Komeleya ‘Tuknen’ li Sûdanê ji bo zarokên keç hêviyê geş dike

Li Sûdanê rêjeya zarokên keç ên xwendin û nivîsandinê nizanin zêde ye û ev yek ji bo pêşeroja nifşê nû xeter e. Hewldanên weke “Tuknen” bi riya perwerdeya alternatîf û piştgiriya aborî, modelek ji bo têkoşîna bi vê krîzê re pêşkêş dike.

SELMA REŞÎD

Sûdan – Li Sûdanê rêjeya zarokên keç ên nexwendî pir zêde ye. Li hinek herêman, ev rêje ji sedî pêncî derbas dike û li pêşiya îstîqrara civakî dibe astengî.

Pirsgirêka xwendin û nivîsandinê, bi taybetî li herêmên derdor û gundewar, yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Sûdanê ye. Ji ber faktorên aborî, civakî û çandî, perwerdeya zarokên keç bûye mijareke tevlîhev. Tevî hewldanên civakî jî rêjeya jinên ku xwendin û nivîsandinê nizanin pir zêde ye. Vê rewşê bû sedem ku komeleyên weke “Tuknen” ên herêmî, ji bo perwerdeyê ber bi çareseriyên alternatîf ên ku ji sînorê astengiyên civakî derbas dibin ve biçin.

Di zimanê Bedavît de tê wateya ‘zanînê’

Avakara komeleya “Tuknen” Nefîse Ahmed, diyar kir ku nezanîna xwendin û nivîsandinê bi taybetî li Rojhilate Sûdanê, di navbera zarokên keçik de pirsgirêkek mezin e. Ji ber vê yekê, dest bi hewldana bi navê “Tuknen” ku tê wateya “zanînê” û ji zimanê Bedavît ê ku eşîrên Beja diaxivin tê kiriye. Bejahî, bi paşeroja xwe ya dîrokî û zaravayê Bedavît ku komeke xweser a Nubya-Kuşîtîk in tên nasîn. Nefîse Ahmed balê dikşîne ku hewldan li herêmê armanc dike ku di navbera jinan de perwerdeyê teşwîq bike û pirsgirêka nezanîna xwendin û nivîsandinê kêm bike.

Nefîse Ahmed, dide zanîn ku komeleyê di sala 2021’ê de, di pêvajoyeke ku Sûdan di nava derbeyan û şerê navxweyî de bûye ava kiriye û wiha dibêje: “Vîzyona “Tuknen” ew e ku zarokên keçik bîne ba hev, pêdiviyên wan tesbît bike. Her wiha tecrubeyên me nîşan dan ku ji bo wan tişta esasî perwerde ye. Ji ber vê yekê komele, bernameyên xwendin û nivîsandinê yên ku unîformayên dibistanê mecbûr nîn in û her roj çûyîna dibistanê hewce nake, di atmosfereke dostanî ya zarokên keç de li dar dixe.”

Nefîse Ahmed, da zanîn ku perwerdeya li “Tuknen” tê dayîn, bi zimanê dayîkê Bedavît e; bi saya vê yekê, gelek zarokên keçik ên temenê wan di navbera 12 û 16 salî de ye û ji perwerdeyê dûr ketine ji nû ve perwerde dike. Her wiha diyar dike ku hinek ji van keçikan di temenê biçûk ji bo zewacê rastî zorê hatine.

Nefîse Ahmed diyar kir ku komele sala li pêşiya me armanc dike li herêmên Eyaleta Derya Sor jî belav bibe û got ku ji bo zarokên keçik bikaribin perwerdeya xwe bidomînin, ew plan dikin desteka aborî pêk bînin.

Zoriyên aborî û civakî

Nefîse Ahmed diyar kir ku zarok di navbera zoriyên aborî û civakî de mane, astengiyên civakî ji er cudakariya li dijî jinan bi bandortir e. Her wiha da zanîn ku civak li cihê zarokên keç, perwerdeya zarokên kur esas digre; ji ber dûrbûna dibistanan û zoriyên riyan, zarokên keç ji xwendinê bêpar dimînin.

Nefîse Ahmed got ku ji aliyê aborî ve jî gelek malbatên li Sûdana Rojhilat, dahata wan kêm e, ji ber vê yekê nikarin mesrefên perwerdeyê bidin. Tevî van ji ber ku müfredat bi Erebî û Înglîzî tên amadekirin, ji bo civakên ku bi van zimanan naxivin, dibe astengî.

‘Divê di dibistana seretayî de perwerde bi zimanê dayîkê be’

Nefîse Ahmed, xwest di merheleya pêşîn a perwerdeyê de zimanê dayîkê hebe, dûre derbasî zimanên Erebî û yên dibin bibin û bal kişand ku welatên vê modele bi kar anîne, bi pêş ketine û diyar kir ku weke mamosteyek dibistana seretayî, ew dizane ku dema perwerde bi zimanê dayîkê nebe, serkeftina akademîk kêm dibe û hejmara kesên dibistanê diterikînin zêde dibe û wiha bi dawî kir: “Her wiha hinek zarokên keçik ji ber sedemên civakî û çandî eleqe nîşanî perwerdeyê nadin. Ji bo ku vegerin perwerdeyê divê werin îknakirin. Wekî din jî kêmasiya mamoste û rêzên dibistanê heye. Avahiya komeleya “Tuknen” ji xizmetên cereyan û klîmayê bêpar e. Ligel van pirsgirêkan, bandora pêşengên qenaetê yên li dijî perwerdeya zarokan derdikevin jî astengiyê çêdike.