Kampanya ‘Bihêz Be’ piştgiriyê dide jinên Xezayê

Komeleya Parastina Jin û Zarokan Aisha, bi xebatên xwe hewl dide li Xezayê jin û zarokan ji şîdeta ku ji ber zîhniyeta zayenda civakî diqewime biparêze, di her warê jiyanê de wan bi hêz bike, ji bo wan rewşeke bi ewlehî û tendirust ava bike.

NAGHAM KARACA

Xeza – Komeleya Parastina Jin û Zarokan Aisha demek dirêj ji bo jin û zarokan ji şîdeta ku ji ber zîhniyeta zayenda civakî çêdibe biparêze xebatên xwe domand. Komeleyê bi kampanyaya xwe ya bi navê “Bi hêz be” ya di meha Cotmehê de dabû destpêkirin; ji bo jin û zarokan dest bi xebatan kir. Bi vê kampanyayê hewl tê dayîn ku destek bide jin û zarokên keç ên bi nexweşiya penceşêrê ketine û bibe alîkar ku bikaribin bi vê nexweşiyê re şer bikin. Koordînatora projeya Komeleya Parastina Jin û Zarokan Aisha Nisreen Shawa, der barê xebatên xwe de nirxandin kir.

Xizmeta ji bo jin û zarokan

Nisreen Shawa diyar kir ku ew 15 sal e di departmana jinan a Komeleya Aisha de dixebite û got ku Bernameya Tendirustiya Ruh a Xezayê, her dem hewl daye pêşî li şîdeta li ser jinan bigre. Nisreen Shawa,  da zanîn ku ew ji bo jin û zarokan ku di civakê de yên herî bêparastin û kêmderfet in xizmeta zagonî, derûnî, civakî û tendirustiyê dikin. Nisreen Shawa da zanîn ku komele zêdetir li ser jinên mexdûrê şîdetê disekine û bi hewldanên xwe her dem zextê li rêveberan dikin ku zagonên têkildarî parastina jin û zarokan bixin meriyetê. 

Destek dide nexweşên penceşêrê

Nisreen Shawa da zanîn ku ew ji bo kesên ji nexweşiya penceşêrê baş dibin, bernameyên şêwirmendî, civîn û desteka derûnî li dar dixin û got: “Al-Zahra Guide, rehbera desteka derûnî ye ji bo jin û zarokan di  krîzan û rewşên lezgîn de dixebite wan di warê bikêrhatinên civakî de zana dike.” Nisreen Shawa her wiha diyar kir ku ji bo teşxîs û tedawiya nexweşên penceşêrê, dîtina derman û şopandina rewşa wan xebatên wan hene.

Ji bo jinên astengdar jî xizmetê dike

Nisreen Shawa diyar kir ku li Şerîdaya Xezayê projeyek parastin û destekê ji bo jinên astengdar ên rastî şîdetê hatine û yên ji nexweşiya penceşêrê rizgar bûne heye û wiha domand: “Jinên di navbera 18 û 59 salî de dike hedef. Proje ji bo hurmeta mafên jinên rastî cudakariyê hatine û parastina wan, li gorî hiqûqa hikumetê û mirovî bi xizmetên baş parastina wan esas digre.”

Komele şi dijî madeyên tiryakê jî têdikoşe

Nisreen Shawa da zanîn ku stratejiya herî girîng a komeleyê şopandina zarok û jinên girêdayî tiryakê yên li Şerîdaya Xezayê ye û got ku ew bi navbeynkariya Aisha armanc dikin ku van kesan bi civakê ve bidin girêdan û ji xizmetên tedawiya tiryakê sûdê bigrin. 

‘Ji sedî 35 kesên nexweş şîdetê dibînin’

Nisreen Shawa diyar kir ku ji sedî 35 jinên nexweşên penceşêrê zewicandî ne, ji hevjînên xwe veqetiyane û her wiha rastî şîdeta derûnî hatine û got: “Ji bo destpêkê xizmeta derûnî ji bo tedawiyê riya herî baş e. Em difikirin ku bi vê yekê ew ê bikaribin bi nexweşiyê re derkevin serî, astengiyên li pêşiya xwe rakin û bêhêvîtiyê têk bibin.”