Penaberên Yemenî bi gefa xelayê re rûbirû dimînin

Pêdiviyên nifûsa Yemenê bi awayekî trajîk zêde dibin, ji ber ku fînanse û alîkarî kêm dibin û bi hezaran malbatên Yemenî, bi taybetî yên koçber bi bêdengî bi birçîbûnê re rûbirû dimînin.

RANIYA EBDULLAH

Yemen – Zêdetirî 10 salan e ku Yemen yek ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê dijî, bi milyonan Yemenî li ber birçîbûnê ne. Kampên penaberan di pêşengiya trajediya mirovî de ne. Kesên ku ji bo ewlehiyê ji şer reviyan, di nav konên hilweşiyayî de di nav birçîbûn, nexweşî û xizaniyê de asê man û nekarî xwe ji germahiya havînê an sermaya zivistanê biparêzin.

Li gor Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî, 17 milyon û 600 kes di xetereya bêewlehiya xwarinê ya giran de ne, ku nêzîkî 6 milyon kes di rewşên awarte de dijîn.

Xela gef li laşê wê ya zirav dixwe

Trajedî êdî ne tenê hejmar e, her wiha sûret, nav û çîrokên xwînî ne. Li navçeya Abs a parêzgeha Hecahê, ku li bakur-rojavayê paytext Sana'a ye, keça 7 salî Eşwaq Elî Hesen Muhab, piştî ku xela laşê wê yê zirav xera kir, çavên xwe li jiyanê girtin. Eşwaq di mala xwe de ji bilî piçek av û perçeyên xwarinê yên ku cîranan carna didan wê, tiştek nedît.

Koça dawî ya Eşwaq Mehab ne bûyerek tenê ye. Ew qîrînek e ku serpêhatiyên bi hezaran zarokên li kampan vedihewîne, yên ku bi zikên vala diçin razanê û bi hêviya perçeyek nan şiyar dibin, lê ev xewn pir caran pêk nayê.

Hejmar asta karesatê eşkare dikin

Li gor Yekîneya Rêveber a Rêveberiya Kampên Kesên Jicîhûwarkirî, hejmara malbatên koçber heta Cotmeha 2024'an li 12 bajaran, tevî Aden, Lehc, Ebyan, Marib, El Hudeyde, Hece, El Cewf û Taîz, gihîştiye zêdetirî 471 hezar û 707’an. Dane nîşan didin ku ji sedî 49 ji van malbatan, nikarin bighîjin xwarinê.

Tiştê ku derbarê hejmaran de mirov xemgîn dike ev e ku 9 hezar û 359 malbat ji hêla zarokan ve têne xwedîkirin û ev yek ji bo jinan jî derbas dibe. Hejmara malbatên ku ji hêla jinan ve têne xwedîkirin 17 hezar û 342 malbat , û 2 hezar û 782 malbat bê malbatên xwe di kampan de dijîn.

Ji aliyê avê ve jî rewş kêmtir nîne. 301 hezar û 698 malbat bê ava vexwarinê ne, di heman demê de 238 hezar û 88 malbat jî ji ava rojane bêpar in. Ev hejmar nîşan didin ku çawa pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê ji destê koçberan derketine.

Şahidiyên birçîtiyê

Li navçeya El-Me'afer a Taîza li başûrê rojavayê Yemenê, di hundirê konek hilweşiyayî de Cuma Hesen a 70 salî rûniştiye û ji ber dijwarbûna salên koçberiyê westiyaye. Ew dibêje: Bi salan e em li vir bê ban in ku me biparêze. Zarokên min li ser axê radizên. Em li benda alîkariyê ne ku nayê. Baran me şil dike, serma me diqerisîne û tekane tiştê me yê ku heye, sebir e.

Bi çavên xemgîn li ezman nihêrt û lê zêde kir: "Em pir tiştan naxwazin, tenê perçeyek xwarin ji bo têrkirina zarokên me û stargehek ji bo parastina me ji baran û sermayê. Em ji bendewariyê westiyane."

Rewşa penaberan dijwartir dibe

Endama komîteya xizmetguzeriyê li kampeke li herêma El-Birîn a Taîza li başûrê rojavayê Yemenê Eşwaq Ebdê diyar kir ku rewş ji ya ku tê xeyalkirin dijwartir e û wiha got: "Kêmbûneke giran a xwarin û selikên xwarinê heye, bi taybet bi qutbûna alîkariya mirovî. Mirov tiştên ku hewce dikin dikirin ger hinek pere hebin. Pir caran nikarin nan jî bikirin. Rewş ji bo zarokan, jinên ducanî û dayîkên şîr didin her ku diçe xirabtir dibe. Ji ber ku kesên herî zêde êş dikşînin ew in. Gelek ji wan ji birçîna nexweş dikevin û nikarin derman bibînin. Xelkê kampê, bi taybet jin û zarok, di rewşek mirovî ya dijwar de dijîn."

