Li Idlibê jinên ku hevjînên wan jiyana xwe jidest dane, rastî zextên paşverû tên

Zextên civakî dibe sedem ku jinên hevjînê wan jiyana xwe jidest dane ji aliyê derûnî ve bikevin tengasiyê û rastî îzolasyonê bên, ev jî di gelek rewşan de rê ji depresyon û înteharê vedike.

HADEEL EL-OMAR

Idlib - Li Idlibê jinên ku hevjînê wan jiyana xwe jidest dane rastî gelek zextên civakî yên girêdayî kevneşopiyan ku wan sînordar dike û nahêle jiyana xwe ya asayî bijîn, tên.

Li Idlibê jin di bin navê namûs û parastina namûsê de bi gelek hincetên cûda rastî zextên paşverû yÊn civakî tên. Li gor daneyên fermî li Idlibê hejmara jinên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane zêdetir bûye ango gihiştiye 13 hezarî.

Ji bo xwedîkirina zarokên xwe di nav berxwedanê de ye

Fatima El-Elî ya keseke ji cih warên xwe hatiye veqetandin li kampên li sînorê bajarê Dêr Hesen li gundewarê Idlibê dimîne, her sibe ji bo debara sê zarokên xwe yên ku bavên xwe di bombebarana hewayî de winda kirine, li zeviyên çandiniyê dest bi xebatê dike.

Fatima El-Elî ya 28 salî ji bo dev ji zarokên xwe berde û ji nû ve bizewice ji aliyê malbata xwe û malbata hevserê xwe ve rastî gelek zextên derûnî û tacizê tê, lê tevî barên jiyanê yên dijwar û rewşa aborî ya xirab jî, ji bo mêyzekirina her sê zarokên xwe jiyanê hembêz dike.

Fatima El-Elî rûxmê van ferzkirinên civakê di nav berxwedanekê jiyanî de ye destnîşan dike ku divê ew zarokên xwe yên ji bilî wê kesekî wan nemaye xwedî bike û bi taybet jî li dijî zextên civakê yên dixwaze ew bi kesekî din re bizewice di nav berxwedanekê de ye. Fatima diyar dike ku ew li şûna di nav bendewariya alîkariyan be, bi perê kêm yê bidest dixe dikare debara xwe bike û hewil dide zarokên xwe xwedî bike.

9 mehan girtîmayîna li malê li ser hatiye fezkirin

Kholud El-Tamah a 32 salî bi şertê anîna dû zarokên xwe rastî zextê malbat û civakê hat ku bi mêrêkî 20 sal jê mezintir re bizewice. Kholud destnîşan dike ku zecawek bi vê rengê ji bo wê ne hêsan bûye, gelek zehmetiyan jiyaye, lê ji ber zext û ferzkirinên timî yên ji ber berdana zarokên xwe ew ji bo parastina zarokên xwe neçarî vê hilbijartinê maye.

Kholud da zanîn ku ew ji ber cil û bergên xwe û ji ber terikandina malê ya bi armanca dengê xwe gihandina derve, neh mehan zextê girtîmayîna li malê li ser hatiye ferzkirin û neçar maye ku vê yekê qebûl bike.

Zextên li ser jinan rê li ber xwekujiyê vedike

Derûnînas Safaa El-Saghir a 43 salî da zanîn ku xeztên paşverû yên civakî ji bo jinên ku hevjînê wan jiyana xwe jidest dane dibe sedemê êşên derûnî, ev jî bi awayekî xwe kişandina nav xwe û bê hevsengiyê xwe dide der û di gelek rewşan de ji bo jinên ciwan ên hevjînên wan jiyana xwe jidest dane rê li ber xwekûjiyê vedike.

Her wiha Safaa El-Saghir destnîşan kir ku sînordarkirinên mîna mîrateya civakî û çandî ya li ser jinên ku hevjînên wan jiyana xwe jidest dane zextên li ser wan zêdetir dike, wan ji mafên wan bêpar dihêle û da zanîn ku ev rewş li Idlibê rewşek zehmet bi jinan dide jiyîn.

Safaa El-Saghir, bal kişand li ser xurtkirina rola hişyariyê di navendên bihêzkirina jinan û civakê de û naskirina giraniya van diyardeyan û di wê baweriyê de ye ku bi vê awayê dê bandorên neyînî yên li ser jinên hevberdane û yên hevjînên wan jiyana xwe jidest dane dê kêmtir bibe.