Kî ji tundîtûjiya li dijî jinan berpirsyar e?

Tevî hemû ked û têkoşîna li dijî tundîtûjiya jinên cîhanê û bi taybetî Filistînê, diyardeya tundûtujiyê di nava civakan de her diçe zêdetir dibe.

NAGIHAM KARAJEH

Xeza- Jin rastî gelek astengiyan tên. Di gelek waran de tên paşguhkirin, pirsgirêk û krîz di hemû warên jiyanê de zêde bûn. Ji ber serweriya hişmendiya mêr û nenaskirina jinan û rewşa wan a giştî ya xirab diyardeya tundûtûjiyê bi hemû awayan li dijî jinên Ereb û yên li welatên herêmê zêde bûye.

‘Jinên ereb bi hemû cureyên tundûtûjiyê re rûbûrû dimînin’

Berpirsa Yekitiya Jinên Filistînî Îktîmal Hemed ku tundûtûjiya ku bi hemû awayan di encama bîrdozî û çanda civakan de derdikeve hole nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi taybetî kêmbûna hişyariya jinan der bare maf û hebûna wan de dibe sedem ku rê li binpêkirina mafên wan vebe. Vê hişmendiyê jinan xistiye xeleka tundûtujiyê û heya roja me îro jî didome. Nebûna zagon û siyasetên bingehîn di welatên Ereb de hişt ku mijarên girêdayî jinan bên paşguhkirin. Kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundûtujiya li ser jinan, rastiya jinên Ereb û tundûtujiya li ser wan di asta cîhanî û hundirîn de nîşan da. Jin tevî astengiyan barê xebat û malbatê û berpirsyariyê tevahî digre ser milên xwe. Bi hemû cureyên tundûtûjiyê re, ji ber xirabûna rewşa aborî, siyasî û civakî re rûbirû dimîne.”

‘Jin nikarin nêrîn û pêşniyarên xwe bînin ser ziman’

Îktîmal Hemed bilançoya ku Netewên Yekbûyî derxistine hole rast nabîne û destnîşan dike ku ji bo sala 2021-2022’yan, rêjeya tundûtûjiya li dijî jinan li cîhana Ereb ji %  35 derbas kiriye ango li derdora 736 milyonî jin rastî vê yekê tên, di hin welatan de jî ev rêje ji % 70 derbas dike. Da zanîn ku ev bîlanço ji 100% ne rast e ji ber ku gelek bûyer û rewş hene bêdeng in û wiha xembariya xwe anî ser ziman: “Bi taybetî ew jinên ku malbatê xwedî dikin di şert û mercên giran de kar dikin, li dijî rewşa aborî xirab û nebûna derfetên kar li ber xwe didin, nanê malbata xwe tînin li benda alîkariyên karûbarên civakî ne. Civakên xwedî hişmendiya mêr, sedemên herî bi hêz ên tundûtûjiyê ne. Her wiha sedema bidestnexistina mafên jinan di gelek dozan de weke mijara berdanê û di warên aborî, civakî û siyasî de tên paşguhkirin, jin nikarin nêrîn, hêvî, raman û derbirînên xwe yan pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.”

‘Jin bi çêkên xedexekirî tên hedefgirtin’

Îktîmal Hemed da xuyakirin ku jinên Filistînî her dem rastî êrîşên dagirkeriyê tên û wiha pêde çû: “Jin ji dermankirin û çûnhatinê bêpar in. Rewşa şer a berdewam jinan xistiye bin mertirsiya mirinê yan tirs û bêzariyê. Bi siyaset, kiryarên kujer weke koçkirin, penaberî, rûxandina malan bi serê jinan ve gef li wan tê xwarin. Her wiha bi çekên navneteweyî qedexekirî jî tên hedefgirtin. Ji ber dorpêça 15 salan li ser welat barê jinan gelekî zêde dibe. Tiştê em dibînin, ew pevçûnên navxweyî û cudakariya nijadperestî li dijî jinên welat e, jin rastî destdirêjî, lêdan, binçavkirin û kuştinê jî tên dema ew parastina doz û hebûna xwe dikin, ev tenê ji bo çewisandina li dijî jinan e.”

Piştgiriya xwe ji bo serhildanên jinên Îranê ragihand

Îktîmal Hemed der bare Jîna Emînî ya ku bi destên polîsên Îranê hatibû qetilkirin de jî nêrînên xwe anî ser ziman û got ku ew weke jin vê bûyerê red dikin û binpêkirina zelal û eşkera ya mafên mirovan dibînin û wiha gotinên xwe domand: “Demokrasî, mafê derbirîna nêrîn û rêzgirtina azadiya kesî ye, ev jî bi xwe binpêkirina nirxên mirovî û mafên jinan û azadiya wan e. Her wiha piştgiriya xwe ji jinên rastî tundûtujiyê hatin re radigihandin, jin xwe dikin qurbanên parastina hebûna xwe.”

‘Banga min ew e ku zagonên ji bo parastina jinan werin xurtkirin’

Îktîmal Hemed di dawiya axaftina xwe de bang li hikumetê kir ku ji bo parastin û mafên jinan zagona parastina jinan ji tundûtujiyê bê xurtkirin, da ku di demên krîzan de biryarên rast di wê der barê de bên girtin û wiha got: “Beşên niştimanî û saziyên jinan û sivîl divê destwerdanê bikin ji bo tundiya li dijî jin û keçan rawestînin. Ji bo xurtkirina demokrasiyê û vegerandina şert û mercên giştî ji bo berjewendiya jinan,  parçebûna siyasî ya ku xeterê li ser tevna civakî û pêşketina domdar dixe ji holê bê rakirin.” Her wiha teqezî li ser girîngiya pêkanîna zagonên hemû cureyên tundûtujiyê û cudakariya li dijî jinan kir da ku zemînek dadwer bê tundî, paşguhxistin û çanda qaliban ava bike. Beşdarbûna wan di aştiya navxweyî û bidawîkirina parçebûnê û pêkanîna lihevkirin û yekitiya niştimanî de xurt bibe.