Koçberên li kampa Yonanî yê li Reqayê jiyanek zehmet dijîn

Jinên koçber ên li kampa El-Yonanî li Reqayê dimînin ji ber şert û mercên nebaş ên aborî neçar dimînin ku li çolê li plastîk bigerin da ku debara xwe ya rojane bikin.

RÎM MİHEMED

Reqa - Nêzîkî 126 malbat li kampa Yonanî ya li gundewarê başûrê bajarê Reqa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, piraniya wan ji Rusafa, Tedmur, Hama û Dêrezorê ne. Jinên penaber ên li kampa El-Yonanî dimînin ji ber şert û mercên nebaş ên aborî neçar dimînin ku li çolê li plastîk bigerin da ku debara xwe ya rojane bikin.

"Gelek caran ez û birayên xwe rojek an du rojan bê xwarin dimînin"

Fehîma El-Mehmûd a 68 salî ku ji devera Rusafa koçberî kampa Yonanî bûye diyar kir ku ew li kolanan li perçeyên plastîk û tenekeyên kolayê digerin da ku wan bifroşin û derbara xwe ya rojane bikin û wiha got: "Ez bi tena xwe debara malbata xwe dikim, ji ber ku hemû birayên min û xwişka min astengdar in. Ez xwarina xwe li ser tifkê çêdikim ji ber ku sîlindirên ceyranê tune ne, ger hebin jî biha zêde ne. Nêzî 6 sal in em li vê kampê dijîn. Gelek caran ez û birayên xwe rojek an du rojan bê xwarin dimînin. Carinan em diçin bazara sebzeyan, lê kes tiştekî nade me. Beriya ku em koçber bibin me di malên xwe de jiyaneke bi îstîqrar jiyan dikir û çavkaniya debara me erdên me bûn, lê îro em di konekî ku ji qumaşên çiryayî hatiye çêkirin dimînin."

"Li kampê hemû birçî ne û rewşa me jî pir xerab e"

Xeşfa El-Mehmûd ku ew jî ji devera Rusafa koçberî kampa Yonanî bûye anî ziman ku ji destpêka şer ve ew li vê kampê dijîn û wiha axaftina xwe berdewam kir: "6 zarokên min hene, biçûkê min yek salî ye û birçî ye û ji ber nebûna pereyan ez nikarim jê re şîr bikirim. Em hemû di vî konî de dijîn, dixwin, vedixwin û serşokê tê de dikin. Li kampê hemû birçî ne û rewşa me jî pir xerab e. Li nêzî me av heye û ez her gav ditirsim ku zarokên min têkevin avê û bifetisin, ji ber ku elektrîka me tune ku ronî bike. Em bi hilgirtina li ser milan avê tînin kon. Heb li ser serê zarokên min belav bûn û ji ber nebûna paqijiyê li kampê û germahiya zêde, porê wan hemû weşiya. Me ew birin klînîkê, lê ji ber nebûna dermanan ew nehatin tedawî kirin. Em nikarin wan bibin ba doktor ji ber ku tedawiya wan gelek pereyan dixwaze."

"Ez û keçên xwe li parçeyên plastîk digerin da ku debara xwe bikin"

Xelfe El-Meter jî ya ji herêma Tedmurê got ku ew nêzî 3 sal berê hatine kampê û wiha anî ziman: "Li vê kampê rewşa me her ku diçe xirabtir dibe, av, nan, ceyran û derman tune ne. Gelek ji me nexweş ketine û em nikarin alîkariya bijîşkî bixwazin. Ez û keçên xwe li parçeyên plastîk digerin da ku debara xwe bikin. Em nikarin gelek cureyên xwarinê bixwin û çend rojan em bê xwarin dimînin û her ku germahî zêde dibe em dilopek ava sar jî tahm nakin.