Keleheke kevnar veguherand dibistana zarok û jinan

Necla Mimar a ku ji bajarê Marat El-Numan koçberî Dêr Hesen ê Idlibê bûye, kelehek Bîzansî ya kevn a di nav konên kampa Morik li Idlibê de veguherand dibistana zarokan.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib - Necla Mimar a ku ji bajarê Marat El-Numan koçberî Dêr Hesen bûye û xwediya bawernameya zanîngehê, beşa dîrokê ye, keleheke Bîzansî ya kevn a di nav konên kampa Morik li Idlibê de veguheramd dibistanek ji bo zarokan a bi navê "Navenda Şam a Perwerde û Pîşeyî." Mamosta Necla Mimar tevî koçberî û şert û mercên zehmet ên jiyanê, jinan di warê pîşeyî de perwerde dike da ku bigihîjin asta xwerêveberiyê û zarokên ku ji ber şer ji hemû mafên xwe hatine bêparkirin perwerde bike.

Di nava mercên zehmet ên koçberiyê de zarokan perwerde dike

Mamoste Necla Mimar diyar kir ku ji ber hejmareke zêde ji zarokên ku ji xwendinê hatibûn mehrûmkirin hebûn wê biryar da sûdê ji keleheke kevnar bigire û bike dibistaneke ku hêvî û perwerdeyê dide nêzî 65 zarokên ji xwendinê bêpar mane û wiha pê de çû: “Li kampê tevî pirbûna nifûsê navendên perwerdeyê kêm in û piraniya koçberan ji ber xizanî û şert û mercên zehmet ên jiyanê êşê dikşînin. Me qulên di dîwar û banê kelehê de bi naylonan girt û bi çîmentoyê erda kelehê çêkir da ku em wê amade bikin ji bo bibe dibistan. Ez dersên Erebî û Îngilîzî didim zarokan.”

Necla Mimar gelek zehmetiyan dikişîne, hewcedariya wê bi gelek tiştan heye, kursî û amûrên kirtasiyeyê û gelek tiştên din jê re pêwîst in ji ber vê yekê ​​ji rêxistinên mirovî daxwaz dike ku pêdiviyên perwerdeyê ji wan re peyda bikin da ku ew û hevkarên xwe bikaribin xebata xwe bidomînin.

Necla Mimar anî ziman ku şerê Sûriyeyê bandoreke mezin li zarokan kiriye û hejmareke mezin ji wan ji xwendinê bêpar bûne, wiha axaftina xwe berdewam kir: “Şert û mercên dijwar û koçberiyê rê li ber daxwaza min a perwerdekirina zarokan negirt.”

‘Ev navend ji bo zarokên me çirûska hêviyê ye’

Xwendekar Rîm El-Hemdan a 6 salî ku ji gundê Babîla yê Idlibê koçberî kampa Morik bûye, her dem diçe navenda perwerdeyê û têkildarî sûdwergirtina Rîm El-Hemdan ji perwerdeyê, dayika wê Fatima El-Hemdan a 37 salî wiha anî ziman: “Ji dema ku em ji gundê xwe koçber bûne ve, zarokên min bê xwendin man, ji ber ku dibistan ji kampê dûr in. Ev navend ji bo zarokên me çirûska hêviyê ye, em bi wê wan ji nezanî û bêperwerdebûnê dûr dixin û fêrî xwendin û nivîsandinê dikin.”

Suha El-Cibûr a 32 salî dayika xwendekar Cemal Hecazî yê 7 salî jî wiha got: “Em zarokên xwe dişînin vê keleha kevnar da ku hîn bibin, ji ber dibistan dûr in û pereyê me tune ye ku em wan bişînin dibistanên dûr. Kurê min Cemal ji ber ku bavê wî nikare pêdiviyên xwendinê jê re bikire bi pênûsên hevalên xwe perwerdeyê dibîne û tevî vê yekê jî hînî prensîbên xwendin û nivîsandinê bûye.”

‘Min ji kursên pîşeyî pir sûd girt û dest bi kar kir’

Necla Mimar kursên rahênana pîşeyî ji jinên kampê re pêşkêş dike, wek kuaforî, dirûtin, hemşîretî û tevnsaziyê da ku bikaribin debara xwe û malbatên xwe bikin.

Heyat El-Qesab a 28 salî da zanîn ku wê ji kursên pîşeyî yên ji aliyê "Navenda Şam" ve tên dayîn, sûd digirt û wiha axivî: “Ez li navendê di pîşeya dirûtinê de hatim perwerdekirin û min sûd jê girt, ezmûnên xwe yên berê zêde kir û jêhatiya xwe di pîşeyê de bi pêş xist. Min piştî kirîna makîneya dirûtinê di hundirê konê xwe de dest bi kar kir û bi wê dikaribûm ji zarokên xwe re cil û bergan çêbikim. Her wiha min dest bi dirûtina cilan ji bo jinên kampê jî kir.”