Kongra Star dixwaze mêran jî azad bike

Endama Komîteya Perwerdeya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ala Yûsif got ku komîteyên perwerdeyê ji bo perwerdekirina jin û mêran û dayîna ezmûn û zanyariyê dixebitin.

ŞÎRÎN MIHEMED

Qamişlo – Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 12 komîteyên ku xebatên xwe di çarçoveya sîstema demokratîk a welat de dimeşînin pêk tê. Yek ji van komîteyan jî Komîteya Perwerdeyê ye. Komîteya Perwerdeyê weke gava yekem û herî girîng a ji bo bidestxistina guhertinên erênî û wekheviya zayendî û her wiha destkeftiyên civakî xebatên xwe yên ji bo pêşxistina ramana azad didomîne.

Di çalakiyan de dîroka jinê tê vegotin

Endama Komîteya Perwerdeya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ala Yûsif bal kişand ser girîngiya xebatên Komîteya Perwerdeyê û got ku armanca wan avakirina civakek li gorî feraseta azadiya jinê ye. Ala Yûsif diyar kir ku di vî warî de xebatên xwe didomînin û got, “Em serdana hemû sazî û şaredariyan dikin. Em konferans û çalakiyên ku mijarên civakî nîqaş dikin, Jineolojî, dîroka jinê û têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê derdixin pêş. Em hewl didin li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar bikin.”

Ji bo mêran bernameyên perwerdeyê hatin organîzekirin

Ala Yûsif anî ziman ku jin jî mîna endamên din ên civakê xwedî mafên xwe ne û got ku ew mêran jî  beşdarî perwerdeyên xwe dikin û ew dixwazin hemû astengiyên ku rê li ber pêşketina civakê digirin, derbas bikin. Ala Yûsif der barê zehmetiyên ku pê re rû bi rû mane jî wiha got: “Di destpêkê de mêran tiştên ku me derdixistin qebûl nedikirin. Vê yekê gelek karên me xera kir. Loma jî me du sal berê dest bi perwerdekirina mêran kir. Ji ber ku zihniyeta desthilatdar a mêr bi hezaran sal e berdewam dike, di destpêkê de ev yek pir dijwar bû. Bi demê re hinek mêr karîbûn li ser azadî û mafên jinan cuda bifikirin û vê yekê jî hêviyek da me ku em xebatên xwe bidomînin.”

'Jin bi pêş ket'

Ala Yûsif destnîşan kir ku bi demê re jin di hemu qadên jiyan û têkoşînê de bi pêk ketin û got, “Bi destpêkirina şoreşê re em bûn şahidê hewldanên jinan ên ji bo şikandina bendên koletiyê, xwe nas bikin û ji zilma ku li wan tê kirin xilas bibin. Jin ji mêran bêtir jêhatîtir in ku ji bo derbaskirina astengan biryar didin. Jinan destnîşan kirin ku heta ku di kûrahiya civakê de guhertinek mezin çênebe, şoreş bi ser nakeve. Li gorî vê prensîbê jin ji bo xwe perwerde bikin xebitîn. Di destpêkê de jin derbasî qonaxa xwenasînê bû. Wî tenê guh li rabirdûya xwe û kesayetiya xwe ya rastîn dikir, lê wî dest bi nîqaşkirina gelek xalên ku her ku diçû derketin holê."

'Em ê civakê azad bikin'

Ala Yûsif, anî ziman ku civak jin bi avahiyeke fizîkî ya qels dibîne û ji aliyê masûlkeyên xwe ve wan bi mêran re dide ber hev û wiha got, “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê feraseta civakê ji holê rakirin. Civak ji yek zayendî nayê avakirin. Ji ber vê yekê, hevsengiya zayendî girîng e. Ji bo avakirina civakek azad bi perwerde û dersên ku rê dide me ku em awayê ramana mêran biguherînin yekane çareserî ye. Weke jin me roleke girîng di civakê de lîstiye û heta niha jî em hewl didin ku herî zêde mêran tevlî perwerdeyê bikin. Em dixebitin ku hişê mêran biguherînin. Her çiqas ev gav zehmet be jî em ê di wextê xwe de bigihêjin tiştê ku em dixwazin. Jin ji aliyê laş û ramanê ve girêdayî xwe ye, mêr jî wisa ye. Em hemî ji xwe berpirsiyar in û mafê kesî tune ku raman, ziman, laş û her tiştê me kontrol bike."