Li ser zarokan bandora lîstokan

Cureyên lîstokan li ser hizir û derûniya zarokan bandorê dike û erkên dayik û bavan ew e ku bala xwe bidin zarokên xwe da ku lîstokên ji bo mejiyê wan baş bilîzin û rê nedin zarokên wan bi lîstokên teknolojîk bi sînor bimînin.

BÊRÎVAN KEMAL

Silêmanî- Li hemû cîhanê zarok gelek ji lîstokan hez dikin, dema ku zarokek diçe firoşegeha lîstokên zarokan bi kêfxweşî gelek pêlîstokan digre, ji ber ku lîstok ji bo zarokan çalakiyeke kêfxweşiyê ye. Gelek lîstok hene bi awayekî erênî bandorê li ser tendirustiya fizîkî û derûniya zarokan çêdikin û derfeta fêrbûna tiştên nû didin wan.

Ji sedî 90’ê zarokan li Amerîkayê beriya dest bi dibîstanê bikin dest bi lîstokê dikin. Lîstikên wan li gorî herêm, çand, zarok û malbatan cuda ne, tenê di navbera demên borî û niha de, ji ber ku niha lîstok piranî teknolojîk in lê belê di demên borî de lîstok sade bûn.

Şênî Behadîn ji sala 2012’an ve mamosteya pêşxistina mirove û bi zarokan re kar dike û ev gelek sal in li ser bernameya Magic Math dixebite û taybet e ji bo bi hêzkirina mejiyê zarokên temenê wan di navbera 3-17 salî de, kar li ser herdu aliyê mejiyê zarokan ji bo bikaranîna amûrek ku jêre dibêjin Apkos dike.

Ev bername ji aliyê derûniya zarokan ve baş e wan bi hêz dike di aliyê ji xwe bawerbûnê û fikir de, ji ber wisa lê dike ku bikaribe bi awayekî baş ji xwe bawer be bêyî ku tiştekî bi kar bîne, kesên din nikarin vê yekê bikin û piranî lîstokên vê bernameyên fikirînê û kar li ser pêşxistina hizrê zarokan dike.

“Zarok ji bo kêfxweş bibin dilîzin”

Şênî Behadîn, behsa têkiliya di navbera zarok û lîstikê de kir û got: “Lîstik ji bo zarokan hezkirinek taybet e û gelek caran zarok kel û pelên di nava malê de weke lîstokan bi kar tînin, ji ber cîhan û lîstika zarokan bi hev ve girêdayî ne, zarok tenê bi lîstikê kêfxweş dibin nizanin kîjan jê re baş e kîjan nebaş e.”

Di nava bazara bajarê Silêmaniyê de me ji gelek zarokan pirs kir gelo ji kîjan lîstokan hez dikin, ew bi xwe pêlîstokan hildibijêrin yan jî dayik û bavên wan ji wan re dikirin? Varîn Hêmîn zarokek bi temen 9 salî ye bi vî awayî bersiv dide û dibêje: “Ez ji lîstokên bebik, berdaq û çaydanê hez dikim û ew lîstokên fêrbûna tîp û jimaran ez bi wan dilîzim lê belê herî zêde ez lîstokên ku ez û dayika min jê hez bikin hidilbijêrim.”

Lêwe Hewrê ya 8 salî wiha bersiv da û got: “Herî zêde ez bi telefona dayika xwe lîstokan dilîzim û ji lîstokên bi tevger û mikano hez dikim, ji ber dewreyên havînê heye ez gelek lîstokan nalîzim divê ez di navbera havîna de cerîbandinan bikin, ez û dayîka xwe em bi hevdû re leyîstokan di hilbijêrin û hinek caran jî ez li gora xwesteka xwe leyîstokan di hilbijêrim.”

“Divê dayik dema zarokan bi lîstokên bi sûd dagirin”

Lîstok xwedî roleke girîng in ji bo pêşketina zarokan û hemû jiyana zarokan sûda wan heye. Bi riya lîstokan zarok fêrî şarezayî û rewşenbîriyê dibin. Niha piraniya zarokan lîstokên elektronîk dilîzin ku zirarê didin mejî û derûniya zarokan.

