‘Parastina destkeftiyên perwerda bi zimanê Kurdî girîng e’

Rêvebera dibistanên Kobanê Ezîza Ismaîl tekez kir ku Kurd, daxwaza bicihkirina mafên xwe di destûra nû ya Sûriyeyê de dikin û got ku parastina destkeftiyên perwerdehiya bi zimanê Kurdî girîng e.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Sûriye û herêmên Rojava, bi taybetî piştî destpêkirina pêvajoya entegrê di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî de, di qonaxeke hesas re derbas dibin. Bi rêya vê pêvajoyê tê xwestin ku gelê Kurd li Sûriyeyê di hemû waran de, ya herî girîng jî di warê perwerdeyê û parastina zimanê xwe yê dayîkê de bi awayekî yasayî û mafparêz di çarçoveya destûra nû ya Sûriyeyê de, mafên xwe bi dest bixe.

Tevî hemû zilm û zorê jî me ziman, nasname û çanda xwe parast

Rêvebera dibistanên bajarê Kobanê ya Rojava Ezîza Ismaîl, daxwaza Kurdan ji ajansa me re nirxand. Ezîza Îsmaîl destnîşan kir ku zilm û zordariya ku Kurdên li Sûriyeyê di dema desthilatdariya rejîma berê de dîtine, bi pêşîgirtina li axaftina bi zimanê dayîkê dest pê dike û wiha got: “Heta berî ku perwerde bi vî awayî were qedexekirin jî. Xwendekarên Kurd bi tundî ji bikaranîna zimanê xwe di hundirê polan de, dihatin astengkirin. Zimanê Kurdî di dibistan û saziyan de bi tevahî qedexe bû, ji ber ku zimanê Erebî wek zimanê sereke yê yekane li ser hemû civakên Sûriyeyê hatibû ferzkirin. Wek beşek ji siyaseteke tepeserkirinê ya ku armanc dikir nasnameya zimanî û çandî ya Kurdan ji holê rake.”

Xwendevan nekarîbûn bi zimanê xwe biaxivin

Ezîza Ismaîl aşkera kir ku xwendekarên Kurd di serdema desthilatdariya rejîma berê de di qonaxên perwerdeyê de rastî zehmetiyên mezin hatine û wiha domand: “Ji ber ku xwendekar li malê bi zimanê xwe yê dayîkê diaxivî, lê li dibistanê rastî zimanekî cuda û hawîrdorek dûrî nasname û çanda xwe dihat. Ev nakokî qonaxa seretayî ji bo gelek xwendekaran kir qonaxek dijwar û neserkeftî. Ji ber ku bal kişandin ser fêrbûna Erebî wekî zimanê bingehîn ê ferzkirî.”

Ezîza Ismaîl destnîşan kir ku gelê Kurd demek dirêj e di fêrbûn an jî axaftina zimanê xwe yê dayîkê de êş kişandiye û wiha got: “Ji ber ku zimanê Kurdî ji aliyê kesên ku bi nasnameya xwe ve girêdayî bûn ve bi dizî dihat hînkirin, ji ber vê ev kes di zindanên rejîmê de rastî girtin û îşkenceya fizîkî hatine.”

’Şoreşa Rojava zimanê Kurdî xurt kir’

Ezîza Ismaîl destnîşan kir ku Şoreşa Rojava di warê perwerde û zimanê Kurdî de destkeftiyên mezin bi dest xistiye. Ezîza got, ji ber ku ew li ser daxwaza mafên pêkhateyan hatiye avakirin û yek ji daxwazên herî berbiçav ên gelê Kurd naskirina mafê axaftin û fêrbûna bi zimanê dayîkê bûye. Ezîza tekez kir ku yek ji destkeftiyên herî girîng ên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ew bû ku nifşên nû bikaribin bi Kurdî bixwînin.

‘Nifşek bi tevahî bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bû

Ezîza Ismaîl balkişand ser pêşketina ku zimanê Kurdî di salên şoreşê de dîtiye û ragihand ku ji sala 2015’an vir ve, perwerdehiya fermî bi Kurdî li hemû dibistanên Rojava, tevî Kobanê ji asta seretayî heta navîn dest pê kiriye. Ezîza da zanîn ku bi demê re, nifşek bi tevahî bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bûye û wiha domand: “Peymangeh û zanîngeh hatine damezrandin ku bi Kurdî perwerde dikin, di nav de Beşa Wêjeya Kurdî jî heye. Ez jî ji wê beşê mezûn bûm.”

Em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin’

Ezîza Ismaîl got ku “Ji destpêka şoreşê heta îro, şoreş û destkeftiyên me rastî gelek gef, êrîş û binpêkirinan hatine, lê tevî van hemûyan me ziman, nasname û hebûna xwe parastiye û em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin” û wiha pê de çû: “Em ê dev ji fêrbûna bi zimanê dayîka xwe, Kurdî bernedin. Ji ber ku ew mafekî bingehîn ê me ye û xwendekarên me mafê wan heye ku bi zimanê xwe perwerde bibin û pê biaxivin.”

’Di qonaxa entegrasyonê de em mafên xwe yên di nav destûrê de dixwazin’

Derbarê qonaxa entegrasyonê û çarenûsa qada perwerdehiyê û zimanê Kurdî li Sûriyeyê de, Ezîza Ismaîl wiha got: “Di vê qonaxê de û di nav pêşketinên ku herêm di pêvajoya entegrasyonê de dibîne de, gelek diyalog û nîqaş li ser qada perwerdehiyê hene da ku zimanê Kurdî li deverên me were parastin. Pêkhateya Kurd li Sûriyeyê piştî pêkhateya Ereb duyemîn pêkhateya herî mezin e. Ji ber vê divê zimanê Kurdî li kêleka Erebî zimanek duyemîn be û ev yek divê di nav destûra Sûriyeyê de were belgekirin û destekkirin da ku maf û taybetmendiya pêkhateya Kurd li Sûriyeyê were parastin.”

Destûr garantiya parastina nasnameyê ye’

Ezîza Ismaîl di dawiyê de tekez kir ku pêwîstiya bicihkirina mafên zimanî yên Kurdan di destûra Sûriyeyê de heye û wiha got: “Destûr tenê garantiya parastina nasnameyê di nav nifşan de ye. Naskirina fermî ya zimanê Kurdî di nav destûrê de, dê tirsa jiholêrakirina çand û nasnameya Kurdî ji holê rake.”