Kevneşopiyên civakê jinan ji karên cuda dûr xistine

Xwendekarên jin ên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku divê jin der barê hilbijartina karan de jin bi xwe biryara xwe bidin, nabe ku kesên din der barê wan de biryarê bidin û divê guh nedin gotinên civakê û karê xwe bi xwe hilbijêrin û bi ser bikevin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî-Di civakan de ji ber hişmendiya mêr serdest e gelek kar ji bo jinan weke eyb tên dîtin û rê nadin jin bikevin nava civakê, kar bikin û ji bo jinan astengiyan derdixin. Her wiha astengiyên malbatê û kevneşopiyan wisa kirine ku beşek ji jinan bi malê ve werin girêdan û daxwaza jinan a xwendin û xebatê bimîne di dilê wan de û hewldana ji bo armancên xwe nedin. Xwendekarên jin ên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku cihêkariya heyî ya di navbera jin û meran de hê jî berdewam dike û divê jin ji bo xebat û hilbijartina beşên zanîngehê guh nedin civakê.

‘Endezyarî di nava civakê de weke karê jinan nayê dîtin’

Xwendekar Kewser Ehmed diyar kir ku dema dest bi zanîngehê kir ji aliyê malbata wê ve piştgiriya wê hatiye kirin û wiha got: “Ez ê bibim mamoste, ev kar jî di nava civaka Kurd de ji bo jinan hatiye erêkirin. Lê belê hinek karên din hem civak û hem jî malbat naxwaze zarokên wan ên keç hibijêrin. Her wiha dema ku dibêjin endezyarî, dibêjin ne karê jinan e, ev diyarde jî di civaka Kurd de bi awayekî aşkera derketiye. Wek jineke ciwan li gorî min tu cudahî di navbera jin û meran de ji bo xebatê nîn e.”

‘Jin divê guh nedin rexneyên civakê’

Xwendekara bi navê Fatma Farûq destnîşan kir ku hemû kesên di jiyanê de çi jin, çi jî mêr bin pêwîstî bi xebatê heye û wiha got: “Di civaka Kurd de her ciwanek bi taybetî, dema ku dixwaze karek hilbijêre rastî astengiyan tê û jê re dibêjin ev kar ne yê jinan e û weke eyb dibînin. Kar ji bo jinan hatiye diyarkirin û nabe ku jin karên din bikin. Lê bele pêwîstiya hemû jinan bi xebatê heye û ji bo ku xwe bispêrin hêza xwe û karê ku dixwazin bikin divê serkeftî bin.”