Bi nexweşiyan re jî têdikoşin

Rewş tenê bi birçîna û xelayê re sînordar namîne. Koçber bi gelek zehmetî û kêşeyan re rûbirû ne. Di nav de nebûna xizmeta tenduristî ku bû sedema girtina bi sedan navendên tenduristî jî hene. Ev jî bû sedem ku nexweşiyên wek emel û kolêra zêde bin. Derbarê vê rewşê de Eşwaq Ebdê wiha axivî: “Jin, zarok û extiyar, bi gelek nexweşiyan dikevin lê nikarin derbasî navendên tenduristiyê bibin. Ji ber ku ew him dûr in him jî ev navend nikarin tedewiyê ji nexweşan re bê pere pêşkêş bikin. Ji ber ku ew di nava wargehan de bê derman dimînin.

Di konên hilweşayî de dijîn

Worud Mihemed Elî ku piştî mirina hevjînê wê bi zorê 5 zarokan xwedî dike, got: “Konê ku em tê de dijîn êdî nikare li hember baran û bayê bisekine. Ew bi tevahî perçe bûye û em niha bêmal in. Bişev ez û zarokên xwe di konek cîrana xwe de radizên. Ew jî 6 kes in, kon têra me hemûyan nake û em nêzî hev radizên.”

‘Şer hemû kêliyên jiyana me diziye’

Xemîsa Salêh jî dema ji cîranên xwe yên li kampê ji bo 6 zarokên xwe li perçeyên nan digeriya, me ew dît. Xemîsa Salêh dibêje: Carna zarokên min ji birçîna digrîn. Divê ez wan bibim bazarê da ku ew bi xwarinek hindik vegerin. Em bi pir kêmanî dijîn. Carna em tenê avê dibînin. Tiştek nîne ku zarokan ji serma û germê biparêze. Şer hemû kêliyên jiyana me diziye.

Tenê dixwazin vegerin ser cîh û warên xwe

Fatimê Ehmed ku hêvî dike vegere mal û ser axa xwe wiha got:Piştî ku pevçûn destpê kir, em tenê yên ku bedelên giran dan bûn. Me mal û milkên xwe hiştin û di konên hilweşiyayî yên ku ji hêla rêxistinan ve hatine peydakirin û di hin perçeyên ku wek rihetî dihatin hesibandin de, man. Em dixwazin vegerin mal û xaniyên xwe û em ê xwe şerm û birçî hîs nekin, lê destpêkerên wê nehiştin ku pevçûn aram bibe."

Raportên navneteweyî yên bi fikar

Raporên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku zêdetirî 17 milyon kes li Yemenê bi birçîbûnê re rûbirû ne. Di nav wan de zêdetirî milyonek zarokên di bin 5 salî de hene ku ji ber kêmbûna xurekê di xetereya mirinê de ne.

Her wiha 2 milyon û 400 zarok û 900 hezar jinên ducanî û yên şîr didin zarokan bi xeteriyên nexweşiyan re rûbirû ne. Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî hişyarî dide ku 17 milyon û 600 kes bi bêewlehiya xwarinê ya tûj re rûbirû ne. Di nav wan de nêzî 6 milyon kes jixwe di Qonaxa 4‘an (rewşa awarte) de dijîn û îhtîmal e ku deverên Qonaxa 5’an (xela) jî derkevin holê.

Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku zêdeyî 4 milyon û 599 zarokên temenê dibistanê dê ji dibistanê bêpar bimînin. Di heman demê de nêzî milyonek û 300 zarokên bêwar dê di polên qerebalix û kêmçavkanî de fêr bibin, ku ev yek êşa wan girantir dike û deriyê pêşerojek ne diyar vedike.

Birçîbûn li Yemenê êdî ne tenê pirsgirêkek alîkariyê an krîzek demkî ye. Ew ji bo bi milyonan kesan bûye gefek hebûnê. Li pişt hejmaran rûyên westiyayî, zarokên ku bêdeng mirine û jinên ku hêviya xwe winda kirine hene. Di nav pevçûnên berdewam û kêmbûna piştgiriya navneteweyî de, tekane hêviya van mirovên koçber ew e ku pevçûn bi dawî bibe û ew vegerin mal û axên ku deh sal berê jê koçber bûne.