Li Yemenê ku bi salan e şer lê didome rewşa jin û zarokan

Li gor rêxistina Netewyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF), ji destpêka pevçûnên Yemenê ji sala 2015’an de zêdeyî 11 hezar zarok hatine qetilkirin û birîndarkirin.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Şerê ji 8 salan ve li Yemenê destpêkirî, herî zêde bandorê li jinan û zarokan dike. Li gel qetilkirin û birîndarkirinên ku dijîn jin rastî binpêkrin, koçberî, penabertî hatin; zarok ji mafê xwe yê jiyanê bêpar hatin hiştin.

Anîse Mihemed dayîka zarok Yunis Sebrî ye yê ku di sala 2016’an de bi perçeyên rokêtê birîndar bû. Ew di şer de her parastina zarokên xwe dikir, lê nikarîn ji şer birevin. Dema ew penaberî herêmek din bibûn, lawê wê dema ji tankên heremê avê dianîn, di encama teqîna ku rû dayî dest û lingên xwe winda kirine. Anîsa Mihemed li ser birîndarbûna lawê xwe wiha dibêje: “Lawê min bi hevjînê xaltîka xwe re ji tankên herêmê av danîn, nişkê ve me dengê teqîneke mezin bihîst, dema me lezkir em çûn cihê bûyerê, lawê min bê dest û ling bû. Çavê wî çepê jî bi birîn bû, hevjînê xwişka min jî li aliyekî di cih de mirîbû.”

Tevî rewşa giran jî Anîsa teslîm nebû û li pêş astengiya lawê xwe ranewestî, wê hewil da lawê xwe ji rewşa wî ya neyînî ya derûnî derxe, ji bo xwedinê bidomÎne piştgiriyê da wî. Anîsa Mihemed wiha axaftina xwe domand: “Astengiya lawê min di bedenê de şokek mezin bû, lê ez hewil didim piştgirya wî di xwendinê de bikim, ji bo dermankirinê jî ez bi wî re çûm Siudiya Erebistanê û Misrê ku dest û lingên berdîl jê re çêkin û hewil bidin çavê wî jê re vegere. Min piştgiriya wî di xwendina komputer de kir.”

Lêgerîna dermankirinê

Demek dirêj Anîsa Mihemed hewil dida çareyekê ji lawê xwe re bibîne, da ku bikaribe li gor rewşa xwe bimeşe. Anîsa Mihemed a got ku rûxmê hemu hewldanên wan jî çavê lawê wê çênebuye wiha got: “Em li navendek Siudiyê bûn tê de zêdetirî 300 birîndar hebûn, wan birîndaran dema pêwîst ji dermankirina wan re bidest nexistin. Sala dawî de operasyon ji bo çavên lawê min re çêkirin, lê xuya bû damarên çav mirîbûn û çare nemabû.”

Qetilkirina zarokan

Li gorî rêxistina Mafên Zarokan a Netewên Yekbûyî (UNICEF), ji dema pevçûnên Yemenê  ji sala 2015’an de zêde bûne, zêdetirî 11 hezar zarok hatine kuştin û birîndarkirin ango rojane 4 zarok tên qetilkirin an jî birîndarkirin. Her wiha di navbera mehên Tîrmehê û Îlona 2022’an de 74 jê zarok, zêdetirî 164 kesî ji ber mayînan hatine qetilkirin û birîndarkirin.

Li gor UNICEF, 2.2 milyon zarokên Yemenî bi nexweşiya kêmxwarinê di asta herî bilind de ketine, temenê 540 hezar zarokan ji 5 saliyê kêmtir in.

Di deh salên dawiyê de binpêkirin

Ji dehan salan ve binpêkirin di rewşa mafên mirovan de li Yemenê de rû didin, ji ber ku welat li gor peymanên navdewletî yên ku li ser îmze kirine bi taybet di dema şer de pêk ne anîn.

Dadger û endama komîteya niştimanî ya lêkolînên binpêkirinên mafên mirovan Îşraq al-Maqterî der barê binpêkirinên mafên mirovî yên li Yemenê rû didin wiha got: “Di dema şer de, binpêkirinên mafên mirovan li Yemenê bi giştî zêde bûn, ev jî rastiya herî bi êş bû xuya kir ku parastina beşên civakê lewaz in, di encam de gelek qurbaniyên şer û binpêkirinên din rûdan weke binpêkirinên bi mafên sivîlan û azadiya hatin û çûyînê, rûmet, wekhevî, mafên aborî. Hejmar û serjimêriya mezin yên ku komîte û rêxistinên civaka sivîl kom kirine, rewşa rast ya şerê Yemenê û beşên civakê herî zêde pê bandor bûne diyar dike, ew ji mafên xwe bêpar mane, her wiha lêkolîna binpêkirinên mafên mirovan, kuştî û birîndar hatin danehevkirin.”

Tundî û qetilkirina jinan

Îşraq al-Maqterî di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ji ber rewşa şer û pevçûnê ya li welat tê jiyîn jin ji gelek mafên xwe bêpar tên hiştin û wiha pêl da axaftina xwe: “Parastina jina giştî heye ji ber ku ew sivîl in tevî parastina taybet ji ber ku ew jin in. Lê dema lêkolîn hate tomarkirin, 975 birîndarên jin hebûn û 583 jinên Yemenê di parêzgehên şer de hatibûn kuştin, serê li parêzgeha Taaz  pişt re al-Hedîde, Marib, al-Cof, al-Beydaa, Lehc Eden, al-Dalie û Şibwa. Ji ber mayînan li cihên komkirina êzingan, avê û her cihên jin bikar tînin de jî 210 jin hatin qetilkirin û birîndarkirin. Ji ber mayînên di van herêman de hatibûn çandin û jin rastî metirsiya mirinê û jiyanê hatin.”

Li parêzgehên cûda yên Yemenê zêdetirî 91 jin hatin binçavgirtin û veşartin, paytext Sanaa di van jimaran di serî de ye, piştre al-Hedîde, Hice, al-Mehwêt û Zimar, ev herêm di bin kontrola Hûsiyan de ne ku tê de binçavgirtinên zordar pêk tên.