Li navenda NînhorSag a tiba xwezayî nexweşî bi rêbazên xwezayî tên dermankirin

Di 28’ê Hezîranê de bi pêşengiya çend jinên ji bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekemîn navenda tiba xwezayî û piştgiriya derûnî bi navê NînhorSag li bajarê Qamişlo hat vekirin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Tevî ku bijîjk di warê zanist û pêşketinên ecêb di warên cihêreng de gihîştine jî lê belê dermanên kîmyewî berevajî dermanên alternatîf an jî tiba xwezayî, bandoreke neyînî li ser mirovan dihêlin. Tiba xwezayî ew derman ango her madeyeke ji xwezayê tê derxistin e, ji giyayên xwezayî, rûnên nebatî û her wiha ji hingivê xwezayî pêk tê û gelek cureyên wê yên cuda hene. Tiba xwezayî di vê serdemê de yek ji mijarên herî bi nakok e di navbera alîgir bi pirbûna bîr û rayên zanistî yên nûjen der barê wê de. Ev tiba alternatîf rêbazeke dermankirinê ya ku tê de dermanên kîmyewî di nav de nayê bikaranîn tê pênasekirin. Ev rêbaz wekî nirxên civakan e ji demên kevnar ve di hemû civakan de tê zanîn. Dibe ku di van salên dawî de hin paşketin çêbûbin ji aliyê tibê ve ji ber pêşketina teknolojiyê û tiba bi amûr û madeyên kîmyewî ku dewlet dixwazin vê jî bikin derfet ji bo berjewendiyên xwe. Wekî tê zanîn jî jin xwedawendên dermankirinê yên yekemîn bûn di zayînê de û ji bo her beşekî jiyanê afrîner in, ji vê bingehê lêkolîner û tendirustvana tiba xwezayî ya giya û enerjiyê Şêrîn Welat pêwîstiyek bi vejandina vê rêbaza xwezayî û ewle dît û li ser vî esasî navendeke bi navê NînhorSag li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir. Der barê vê mijarê, Rêveberiya Navenda NînhorSag a tiba xwezayî Şêrîn Welat ji me re axivî.

Fikra projeya Navenda NînhorSag û amadekariyên wê yên bingehîn

Şêrîn Welat di destpêka axaftina xwe de behsa bingeha fikra vekirina Navenda NînhorSag û amadekariyên wê yên sereke kir û wiha got: “Di sala 2015’an de fikrandin û hizrandina min li ser vê projeyê çêbû, ji bo pêşxistina beşa tendirustiya xwezayî min pêwîstiyeke mezin dît û ji vê derê fikrandina min çêbû. Her wiha ji ber ku neslekî pir kêm ji jinên ku bi tendirustiya xwezayî ve mijûl bûne kar kirine maye, her yek ji wan di koşeyeke de windayî ye di bin navê ol û adetan de. Ev hemû xal di hundirê min de mezin bûn û min xwest resmiyeta wê careke din bi pêş bixim. Demekê min li gundewarên Efrînê lêkolîn dikir, li ser hemû mirovên ku bi tiba xwezayî ve mijûl dibin bi taybetî jî jin, heta roja îro ew lêkolîn li gel min e û dixwazim di demên pêş de wekî pirtûk derxim pêş. Tiba xwezayî li Herêma Efrînê pêşketî ye ji ber ku xwezaya wê û erdnîgariya wê zengîn e bi giyayên dermankirinê yên taybet. Erdnîgariya Efrînê xwedî taybetmendiyeke wisa ye ku gelek cureyên giya nehatine windakirin û îmhakirin lewra min dît çawa li wê derê nexweşiyên ku tiba pêşketî nikaribû hin derman bikira bi tiba xwezayî derman ji wan re dihat peydakirin. Gelê me xwedî li nirxê xwe û vê tiba xwezayî derdikeve û ji destekî teslîmî destekî din dike da ku wenda nebe.”

