yên li bajaran zêdetir ji van guhertinan bandor dibin û wiha axivî: “Ji ber ku jin piraniya demê xwe di bin tavê de derbas dikin û nêzîkî xwezayê dijîn, di havînê de zêdetir rastî germahiyên bilind û di zivistanê de jî rastî sermayê tên. Ev guherîn, bandorê li ajalan, darên bilind û nebatan jî dikin. Germahî karê jinan asteng dike û him zarok û him jî kal û pîr bandor dibin. Ji ber ku jinên li deverên gundewar him barê malê û him jî civakê hildigirin, him havînê û him jî zivistanê herî zêde ew ji guhertinan bandor dibin.”
‘Em li gorî şert û mercên avhewayê tevdigerin’
Bi zêdebûna van guhertinan re, ji bo jinan çûna çiyayan a ji bo xebatê bûye dijwariyeke mezin. Zamurda Falhî, wiha dibêje: "Ev kar ji bo me jinên ku diçin çiyayan, pir dijwar bûye. Şert û mercên hewayê nahêle ku em li wir bixebitin. Jin niha de dest bi şopandina birêkûpêk a nûçeyên hewayê dikin. Bi vî awayî karên xwe yên rojane li gorî pêşbîniyê organîze dikin û ev jî dibe alîkar ku ahengiyê mîsoger bikin.” Zamurda Falhî, balkişand ser kêmbûna avê jî û wiha got: "Ji ber ku av kêm e, em bi qasî ku ji destê me tê avê depo dikin. Dema av tê hemû pêdiviyên xwe mîsoger dikin û dema av nebe jî avên di depoyan de bikar tînin.”
Bandorên rasterast ên li ser çandinî û kar
Cotkara jin Dalîla Talbî jî, da zanîn ku beriya niha qet têgeha "guherîna avhewayê" nebihîstiye, lê di salên dawî de avhewa pir zêde guheriye û wiha axivî:“Êdî hewa nearam e, havîn pir germ e zivistan jî ji berê sartir derbas dibe. Berf êdî di dema xwe de nayê û carna ji derveyî demsala xwe dibare. Her wiha havînê gelek caran şewat derdikeve û bandorên van şewatan li seranserê herêmê belav dibin û di tevahiya demsalê de dibin sedema bilindbûna germahiyê.”
‘Em havînek dirêj û dijwar derbas dikin’
Dalîla Talbî, da zanîn ku havînek dirêj û dijwar derbas dikin û wiha pê de çû: “Germahî di meha Tîrmehê de pir zêde ye. Di payîzê de jî germahî zêde ye. Kêmbûna avê gelek caran çêdike û ev yek bi taybetî bandorê li jinan dike. Van guhertinan rasterast bandor li çalakiyên çandiniyê li deverên gundewar dike. Ji ber ku nifûsa herêmî ji bo debara xwe bi giranî xwe dispêre çandiniyê, çalakiyên çandiniyê di havînê de bi tevahî radiwestin. Ev dibe sedema ku karkerên jin bê mûçe bimînin. Em di rojên ku nikarin ji ber germahiye bixebitin de, mûçe nagrin. Bi vî awayî kar bi tevahî rawestiyaye û dahata me jî qut dibe.”
Dalîla Talbî, destnîşan dike ku guherîna avhewayê bandorê li çalakiyên bazirganî jî dike û wiha dibêje: “Jinên ku berhemên xwe li sûkê difiroşin, tenê dikarin di saetên serê sibê de derkevin. Ji ber ku mirov di germahiya zêde de dernakevin derva. Ji ber ku em nikarin li bin tavê bimînin, gelek caran bêyî ku tiştek bifroşin beriya nîvro vedigerin malê. Em diwestin û roja din nikarin bixebitin.”
