Piştî mirina keça xwe bû dayika hemî zarokên bi nexweşiya çerm ketine

Henei El-Sadat piştî mirina keça xwe Yesemîn a ku bi nexweşiya helandina çerm ketibû û di temenê 15 salî de jiyana xwe ji dest dayî, hemî êş û xemginiya xwe veguhest enerjiyek ji heskirinê û ji bo zarokên bi heman nexweşiyê ketine bû hemşîreya ji dayika wan zêdetir nêzî wan.

NÊRMÎN TARIQ
Qahîre - Damezrîner û Seroka Meclîsa Amenei ya “Yasemîn El-Semira” Henei El-Sadat a ku bi navê diya Henei tê nasîn, di derbarê derbas kirina xemgîniya mirina keça xwe Yesemînê û avabûna saziya Yasemîn El-Semira ya alîgiriya zarokên bi nexweşiya çerm ketine dike ji ajansa me re nirxandin kir.
Hûn dikarin ji me re qala nexweşiya helandina çerm bikin?
Nexweşiyek wihaye çermê mirova dihelîn e, sedema kêmbûn Kolojînê ya ku mirov bê navber êşê dikşîne ji ber Anemiya giran, ketina diranan û birînên domdar di laşê mirov de derdikeve.
 Mirovên bi nexweşya helandina çermî dikevin pir najîn. Min dizanî ku keça min wê rojekê barke û biçe, ji ber rewşa wê diyar bû 15 salan jiya. Ew salên bi wê re ji bo min salên herî xweş bû. Di dibistanek Elmanî de fêrî xêzkirina wêneyan dibû, wêneyên xwe di pêşengeha yekem a sala 2007’an de pêşan da, heta sala 2012’an jiyana xwe ji dest da her wêne xêz dikir.
Sedemên ku hiştiye hûn saziya Yasemîn El-Semir" ava bikin, ji bo alikariya nexweşiyên helandina çerm çi derfetên we hene? 
Piştî mirina keça min bi du salan ango di 2014’an de min biryara damezirandina saziyê da, ji bo ku tecrubeya xwe ji dayik ku zarokên wan ên bi vê nexweşiyê ketine ragihînim. Ji ber ku xizmetek taybet rojane pêwîste. Her wisa ji bo hîn zêdetir têkevim nava civakê û zoriyên dijîn hîs bikim.
Alîkariya ku saziya Yesemîn El-Semira ji nexweşan re diyar dike çi ne?
Sazî bi rêberiya dayikan pêş dikeve û dayikan weke bijîşkan di vekolîna nexweşên helandina çerm de pisporin dike. Em bi dixtorên çermî re hevpeyan dikin, da ku derman kirina wan bê pere be, di heman demê de ji bo nexwaşan pêdiviyên tenduristî yên wek gaze û kursiyên bi teker peyda dikin. Em her wiha ji bo zarokan waneyên çandi weke mûzîk govend hazir dikin, ji ber ku mûzîk êşa mirov kêm dike. Li aliyekî din em bi yên ciwan re pirojeyên taybet peyda dikin ji ber ku nikarin kar bikin.
Saziya Yasemîn El-Semira piştî mirina keça we di başkirina hestên we yên rawenî de tiştek kir?
Yasemîn jêdera kêfxweşiya min bû, heya niha dema birînek zarokekî paqij dikim di çavên wan de Yesmîn dijî, wê kêliyê hestekî bê hempa dijîm. Baweriya min bi hebûna wê heye, ji min re ev sazî wek peyamekê bû, deruniya min bi ser hev de anî. Ez hewil didim berdewam bikim. Yasemînê her tim digot ez ji her kesî cudame û bi rengekî disoz û hinek caran jî kêfxweş wêne xêz dikir. Her tim aliyekî erênî di jiyan mirovan de heye divê em lê bigerin.
 Bi nêrîna we divê dewlet çi alîkariyê ji vê nexwşiya helandina çerm re bike?
Di serî divê ew wek kesên xwedî pêdiviyên taybet werin hesibandin, da ku mafên ku dewletê ji wan re dabeş kiriye bêxin meriyetê. Banga min ji bo wezareta tenduristiyê ewe ku çareyekê ji vê nexweşiya ku her diçe belav dibe re bibîne. Çawan nexweşên şekir dermanên Ansolînê belaş digirin, hêviya min ewe ku yên helandina çerm jî bikarin dermanê xwe belaş bigirin û pêşî li belavbûna wê were girtin. Bi perwerde û kampaniyên hişiyariyê bidin derbaskirin.
Li ser beşdarbûna we ya konferansa yekem a cîhanî ji bo dermatolîzasyonê çawa bû hun dikarin hinek qala wê bikin? 
Weke berdefka vê xabatê ji Misirê beşdarî Kongiraya ku sala 2020’an li paytexta Birîtaniyayê Londonê hatî lidarxistin bûm. Ji bo ku lêkolîn û pêşketinên tenduristî yên zanîstî derbarê sedema kêmbûna kolojîn de hîn zêdetir hîn bibim hewildanên min çêbûn. Her wisa min saziya Dîpera ku bi vê nexweşiyê mijûl dibe dewetî Misirê kir. Wan gelek alîkarî dan û derman ji nexweşan re peyda kirin.
 Hêviyên ku hûn dixwazin veguhêzin rastiyê çi ne?
Nexweşiyên çerm ên weke Xeroderma, an zarokên heyvê û dayikên ku bi nexweşiya Fîl ketine, tecrubeyên xwe bi dayikên din re parve bikin. Bijîşk tenê derman dike lê dayik divê çawaniya xizmeta wê ya rojane bike binase. Hêvî dikim di van mijaran de kampaniyên hişiyariyê werin li darxistin .