Sazan Sadiq weke dayikek der barê zirarên lîstokên elektronîk de wiha dibêje: “Lîstokên elektronîk weke telefon û televîzyon, ziyanê didin mêjiyê zarokan û ez daxwaz ji dayikan dikim ku rê nedin zarokên wan bi amûrên elektronîk bilîzin ji ber ku bandorek xirab li ser zarokan çêdike.”

Mamoste Şênî Behadîn wiha behsa ziyanên lîstokên elektronîk kir û got: “Zarok ji bo kêfa xwe lîstokan dilîzin û nizanin ziyanên wê çi ne. Piraniya dema xwe bi lîstikê derbas dikin lê belê qedexekirina amûrên elektronîk ziyanên wê zêdetir in. Divê dayik û bav ji bo sûda zarokan bi kar bînin û dem û çawaniya lîstikê diyar bikin û piştî temaşekirina her karton fîlmekê divê dayik û bav li gel zarokên xwe çend deqeyan biaxive û pirs jê bikin ku çi jê fêr bûye, bi vî awayî zarok fêr dibe ku çawa sûd jê girtiye.”

Dêkan Cûme dayikek bi temen 29 saliye û xwedî du zarokan e, der barê hilbijartina lîstokan ji bo zarokan de wiha dibêje: “Zarokên min ji kîjan pêlîstokê hez bikin wan dikirim. Mînak kurê min ji topê hez dike û keça min jî ji bebik û pisîkan hez dike. Ez ji bo ku dilê wan neşikînim ji wan re dikirim û bi xwe jî hewl didim pêlîstokên di aliyê hizrî de sûdmend bin hilbijêrim.”

Mamoste Şênî Behadîn der barê lîstokên bi sûd de wiha got: “Divê dayik û bav zarokên xwe bifikirin, ji ber ku her dem zarok bûk û top dîtine, ez daxwaz dikim dema ku diçin bazarê divê li gel zarokên xwe hemaheng bin. Mînak ji wan re bibêjin ez ê bebek ji tere bikirim lê belê lîstokek din jî em ê ji te re bikirin û carek din lîstokek zêde ji wan re dikirin û bi vî awayî dikarin zarok zelal bikin.”

“Bikaranîna lîstokên hizrî fikirandin û mejiyê zarokan bi hêz dike”

Sazan Sadiq weke dayikek der barê lîstokên hizrî de wiha got: “Li herêma Kurdistanê divê girîngî bi lîstokên baş û yên ji bo pêşketina mejiyê zarokan bidin. Gelek cureyên din lîstokan heye alîkariya bihêzkirina hestên zarokan didin. Zarok dema demek zêde li gel dayika xwe derbas bikin divê dayik demek bi sûd jê re ava bikin û çend lîstokên bi sûd hene mînak nasanadina rengan, fêkî û lawiran lê belê divê dayik bi xwe li gel zarokên xwe bilîzin, ne tenê jê re pêlîstokan bikirin, ji ber ew bi xwe nizanin tenê bilîzin.”

Şênî Behadîn der barê lîstina zarokan a ji bo kêfxweşiya hizrî û bikaranîna wan de wiha got: “Di destpêkê de divê dayik û bav baweriya wan hebe ku lîstokên hizrî ji bo zarokan bi sûd in, ji ber ku wisa dikin ku zarok ji bîr bikin û bigihîjin xala serkeftinê û encamekê bi dest bixin.”

Niha li bazarên herêma Kurdistanê gelek lîstokên weke demance û teqemenî hene ku bandorek xirab li ser derûniya zarokan çêdikin, dema ku mezin dibin tunditujiyê dikin. Şênî Behadîn der barê ziyanên wê de wiha got: “Lîstokên teqemenî û demançeyan ziyanek zêde didin zarokan, erkên desthilatdariyê ew e ku qedexe bike. Lê belê dema ku tînin bazarê divê dayik û bav hişyar bin û van cureyên lîstokan ji zarokên xwe re nekirin.”