Şêrîn Welat da zanîn ku hemû beşên civakê destek di milê manewî de ji vê projeyê re pêşkêş kirine her wiha hin aliyan di milê madî de alîkarî kirine û got: “Pêşkêşkirina vê projeyê li ser Rêveberiya Xweser, Desteya Jin, Weqfa Jina Azad, Desteya Tendirustiyê û gelek aliyên re çêbû û hemûyan bi erênî li projeya me mêze kir û destek dan. Di milê madî de tenê hin alîkarî ji Meclisa Jin a Sûriyeyê hat pêşkêşkirin û navendê ji me re peyda kir her wiha Heyva Sor a Kurd û MSD û Desteya Tendirustiyê jî piştî vekirinê çêbû, ji ber ku xebata me civakî ye ne aborî ye.”

“Armanca me xwedîderketina li nirxên jinên ku berê bi tiba xwezayî ve mijûl dibûn e”

Şêrîn Welat destnîşan kir ku armanca wan a sereke ew e ku nehêlin tendirustiya xwezayî tune bibe her wiha bi civaka xwe bidin nasîn ku çawa xwe bi xwe bikaribin xwe derman bikin û wiha gotinên xwe berdewam kir: “Armanca me ya sereke ji bo vê xebatê ew bû ku em xwedî li nirxên jinên ku ji serdemên berê ve bi tiba xwezayî ve mijûl dibûn her weha civakên xwe yên destpêkê derkevin. Tendirustiya xwezayî hatiye dizîn û veguheriye tiba bi dermanên kîmyewî lewre me xwest em vê nirxê biparêzin ji tunebûnê. Di heman demê de em hewl didin careke din bihêlin civak xwe bispêre xwe û bi hêza xwe dermanê xwe bibînin, li bendî doktoran nemînin û fêr bibin xwe biparêzin ji hemû cureyên nexweşiyan.”

“NînhorSag xwe dispêre dermankirina bi hebûn û rêbazên xwezayî”

Şêrîn Welat diyar kir ku Navenda NînhorSag xwe dispêre dermankirina bi derman û rêbazên xwezayî ku bi riya doktorên pispor tê meşandin û wiha pêde çû: “Dermanên xwezayî demdirêj in û derman dikin bêyî ku ziraran bi xwe re bînin lê belê dermanên kîmyewî tenê êşê heta demeke kurt disekinînin û paşê jî ew êş vedigere û bi xwe re zirarên mezin tîne wekî ku xapandinek be ji laş re. Tiba xwezayî cureyên wê û beşên wê pir in, di vê navendê de em nikarin hemû beşan aktîf bikin ji kêmderfetî û nepeydakirina alav û kesên bikaribin vî karî bikin, di demên pêş de dema ku projeya me berfireh bû em dikarin beşên din li bajarên din jî vekin. Di dema niha de beşên ku peyda dibin li Navenda NînhorSag dermankirina bi giya, mesaja bi zeytê, yoga, piştgiriya derûnî, îlacê fizîkî û hişyariya tenduristiyê ye û yê ku van îlacan pêk tînin jî 4 doktorên pispor in cihê xwe di vê navendê de digirin. Xwedawenda şehrezayî û dermankirinê NînhorSag doktora yekem a mirov e di dinyayê de ye ku hişt mirov ji mirinê xilas bibin û derman kir, ji vê bingehî navê navendê hat û me xwest em vî navê lêkin, wekî jin ji bo me ev nav pir bi nirx û wate ye.”

Şêrîn Welat di dawiya axaftina xwe de hêvî ji civakê kir ku xwe bispêre hêza xwe û bikaribe bi xwe xwe derman bike û got: “Em dixwazin heta ji destên me were em feydeyê bigihîjînin civaka xwe, bi taybetî bi riya komînan ku civak were hişyarkirin di mijara xweparastina ji nexweşiyan û tendirustiyê de, em ê hewl bidin xwe bigihîjînin hemû endamên civakê û dê semîner jî werin dayîn. Di demên pêş de em ê beşên cuda li navendên din jî vebikin. Her wiha em bi hêvî ne ku civaka me jî heta asteke baş bikaribe xwe bispêre hêza xwe.”