Qendîl: Jinên koçer pêşengên jiyanê ne

Jakaw Nebî, jinek koçer a ji gundê Dûgomane ku her sal li gel malbata xwe bihar û havînê berê xwe didin çiyayê Qendîlê û konê xwe vedidin. Jakaw Nebî behsa keda jinên koçer, çêkirina çîqan û aramiya li herêmê kir.

Qendîl – Jiyana koçeriyê, jiyanek têr û tijî yê ked û têkelbûna li gel xwezayê ye. Divê jiyanê de jin pêşengîn. Jakaw Nebî jinek ya ji gundê Dûgomane, her sal wek kevneşopiya koçeriyê berê xwe didin Qendîlê.

‘Em meha 4 diçin heta meha 9’an’

Jakaw Nebî têkildarî koçertiya xwe yên salane ji ajansa mere axivî û got: “Em di meha 4’an de tên vêderê, hinek caran zûtir, hinek caran derengtir, heta meha 5’an digihin Qendîlê. Piştî ku vêderê germ dibe û avhewa tê guhertin, diçin serê Qendîlê û heta meha 9’an em li wêderê dimînin. Piştî meha 9’an em tên xwarê û heta destpêka zivîstanê dimînin. Dema ku serma, berf û baran destpê dike, wê demê em vedigerîn gundê xwe ‘Dûgoman’. Em di koçeriyê de karê mêran jî dikin û berhemên xwemalî amade dikin. Di rêvebirina aborî de rola jinan heye. Em bi karê mal  û sewalvaniyê ve eleqeder dibin, em karê mêran jî dikin. Her wiha çêkirina penir, mast û hemû berhemên şîr dibin berpirsiyariya me de ye.”

Parastina çand û alîkariya jinan

Çîqên ku bi çêkirina konan de tê bikaranîn bi alîkariya jinên derdor tê çêkirin ku yek ji karê dest ên çanda jinên koçerin. Çêkirina ‘çîq’ ji bo danîna kon tê bikaranîn. Jakaw Nebî wiha behsa şêwazê çêkirina çîq kir û got: “Qamîş (çîq) em tînin ber destê xwe û hêdî hêdî bi ta bi hevve girê didin û piştre rêz dikin. Dema hemû temam bû, em bihev ve girêdidin di dûrin da ku  ji hev nekeve. Ji bo ciwankirinê jî em morîkan bi kartînin. Em tayê bi reng bi kar tînin û bi ta û derzî çêdikin.”

‘Em fêrî çêkirina çîqan bûn’

Têkildarî fêrbûna vî karî Jakaw Nebî amaje bi ruhê alîkariya di nava jinan de kir û got: “Destpêkê me ne dizanî em çêbikin, lê belê piştre em fêrî çêkirinê bûn. Bi alîkariyê heta em fêr bûn û niha jî em ji bo xwe çêdikin.”

‘Em niha na tirsin’

Jakaw Nebî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ew aramiya ku niha jinên koçer li Binarê Qendîlê hîs dikin û wiha got: “Dema em ji diçin ger ku baran xirab neke em tevahî kel û pelên xwe livir di hêlin. Gelek bi emnî wek xwe dimîne. Ev jî ji ber hevalane. Di aliyê emnî de em na tirsin, gelek bi ewleye û dikarin şevan bi tenê li mal bin. Em hinek caran di tirsiyan, lê belê niha em na tirsin. Heta heval hebin, em na tirsin û vê derê parastiye. Heval tên, gel me gelek caran alîkariya me dikin. Bijîşkê hevala tên nexweşiyê me çareser dikin, em jî kêfxweş dibin dema tên serdana me. Her tişta pêwîst be ji bo me dikin.”