Jinên Suweydayî gotin: Daxwaza me jiyana mirovane ye

Jinên ku li Suweydayê tu piştgirî ji wan re nayê dayîn û li malbatên xwe dinêrin gotin ku daxwaza wan tenê jiyana mirovane ye.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda– Jinên Sûriyeyî, ji ber şer, krîzên siyasî û aborî di mercên zehmet de dijîn.Yek ji wan jî Şahîra Ghanem a 80 salî ye. Şahîra Ghanem, bi tena serê xwe dijî û piştî mirina hevjînê xwe bi mehaneya teqawidiyê debara xwe dike.

Şahîra Ghanem diyar kir ku kurê wê yê mezin beriya 5 salan jiyana xwe ji dest daye û got ku ji derveyî neviyê wê ku di aliyê zihnî de astengdar e kes nayê serdana wê. Şahîra Ghanem, wiha behsa zehmetiyên ku dijî kir:

“Di hestiyê pişta min de nexweşî heye ez êşê dikşînim. Extiyar im, ji bo van êşan divê ez tedawî bibim lê bi vê halê xwe hem karê malê dikim hem jî pêdiviyên xwe yên din bi cih tînim. Di van demên dawî de ez gelek tiştan ji bîr dikim.”

‘Ez bi tena serê xwe li kurê xwe yê felcbûyî dinêrim’

Wafaa Ghanem jî diyar kir ku hem nexweşa dil e hem jî ji ber êşên di çaqa xwe de pir zehmetiyan dikşîne û bi gopal dikare bimeşe. Wafaa Ghanem, a 50 salî diyar kir ku li kurê xwe felcbûyî bi tena serê xwe dinêre û got: “Hevjînê min 5 sal berê jiyana xwe ji dest da. Tu alîkarî ji min re nayê kirin, ez pir zehmetiyan dikşînim. Tevî ku min têkildarî xwedîkirina kesên astengdar daxwaza ji komeleyan kir jî bersivek nedan min. Malzemeyên taybet ên ku hem ji bo min hem jî kurê min pêwîst in ji ber bihayê zêde nikarim bigrim.”

‘Divê em daxwaza xwe ya ji bo jiyana mirovî bînin ziman’

Îkbal Amer a ku li cihê ku berhemên şîr tên firotin dixebite jî yek ji wan jinan e û bi zorê debara xwe dike. Îkbar Emer a di maleke bi kirê de dimîne got ku ew zarokên kurê wê yê ku jiyana xwe ji dest daye xwedî dike. Îkbal Amr diyar kir ku ew tevli tevgera gel a li Suweydayê bûye û wiha got: “Van mercên zehmet ên jiyanê çawa bin? Ez li cihekî ku berhemêm şîr difiroşe dixebitim û ji derveyî vê tu çavkaniyek min a debarê tune ye. Divê jin ji bo mafên xwe bibin yek. Divê em her dem daxwaza xwe ya ji bo jiyana mirovane bînin ziman. Van mercan debara me zehmet dike. Di bin van mercan de nikarim debara neviyên xwe bikim, pir zehmetiyan dikşînim.”