Li Misirê civak bi çavekî neyînî li jinên koçber dinêre?

Krîza biyanîbûna navxweyî yek ji wan pirsgirêkan e ku nahêle jinên ciwan bi ser bikevin, bigihîjin cihên biryardayînê, yan jî tenê bigihîjin xewnên xwe.

ESMA FATIHÎ

Qahîre – Jinên ciwan ên ku di welatê xwe de ji bajarê xwe koçberî bajarek din dibin û bi tena xwe dijîn, ji ber çanda civakê ya li hemberî wan tenê dimînin. Gelek ji wan jinên ciwan ku neçar mane ji malbatên xwe dûr bikevin û biçin bajarekî din, ji ber nêzîkahiyên civakî rastî gelek zehmetiyan tên û nikarin kar bikin an jî ji malê derkevin.

‘Di kar de li hemberî wan muameleyên neheq tên kirin’

Xwendekara zanîngehê Nûr Şelebî ya 27 salî diyar kir ku ew rojane ji Qahîreyê diçû mala malbata xwe û di rê de nêzî 7 saetan dima û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji ber vê yekê min biryar da ku ez li Qahîreyê bijîm ji bo ji zehmetiya rewîtiyê ku bandorek neyînî li kariyera min kir xelas bibim. Dema ku ez çûm Qahîreyê rastî gelek zehmetiyan hatim. Min kar dikir ji bo ku karibim debara xwe bikim û xwendina xwe berdewam bikim. Gelek jinên ciwan li cihên kar di bin zextê de ne, ji ber ku ew ji bo xwendinê ji bajarê xwe koçber bûne û pêwîstiya wan bi kar heye. Di cihê kar de li hemberî wan muameleya neheq tê kirin. Hejmarek mezin ji rêveberan hewl didin rê li yên ku ji bajarê xwe koçberî bajarekî din bûne bigrin. Hin ji wan bi hovîtî bi wan re diaxivin û wan neçar dikin ku yan her tiştî qebûl bikin an dev ji kar berdin.”

‘Civak serxwebûna jinên ciwan ji malbatên wan wek pirsgirêk dibîne’

Emîre Qemer da zanîn ku ew nêzî 10 salan e li derveyê bajarê xwe dijî û wiha pê de çû: “Di civakek ku serxwebûna jinên ciwan ji malbatên wan wek pirsgirêk dibîne de, peydakirina xaniyek munasib jî zehmet e. Biyanîbûnê sûdeke mezin da min, ez fêr bûm ku bi tena serê xwe berpirsyariyê bigrim û bêyî destwerdana dê û bavê xwe astengiyan derbas bikim. Koçberî biryarek kesane ye ku ez pê serbilind im, bi saya vê biryarê dikaribûm hinek xewnên xwe pêk bînim. Di şiyana hilgirtina berpirsiyariya tevahî de ji mêran ne kêmtir im û cudahî tenê ji ber nêrîna civakê ye.”

 ‘Di destpêka xebata xwe de ez rastî zexta madî û êrîşa zayendî hatim’

Çalakvana femînîst Fatima Adil a ku nexwest navê xwe bide, destnîşan kir ku di destpêka xebata xwe de, rastî zexta madî û êrîşa zayendî hatiye û wiha axivî: “Hinek xwediyên cihên kar, difikirin ku mafê wan heye zextê li jinên ciwan ên koçber bikin. Li cihekî kar ez rastî destdirêjiyê hatim û ev yek bû sedem ku baweriya xwe bi tu kesê neynim.”