‘Jin pir zêde diwestin’
Dalîla Talbî, destnîşan dike ku germahî ne tenê bandorê li ser kar dike, di heman demê de bandor li tenduristiya jinan jî bandor dike: "Jin pir diwestin û em ji ber di bine tavê de dixebitin, bi nexweşiyên re têdikoşin. Jin ji bo mîsogerkirina debara xwe, neçar dibînin li ber xwe bidin û bixebitin.” Dalîla Talbî, balkişand ser mijara pirsgirêka avê û got: “Bi taybetî di hewayên germ de qûtbûna avê pir zêde tê jiyîn. Em neçar dibînin rêyên direj bimeşînin û avê bînin. Av pir kêm e û em neçarin kêm bikar bînin. Lê ev yek ji bo me barek mezin e.” Dalîla Talbî, da zanîn ev rewş ne tenê bandor li jinan dike, di heman demê de bandor li ajal û nebatan jî dike û wiha got:“Cotkarên ajalan zehmetiyên mezin dikişînin. Her ku germahî zêde dibe, gelek ajal dimirin. Berhemên çandiniyê jî bandor dibin. Agirên li çiyayan belavî erdên darên zeytûn, behîv û qeysî dibin û zirarên girîng didin.”
Dalîla Talbi, bi vê bangawaziyê dawî li axaftina xwe anî: "Em hewceyê çareseriyên rasteqîn in. Em çareseriyên ku dê li dijî germahiyê bisekne û ji bo mal û zeviyên me avê peyda bikin dixwazin. Di havînê de, em bi hişkbûn û germahiyê re têdikoşin û di zivistanê de jî, serma û berf nahêlin em bixebitin. Em di her demsalê de debara xwe winda dikin."
Rola jinê ya di têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de
Jina bi navê Thuraya Tarshî jî, bi awayekî zanatir nêzî vê mijarê dibe û dibêje: “Em îro bê guman guherînên avhewayê hîs dikin û bandora wan li ser jiyana me ya rojane dibînin. Germahî êdî ne mîna berê ye di sê salên dawî de carna digihîje 48 an jî 50 pileyan. Em van guhertinan di her hûrguliya jiyanê de hîs dikin.”
Mirov him gefê li xwe û him jî li nifşên din dixwe
Thuraya Tarshî, anî ziman ku li peravên welat herikînên deryayê yên bihêz çêdibin û ev yek jî dibe sedema xeniqîna gelek kesan. Thuraya dibêje ku sedema vê yekê rasterast bandora guherîna avhewayê ye û wiha didomîne: “Berpirsên serekê yên guherîna avhewayê mirov in. Welatên pîşesazî jî di vê yekê de rolek girîng dilîzin. Dema ku mirov girîngiya parastina xwezayê fam bikin û bizanin ku dermanên kêzikan û kîmyewî zirarê didin xwezayê û hevsengiya avhewayê têk dibe, wê ev bûyer kêm bibin. Mirov him gefê li xwe û him jî li nifşên din dixwe.”
‘Jin rasterast ji van guhertinan bandor dibin’
Thuraya Tarshî, axaftina xwe wiha domand:“Divê mirov bi qasî ku ji destê wan tê madeyên ku zirar didin xwezayê kêm bikar bînin û bi giştî xerckirina enerjiyê kêm bikin. Ji ber ku bandora vê xerckirinê rasterast bandorê li me hemûyan dike." Thuraya Tarshî, balkişand ser rewşa jinê jî û got: "Jin rasterast ji van guhertinan bandor dibin. Bi taybetî jinên ku li derve, di çandinî û jîngehê de dixebitin herî zêde van bandoran hîs dikin.”
Thuraya Tarshî, der barê rola jinan de wiha got: "Divê jin ji rola xwe agahdar bin. Berpirsyariya her mirovê ya li hember jîngeha xwe heye û divê wê biparêze. Pirsgirêka guherîna avhewayê tevahiya cîhanê eleqedar dike û bandorê li hemû civakan dike. Jin mîna hêmanek bingehîn a civakê, di vê têkoşînê de rolek girîng bilîzin. Bi pejirandina pêkanînên ku jîngehê diparêzin, dikarin beşdarî sivikkirina vê pirsgirêkê bibin. Ji ber ku guherîna avhewayê pirsgirêkek e ku tevahiya cîhanê pê re rû bi rû ye û jin di vê têkoşînê de aktorên sereke ne."