jinên ji derveyî mala mêr stargehek wan neyî
Di bin siya kevneşopêyên civakî û olî de jin her tim bi tundiyê re ru bi ru dimînin. Li Misirê jî kevneşopiyên civakî jiyana jinê xistiye nava tehlûke û şidetê.
NÊRMÎN TARIQ
Misir - Yek ji taybetmendiyên dayikên Misirê ewe ku bi xwe pêşeroja keçikên xwe diyar dikin. Tenê li benda roja zewacê ya ku keça wan ji malê derkeve dimînin. Ev jî dibe sedema berdan zêde bibe û dema jin tên berdan jî ne malek ne jî dîwarek ê xwe bispêrinê nabînin. Bi vî awayî li kolanan dimînin.
Li Misirê mal a mêr e, jin jî, ji ber sedemek biçûk ji malê tê derxistin. Ew jinên ku aboriya wan ayîdî mêran e, ji her cureyên şideta devkî û fizîkî re vekirîne. Lawra hewcehiya van jinan bi baweriyek cuda heye ku nekevin bin bandora kesê.
Lêdan û heqaret
Hind Abdil Allya a 42 salî, li taxa Feysal a Cizê dimîne wiha dibêje: “Ji roja despêkê em zewicîne heya niha her nakokî di navbera min û hevjînê min de heye. Her ku tengavdikirim diçum mala bavê xwe, wan ez û keçên min dihewandin. Piştî mirina bavê min hevjînê min çî li me bike jî li malê dimînin, ji ber cihek din ê me nîne. Ji ber wê jî her cureya şidet û heqaretê tehmûl dikim."
"Ji bilî malê tu cihê te nîne"
Ev hevok her wek jehrê jin pê tê biçûk xistin. Hind Hesan a 25 salî li taxa Merca Qahîrê dijî jî wih qala zoriyên xwe yên jiyanê dike: "Piştî mirina dayîka me, min û birayên xwe, li hev kir ku xanî bifroşin û para xwe jê bigirin. Min bi pereyên ku ber para min ketî mala xwe nû kir û odeyek ji kurê xwe re çêkir. Piştî hevjînê min xanî firot nakokî çêbû lê mixabin hevjînê min wiha got; ‘Bila tu baş zanibî ger em dest ji hev berdin tu yê li kolanan bimînê, malê te li cim min dimîne.’ Ez bi vê gotinê gelek êşiyam weke ku derba xencerê li min da. Piştî deh salan ji zewaca me qeyma min bi tunebûna cihek dike.”
Malê bira
Meryem Mehmud a 33 salî jî li ser heman mijarê ev nirxandin kir: "Min perê ku ji mîrasê zewaca xwe girtine hemû xistin alav û cil ku heya deh sala têra min bike kirî. Ger zeman vegere minê wisa nekira, ji ber mafê minî cihekî min biparêz hebe, lê li Misirê mala jinê cem mêrê wê ye. Di her nakokiyekê de ez diçim mala birayê xwe, ew jî çuna min qebûl dike bê zarokên min, û dibêje ez ne mecburim zarokên te jî xwedî bikim."
Gafa derketinê
Fadîle Alî ya 47 salî li taxa Gemre ya Qahireyê dimîne jî wisa dibêje: "Sedema mayîna min li cem hevjînê min ewe ku cihekî min bihewîne tune ye. Dema pirsgirêk di navbera me de çêbû ez çum gel xwişka xwe lê hevjînê wê tenê sê roja ez hewandim û got; ‘mîvan tenê sê rojan dimînin.’ Ez jî neçar mam cardin li mala xwe vegerim."
Gade Abdil Feteh a 40 salî ji taxa neteweyiya rojhilat jî dibêje: “Ez tucarî wek dayika xwe nakim, alav û nivînên malê ku îro bê qêmetin ji keça xwe re nakirim. Ji ber bawerî bi zilaman nabe her îxanetê dikin, wek hevjînê min jinek din ji xwe re anî û ez li kolanan hêştim. Haya min karek ji xwe re dît, ez demekê li gel birayê xwe bû, mehekê li mala apê xwe dimam û demekê li gel xalê xwe dimam. Niha jî ez li sêwîxaneyekê kar dikim û keça min jî bi min re dijî. Ez hewil didim ku xaniyekî biçûk ji wê re bikirim ku di pêşe rojê de wêbiparêz e.
Bêbawerî û îxaneta zewacê
Di vê mijarê de Suhêr Mehmud a 48 salî li taxa Şibra ya Qelîwîbiyê dijî wiha got: Dema ez bi îxaneta hevjînê xwe hesiyam, ez diçûm mala dayika xwe. Piştî mirina dayika min birayê min zewicî lê jina wî ez qebûl nedikirim û ez wek xizmetkarekê di malê de dixebitandim, lawra ez vegeriyam gel zarokên xwe."
Ama Wefai Îbrahîm a 36 salî li taxa Almtreyê ya Qahirê dijî jî wiha dibêje: “Fona min ya kar îdare dike, lê nikarim xaniyekî bikirim, bavê min ji birayên min re xanî kirîn û ya min jî perê zewaca min bû, dibêjin xanî li ser zilame . her wisa ez fona xwe li ser malê xerç dikim û zilamê min jî dibêje ger tu qebûl nakî biçe , derkeve xaniyê te tune ye…”