Projeya "Ji bo jinan cihên bi ewle" ji bo jinan xizmatên bi ewle pêşkêş dike

Projeya "Ji bo jinan cihên bi ewle" ya li Xezayê hewl dide ku bi hêsanî bigihe xizmetên bi ewle û li dijî rewşên zextê yên jin rastî wê tên xizmetên derûnî û parastina mafî dike.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Komeleya Çand û Ramanê Azad bi rêya beşên xwe hewl dide ku bi destpêkirina projeya "Ji bo jinan cihên bi ewle " qadên ewle ji jin û keçan re peyda bike ji bo ku wan biparêze, bi hêz bike û tevlîbûna wan di nava civakê de bi pêş bikeve.

"Armanc wan parastina ji zextên ku pê re rû bi rû dimînin e”

Koordînatorê projeyê Erûb El-Saqa derbarê projeya "Ji bo jinan cihên bi ewle " ku di destpêka meha Hezîranê de dest pê kiriye got: "Proje cihekî taybet ji bo jin û keçan e û ev proje hatiye amadekirin ji bo jin an jî keç tê de rihetiya xwe ya fizîkî û bedenî bibînin, di bin şert û mercên bêîstiqrar, şoq û şerên li pey hev a ji aliyê psîkolojîk ve derkevin.” Her wiha destnîşan kir ku peyva 'parastin' tê wateya ku nebûna şoqê, danûstandina xerab û  binpêkirinên li ser jinê û ev proje vê yekê dike armanc ku jin û keç li wê derê xwe di nav rehetiyekê de hîs bikin.

"Armanca projeyê parastina jinan e"

Erûb El-Saqa destnîşan kir ku armanca projeyê parastina jin û keça ye û wiha domand: "Armanca projeya cihê ewle ew e ku mijûlbîna bi civakê re zêdetir bibe,  ji bo jin û keç piştgirîya derûnî û ya civakî bistînin, hem jî piştgiriya jêhatîbûnên lazim yên jiyanê wek têkilî, birêvebirin û xwe kontrol kirin an jî jêhatîbûnên pîşeyî wek çîtik, xeyat pêş bixin."

Erûb El-Seqa diyar kir ku hinek prensîbên rêberîkirinê hene ji bo pêşkêşkirina cihê ewle û got: "Lazim e ku ji bo jinên astengdar hêsanbûna xwe gihandina cihê ewle hebe û ev ji bo parastina hemû jinan be, cihê ewle divê ji bo hewcedariya hemû jinan taybet be."

"Projeya cihê ewle, jinan ji metirsiya tundiyê diparêze"

Erûb El-Saqa li ser girîngiya cihê ewle ya di saziyên sivîl de wiha got: "Projeya cihê ewle jinan ji metirsiya tundiyê diparêze û piştgirîya wan dike, ji bo têkilîyê wan bi civakê re zêdetir be, hêza wan jî zêdetir bibe û  biryarên xwe bi destê xwe bide."

Erûb El-Saqa di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên ku jinên astengdar dijîn û wiha got: "Zehmetiyên ku dijîn ji ber malbata wan e ku nahêlin ew bi azadiya xwe tevbigerin, lê cihê ewle dihêle ku ew bi azadiya xwe tevbigerin û jiyana xwe li gor biryarên xwe bijîn."