Nexweşxaneya Arcûnê rûxmê kêmderfetiyan gelek birîndaran derman kirine

Tehmîna Xolamî ya hemşîreya nexweşxaneya Arcûn a ku tenê bîst textên nexweşan tê de hene diyar kir ku tevî kêmbûna îmkanên nexweşxaneyê, lê pêşwazî li hejmareke zêde ya qurbaniyên erdhejê kiriye.

BEHRAN LEHÎB

Paktîka - Di 22'ê Hezîranê de erdhejek li hinek deverên parêzgehên Paktîka û Xostê yên Efxanistanê rû da. Navenda Lêkolînên Jeolojîk diyar kir ku erdhej bi pileya 6,1 li gor pîvana Richterê ye. Li gorî amaran di erdhejê de nêzîkî hezar û 500 kes mirine û 2 hezar kes jî birîndar bûne. Lê mezinahiya karesatê ji vê mezintir e. Ajansa me ji bo agahiyên hûrgiliyên bûyerê piştî erdhejê çû nexweşxaneya navçeya Arcûnê.

Navçeya Arcûn navçeya herî mezin a parêzgeha Paktîkê ye û di nexweşxaneya wê de tenê bîst textên nexweşan tê de hene lê ew yek ji baştirîn nexweşxaneyên parêzgehê ye. Dûrahiya cihê erdhejê heta vê nexweşxaneyê du saet û nîvan bi otomobîlê digire. Piraniya birîndaran di rê de beriya ku bighêjin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Tevgera Talîban a ku herêmê di bin kontrola wê de ye , îmkana wê ya rûbirûbûna bûyerên bi vî rengî tune ye. Malbatên ku ji erdhejê xilas bûn, alîkariya hev kirin û birîndar û mirî ji bin xirbeyan derxistin.

"Piraniya van malbatan xizm û mirovên xwe winda kirine"

Têkildarî mijarê yek ji hemşîreyên Nexweşxaneya Arcûn Tehmîna Xolamî ji ajansa me re axivî û wiha got: "Hemû birîndar saet di 05.00’an de hatin nexweşxaneyê. Rewşa nexweşan giran bû. Cihê nexweşxanê jî pir hindik e, nikare gelek nexweşan bihewîne. Me alîkariyên ewil pêşkêşî hejmareke zêde ya nexweşan kirin û piştre ew şandin navenda parêzgeha Paktîka, bajarê Şaran û parêzgeha Xezniyê. 2 nexweş hîn li nexweşxaneyê ne, yek ji wan ducanî ye, du keçên wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û rewşa wê ya derûnî ne baş e. Di heman odeyê de jineke din a 50 salî ku 6 endamên malbata xwe di erdhejê de winda kir heye. Piraniya van malbatan şeş û zêdetir endamên xwe winda kirin. Tevî ku îmkanên nexweşxaneyê kêm in jî, me 80 heta 90 jin û zarokên birîndar û bi heman awayî jî mêr derman kirine. Hemû xebatkarên nexweşxaneyê ev sê roj in qet neçûne malê."