Li Îdlibê her diçe zewaca zarokên keç zêde dibe

Bi derketina bavaksalariyê heta serdema niha ya kapîtalîzmê, mirovahî di nav şer û pêvçûnên dijwar de ye. Qurbaniyên van pergalên ku hebûna wan sedema şer û pevçûnan e jî her giştî civak û tayîbetî jî jin bûne. Di hemû şer û pevçûnan de jin rastî îstîsmar, tecawiz û şîdetê hatine.

SUHÊR AL-IDLIBÎ
Idlib-Şerê ku li Sûriyeyê deh sal in didome, bi xwe re gelek texrîbatên mezin çêkiriye. Di temenê biçûk de zewaca zarokên keç bi vî şerê ku didome re zêdetir bûye. Ew keçik li şûna ku biçin dibistanê û bi ciwaniya xwe şa bibin, di temenê biçûkiyê de dikevin bin barê zewac, dayiktî û berpirsyariyên giran.
Sedema vê rewşê zehmetiyên jiyanî û aborî ye lewre dayikên wan keçên di temenê biçûk de tên zewicandin, di wê baweriyê de ne ku bi zewaca wan hem barê lêçûyînê kêm dibe hem jî parastina wan dikeve ser milên kesên din.
Dayika Rama Fuad ku ji gundê Hasê yê Kefer Nûbul e û niha li kampa Sermedê dimînin, keça xwe di temenê biçûk de zewicanadiye. Dayika ku ji bo ji barê wê xilas bibe, vê yekê kiriye dawiyê bi poşmaniya xwe re rûbirû maye lewre lê ev zewac zêde nedomiya ye mixabin, Rama di demek kin de li dayika xwe vegeriyaye û ya herî xirab jî ew e ku heşt mehî ducanî bûye. 
Dayika Rama bi poşmanî wiha ji me re got: "Koçberî pir zehmet e û jiyana li kampan pir bi êş e, min digot qey ez ê bi vê zewacê jiyana bi ewle ji bo keça xwe saz bikim lê xwiya ye ku ez di van hêviyên xwe de şaş bûm.”
Rama Duad, 13 salî hatiye zewicandin. Gelek zehmetî kişandine, ji hêla mêrê xwe ve li ber kesên malbatê rastî lêdan û heqaretê hatiye, piştî ku pirsgirêk mezin bûye, Rama nikaribûye tehmul bike, berê xwe daye konê bavê xwe. 
Rama Fuad dibêje: "Ez nikaribûm hemû karên malê bikim lê dîsa jî min hewl dida bikira, zû fêr dibûm. Tenê ji bo ku bêjeyên xirab ji min re nebêjin û heqaretê li min nekin, min hewl dida xwarinê çêbikin û karên zehmet jî bikim. Nizanim çima lê têkiliya wan bi min re nexweş bû, bê qîmet bûm, ji bo vê min biryara xilasiya ji van êşan da."
Şerê ku li Sûriyeyê deh sal in didome bi xwe re gelek diyardeyên neyînî û aloziyan aniye. Di her warî de pirsgirêkên mezin bi xwe re çêkiriye ji perwerdeyê bigre, heta aborî, di her warî de jiyanê herimandiye ku xizanî diyardeya herî berbiçav e. Ji ber nebûna derfetên bingehîn ên jiyanî, keçikên ku hê nabin 18 salî ji ber kevneşopiyên civakî ji ber sedemên biçûk, bi rêbazên ji rêzê tên zewicandin. 
Serpêhatiya jiyana Henan Umar jî yek van rewşên me li jorê diyar kirine ye. Ew jî ji ber şerê ku mal, gund û bajar wêran kirine, dema ku hê ji danûştekên dibistanê derdikeve, dikeve ber lehiya koçberiyê, bi malbata xwe re ji bajarê Xan Şêxon ber bi kampa bakurê Sûriyeyê (Qah Sînorî) ve diçe.
Hêviyên Henanê bi koçberiyê re tên kuştin, hezkirina wê ya ji xwendinê re bûye xewnek, ji ber ku li kampan dibistan û cihên fêrkirinê tune ne, ji xwendinê dûr dikeve û bi kesekî 9 jê mezintir re tê zewicandin.
Henan di 14 saliya xwe de zewiciye, dayaka du zarokan e, bi hêviyên têkçûyî yên di dilê xwe de xwedî li wan derdikeve.
Şêwermenda civakî Meys Ilêwî li ser zewaca keçikên biçûk diyar dike ku sedemên wê gelek in a girîng jî xizanî û aloziya rewşên aborî ye. Bi taybetî di nav malbatên mezin de ev heye ew neçar dimînin wan bizewicînin ji bo ji lêçûna wan xilas bibin.
Her wiha Meysayê li ser bandorên derûnî û civakî jî got: “Ji ber ku ew di temenê biçûk de ne ji bo berpirsyariyên zewacê amade nîn in gelek ji wan ji aliyê derûnî ve dikevin rewşek xirab. Ji ber ku jiyana ji qonaxa zarokatiyê ber bi dayikbûnê ve, bi xwe re windabûn û şikandinên kesayetî tîne, nikarin biryaran bigirin. Her wiha ji ber  kêmbûna zanînê di têkiliya bi derdorê re jî lawaz dimînin.
Ji ber encamên neyînî şêwermenda civakî Meysa Ilawî ev yek diyar kirin: Pêwîst e projeyek rêxistinî û hişmendî di nava civakê de bê sazkirin. Diyardeyên vê zewacê li ser keçikên ciwan malbatê û bi taybetî li ser civakê bandorên nebaş dike û gelek pirsgirêkan bi xwe re derdixe hole."
Her wiha Meysa teqez dike ku ev diyardeya zewaca di temenê biçûk de civakê ber bi hilweşandinê ve dibe, alozî û pirsgirêkên derûnî bi xwe re çêdike, herî zêde jî ev rewş li kampan de li pêş e û di nava keçikên ku temenên wan 15 salî ye de rûdide.