Jinên Sûdanê: Li dijî tundiyê cezayê hişk diyar bikin

Jinên Sûdanê destnîşan dikin ku mêr dema jinek qetil dikin rastî cezayên sivik tên lewma qetilkirinên jinan ji bo wan hêsan dibe û gotin: “Bila cezayên giran bidin wan, da ku rawestin.”

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Çend roj beriya niha medyaya dijîtal, bi bûyera li Erebistana Siûdî ku jinek bijîşk û xwîşka wê ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hatin qetilkirin, hejiya. Êrîşkar di heman demê de êrîşî dayîka wan û xwîşkên wan ên din jî kiriye, ew jî rakirin nexweşxaneyê.

Hurgûliyê bûyerê, xwe dispêre 9’ê vê Tîrmehê. Êrîşkar hevjîna xwe ya Sûdanî Ruaa Defallah bi kêrê qetil kir. Piştre xwîşka wê ya biçûk, di heman demê de Delal Defallah a bijîşk qetil kir. Delal xwîşka herî biçûk ya herî nêzî bavê xwe bû.

Xwîşka din ya bijîşk Rubaa Defallah jî rastî tundiya êrîşkar hat. Êrîşkar bi bivir êrîşî kir, ji serê xwe birîndar bû û birin beşa lezgîn. Di heman demê de xwîşkeke din a bijîşk Rimaz Defallah, ji tilî û rûyê xwe birîndar bû. Ew jî li beşa lezgîn e. Dayîka wê Raniya jî rastî êrîşê hat û ji serê xwe birîndar bû û li gel keçên xwe di beşa lezgîn de tên girtin.

Girîngiya hişmendiyê

Seroka Yekîneya Têkoşîna li dijî tundiya jin û zarokan Salîma Îshaq diyar kir ku ji ber dûbarebûna bûyerên jinên ku ji aliyên hevjînên xwe yên berê û niha ve tên qetilkirin, gelek êşiyaye. Salîma da zanîn ku piraniya sûcan çavkaniya xwe ji hevjînên ku hevdû berdane ji bo tola xwe hilînin digre. 

Salîma Îshaq bûyera ku mêrek piştî hevberdanê, li ber çavê zarokên xwe hevjîna xwe ya berê qetil kir û ev mêrê ku rapora tenduristiyê girt, tenê 7 sal ceza girt, bibîr xist û wiha got: “Heta edalet pêk neyê, ev sûcên girêdayî hêrsê nasekinin. Hinek caran di hundirê mêran de xirabbûn heye, ji bo vê jî pêwîst nake bi bandoriya nexweşiya derûnî û madeyên hişbir sûcan bikin. Mêran bi armanca tolhildanê gelek cînayet kirine û ev cînayet bûne sedema jiyana jinan, di van cûreyên sûcan de bi qasî pêwîst hişmendî û hişyarî nîne.”

‘Divê mekanîzma ava bibin’

Rojnamevana di qada sûcan de pispor Ayat Fazil li ser girîngiya cezakirinan sekinî û wiha got: “Bi zanebûn qetilkirina kesan a bi taybetî bi rêbazên tundiyê pêk tê, cûreyek sûc ku piştre ketiye civaka Sûdanê ye. Berê dibû, lê belê niha bi tiştên birînê sûc tê kirin, ev rewşek gelek cûda û ecêb e.”

Ayat Fazil têkildarî rewşa jinên Sûdanê ya li welatên kendavê ku cînayeta dawî lê hatî jiyîn de wiha got: “Jinên Sûdanê li kendavê lewaziya ewlehiyê dijîn. Lihevnekirina di nava malê de, bi taybetî di mijarên xwedîkirina zarokan de, ji bo negihê heta ku sûc werin kirin, divê mekanîzma werin avakirin. Qanûnên Sûdanê jî li dijî bi zanabûn kuştina kesan, cezayê giran ê wek pêkanînên darvekirin û tezmînatê digre nava xwe.”

Bandorên pevçûnan sedemên zêdebûna cînayetan in

Parêzvana mafên jinan û endama medyayê Selma Avad Fadil destnîşan kir ku qetilkirina jinan a ji aliyê hevjîn an jî hevjînê berê ve, sûcek tirsonek e û wiha got: “Ez van cûreyên sûcan ji bo gelemperîkirina civaka Sûdanê bikar naynim. Ev ne rewşek ku hatî fêmkirin e û civak van sûcan qebûl nakin û şermezar dikin. Zêdebûna cînayetan bi bandorên pevçûnan û daxwaza mêr ya xwedîbûnê ve girêdayî ye.”

‘Divê zagonên hişk werin derxistin’

Xebatkara rojnameyek xwecihî Umniye Mekavî, daxwaz kir ku li dijî yên ku sûcên tundiyê li dijî jinan pêk tînin, zagonên hişk werin derxistin û wiha got: “ Divê ev sûc bi awayek zelal werin lêkolînkirin. Tundiya li dijî jinan, bênpêkirina mafên jinan e. Jinên Sûdanê di dema pevçûnan de rastî sersariyê hatine, rewşek ku jin werin qetilkirin nîne.”