Leşkera ji Talîbanê reviya di şikeftê de dijî

Jina leşker A.S. ku beriya Talîbanê di artêşê de peywirdar bû piştî Talîbanê rêveberiya welat desteser kir, wekî gelek kesan jiyana wê ket xeterê, bi zarokên xwe re ji bajar derket û niha li şikeftek di nava xizaniyê de dijî.

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl – Li Afganistanê piştî ku Talîbanê rêveberiya welat di Tebaxa 2021’ê de desteser kir, gel di bin zext û zoriyê de dijî. Kesên ku destpêkê di hedefa Talîbanê de ne, jin û zarokên keç in. Ji perwerdeyê heta tendirustiyê, qada giştî li jinan hatiye qedexekirin. Hebûna Talîbanê ji bo herêmê jî xeterek cidî ye.

Talîbanê ji roja ku rêveberiya welat desteser kiriye û vir ve, rayedarên hikumetê û leşkerên artêşê revan, îşkence li wan kir û qetil kir. Hinek rayedarên hikumet û artêşê derfet dîtin ku derkevin derveyî welat, ên ku man jî kes nizane çi hatiye serê wan. Li gorî agahiyan hinek kesên ku di artêşê de peywirdar bûn li ser banga Talîbanê vegeriyane peywira xwe lê dûre ji wan leşkeran agahî nehatiye girtin. Ji bo leşkerên jin jî rewş heman e.

Yek ji wan jinên leşker jî A.S. ye, ji tirsa ku dê Talîban wê birevîne, îşkence lê bike, bavêje girtîgehê yan jî qetil bike, piştî dagirkeriya Talîbanê ji bajar reviya û li bejahiya bajarê Bamyanê di şikeftek de bi malbata xwe re bi cih bû. A.S. ji aliyekî ve bi tirsa canê xwe dijî, ji aliyekî ve jî bi xizaniyê re têdikoşe.

Kes nihaze çi hatiye serê leşkerên ku ji aliyê Talîbanê ve hatine revandin

A.S, diyar kir ku dema di artêşê de peywirdar bû, xwedî asteke baş bûye lê neçar maye dest jê berde û diyar dike ku Talîbanê ji bo peywirê bang lê kiriye lê neçûye û wiha dibêje: “Kes nizane çi hatiye serê leşkerên ku Talîbanê ji bo vegerin ser peywira xwe bang li wan kiriye. Ji bo ku heman tişt neyê serê min ez neçûm. Ji ber ku jiyana min di xeterê de ye ez li şikeftê dimînin.”

‘Ez naxwazim bimrim’

A.S diyar dike ku di pêvajoya ku hewl daye xwe û zarokan ji zextên Talîbanê biparêze de hevjînê wê wan terikandiye û dibêje ku niha ew bi tene sê zarokên xwe yên ku yek ji wan nexweş e xwedî dike. A.S. dide zanîn ku ew debara xwe bi alîkariyan dike û wiha bi dawî dike: “Ez ditirsim ku Talîban min li vir bibîne û qetil bike. Di rewşeke wisa de dê zarok bêyî min çi bikin? Kurê min nexweş e, ez naxwazim zarokên min bi tenê bimînin.”