Kampa jinan a zivistanê jinan di her warî de bi pêş dixe

Jinên ku li herêmên hejarî, asta herî zêde ya zordarî, tundûtûjî li wan heye û ji gelek mafên xwe bêpar in dijîn, bi xebatên xwe hewl didin wan diyardeyan kêm bikin. Kampa jinan jib o van rewşan riyek vekiriye û di gelek waran de jin jê sûdê digrin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Jin bi kampa jinan a zivistanê hewl didin rewşên civakî û derûnî yên zarokên keç û jinên ku di bin şert û mercên giran de dijîn bi pêş bixin û cihên bi ewle ji wan re ava bikin da ku asta zextên derûnî û krîzên aborî kêm bibe.

Kampa jinan a zivistanê ku ji bo xurtkirina jinan û civakê dest pê kiriye, bi armanca jinên Filistînî di warê civakî, çandî û aborî de xurt bibin tê lidarxistin. Bernameyên hişyariyê û xizmetguzariyên pêşveçûnê yên li gorî prensîba xwespartinê, ji wan re pêşkêş dikin. Jinên xwedî dahatên kêm ên ku di nava hejariyê de dijîn, para xwe ji xizmetên wan digrin da ku asta xwe di civakan de bi pêş bixin.

Bi kampê hawl didin pêdiviyên jinan pêk bînin

Cîgira serokê navenda xurtkirina jinan û civakê, Sebah Yasîn dibêje: “Kampên jinan, yek ji çalakiyên bingehîn ên navendê ye ku di Kanûna 2023’an de dest pê kir, armanca kampa jinan ew e ku pêdivî û daxwazên jinan bi taybetî yên li herêmên paşguhkirî bê xizmetguzarî dijîn bi cih bînin. Jinên Filistînî hê jî di bin zextên dijwar de dijîn piraniya wan jî nikarin rewşa xwe îfade bikin.”

Sebah Yasîn axaftina xwe didomîne û dibêje: “Em bi hemû hêza xwe kar dikin ji bo jinan di warê aborî û civakî de xurt bikin. Ji bo wê em perwerdeyên pîşeyî di kampê de didin û piştgiriya jinan di warê derûnî de dikin ji bo kesayeta wan bi hêz bibe û baweriya wan xurtir bibe. Her wiha em pêwendiyê bi saziyên jinan û yên derve re datînin da ku bername berfirehtir bibe, bi pêş bikeve û xizmeta jinên ji hemû beşan bike.”

Li kampê perwerdeya pîşeyî jî didin jinan

Ji aliyê din ve, koordînatora çapemeniyê Fethiye Sebah diyar dike ku serkeftina kampa zivistanê û pêdiviya keç û jinan bi projeyê hişt ku ew plana rêxistkirina kampeke jinan a din ji bo havînê bikin û got: “Bernameyên kampê li gorî temenê keç û jinan em amade dikin, perwerde û rûniştinên hişyariyê yên herî girîng ji bo her beşek ji jinan em pêşkêş dikin weke dirûtin, nexşekirin û çêkirina cilan.”

Li gorî nêrîna civakê divê jin li malê bimîne tu karî neke

Fethiya Sebah diyar dike ku kampê gelek guhertin di têgehên şaş ên di nava civakê de hene çêkiriye û wiha got: “Metrisiyên wan zêde bûn, di gelek mijaran de weke zewaca di temenê biçûk de, bêparbûna ji xwendinê ku gelek malbatan bawer dikirin zarokên keç di temenekî biçûk de divê bizewicin. Dema ku zarokên keç temenê 18 salî derbas dikin, dibin barek li ser milên malbatê. Kamp piştgiriya jinan dike ku kar bikin xwedî berhem bin ji xeleka civakê ya sînordar ku dihêle ew di mal de bimînin, tenê ji bo xizmetê derkevin derve dişkîne. Me herêmên herî paşguhxistî ku tê de paşverûtiyên riziyayî hebûn ber bi xwe ve kişandin bi armanca ku fikrên wan ên xwedî qalib biguherînin û nifşên li pêş jê biparêzin.

‘Kamp ji bo herêma em lê dijîn gelek cuda bû ji ber ku tenê ji bo jinan e’

Yek ji beşdarên kampa jinan Riza Mehmûd a 30 salî dibêje: “Ev kamp ji bo herêma em tê de dijîn cuda û nû bû ji ber ku ew ji bo jinan tenê bû lewma yekser min navê xwe tê de tomar kir û tevli bûm. Yek ji cîranên me rexne û henekên xwe bi vê kampê kir, ev jî vedigere hawirdora zordar ku dibîne cihê jinan ê sereke mal e.”

Li kampê hînî dirûtinê bû

Riza Mehmûd diyar dike ku kampê derfet dayê gavên destpêkê yên dirûtinê fêr bibe ji bo pêşeroja wê dahateke baş be lewma navê xwe di perwerdeya dirûtinê de li navendê tomar kir ku 3 mehan didome û got: “Divê jin xwedî îlham û berhemdarî bin, kampê derfet da jinan ku bi şarezayî fêrî dirûtinê bibin. Ji bo bibe jêdera dahata wan ku pêdiviyên xwe jiyanî peyda bikin û malê di şert û mercên dijwar de xwedî bikin ev yek gelek girîng e.

Hem di warê pîşeyî de hem jî di warê qalibên civakî de bû xwedî agahî û zanîn

Riza Mehmûd kêfxweşî û rihetiya xwe ya di kampa jinan de tine ziman û diyar kir ku wê enerjiyek erênî û kêrhatiyên nû girtiye, kesayeta xwe jî baştir kiriye. Her wiha got ku li gel hişyarî û çanda der barê diyardeyên bi nakok de jî bûye xwedî agahî. Wekî zewaca di temenê biçûk de, bêparbûna zarokên keç ji xwendin û derbirandina nêrînên xwe û guhertina qalibên kevin. Riza Mehmûd herî dawî got: “Niha nêrîneke min a nû der barê gelek mijarên ku di piraniya malbatan de hene çêbûye. Ev yek me ji paşverûtiyên berê yên rizî dûr dixe û di warê mafên xwe de em şiyar dibin.”