Kêmbûna xaniyan li Efganistanê bûye pirsgirêkek mezin

Desteserkirina milkên gel ji aliyê Talîbanê ve barê jiyanê girantir kiriye û her diçe pirsgirêk zêdetir dibin û bi hezaran jin li hemberî xizanî û şertên giran ên stargehê li ber xwe didin.

BAHARAN LEHÎB

Efganistan – Pirsgirêkek din ku ji dema hatina Talîbanê ve xirabtir bûye, kêmbûna xaniyan e. Gelek kes li Efganistanê xwediyên xaniyên xwe nînin û piraniya wan li gorî rewşa xwe ya aborî xaniyan kirê dikin û di wan de dijîn.

Li bajar û gundên Efganistanê, ji ber kêmbûna aborî û xaniyan çend malbat di heman xaniyê de dijîn, serşok û metbexan parve dikin. Hinek malbat tenê odeyek wan heye û heta hemû zarokên wan di heman odeyê de mezin dibin.

Kêmasiya xaniyan piştî vegera penaberên ji Îran û Pakistanê ya Efganistanê xirabtir bû, bihayên xaniyan jî zêde bûn.

Di 20 salên dawî de, rayedarên hikûmetê erdên dewletê desteser kirin û li ser wan wargeh ava kirin. Kesên ku rewşa wan a aborî baştir bû, li van deveran erd kirîn û malên xwe ava kirin. Niha Talîban van taxan li seranserê Efganistanê wekî milkê dewletê îlan dike û li gorî kalîteya avakirinê ji bo her xaniyek kiriyek diyar dike û xwediyên xaniyan neçar dimînin malên xwe biterikînin.

Di heman demê de, ji bo jinûveavakirina riyan li Kabûlê û parêzgehên din, hejmarek xanî hatin hilweşandin an jî ketin ber riyan. Ev yek pirsgirêka xaniyan girantir dike û gelê Efgan neçar ma bi vê pirsgirêkê re mijûl bibe, ji bilî xizanî, bêkarî û zilma Talîbanê.

Dema ku Talîbanê kontrola Efganistanê girt destên xwe, gelek kes neçar man mal û zeviyên xwe bihêlin tenê hewl dan jiyana xwe xilas bikin. Hinek ji wan ji Efganistanê derketin, hinek jî li parêzgehên din penaber bûn. Talîbanê ji vê derfetê sûd girt û hemû xaniyên bêxwedî desteser kirin.

Piştî ku Talîbanê parêzgeh desteser kir neçar man bi şev birevin

Şîa yek ji wan jinan e. Hevjînê wê di hikûmeta berê de li parêzgeha Baghlan dozgerê leşkerî bû. Kurek û çar keçên Şîa hene. Hemû di hikûmeta berê de li heman parêzgehê di beşên cuda de dixebitin. Piştî ku Talîbanê parêzgeh girt destê xwe, ew neçar man bi şev birevin û werin Kabulê.

Piştî ku demekê li derdora xwe geriyan û li malên xizmên xwe man, neçar man bi zehmetî xaniyek bibînin û kirê bikin. Piştre wan biryar da xaniyê xwe yê xweşik bifroşin û xaniyek piçûk bikirin da ku bikaribin roj û şevên xwe bi bûk û keçên xwe re derbas bikin. Em çûn mala Fîrûza Şerîf ku li navçeyek Kabulê dijî. Bi kenekî şikestî wiha got: "Efganistan ji ziwabûnê dikşîne lê mala ku ez lê dijîm bi şev û roj şil e. Ji hemû nivînên me ji ber rutubetê bêhnek xirab tê û em êşa hestiyan dikşînin."

Di odeyek bi rutubet de dijîn

Firuzaya ku weke bi sedan kesan bi sê zarokên xwe yên mezin û biçûk ji Îranê vegeriya, bi pereyê xwe yê hindik di şert û mercên herî xirab de dijî. Ew ji bo wê odeya şil a lê dimînin mehê 2,000 pereyê Efganî dide û tuwalet, serşok û metbexa xwe bi du malbatên din ên ku ew jî ji Îranê vegeriyane re parve dike. Mîna Şîma û Firuza, bi milyonan jin li Efganistanê bi barê bêmalî û nebûna xaniyek guncaw re rû bi rû ne, di nava pirsgirêkan de dijîn.