‘Bi cezayan divê pêşî li sinetkirinê were girtin’

Jinên Misrê yên ku neçarî sinetê bûne, ji ber vê yekê gelek zehmetiyan dikşînin, hinek ji ber enfeksiyonan du car hatine emeliyatkirin. Jinan diyar kirin ku bi cezayan dikarin pêşî li sinetkirinê bigrin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Welatê herî zêde sinetkirina jinan lê belav bûye Misr e, li dijî vê yekê kampayayên hişyarkirinê yên gelek girîng tên lidarxistin. Ji ber bi van kampanyayan guherîn çêdibin û bi perwerdekirina civakê jî dê bi xwe re guherînan bîne. Welatiyên li parêzgeha Îsmailiye der barê bandorên sinetkirina jinan li parêzgahê, kampanyayên hişyarkirinê bandorên rasterast ên kampanyayên hişyarkirinê de nirxandin kir.

‘Sinet ne tenê li gundan li navendên bajaran û navçeyan jî heye’

Nûçegihan Rabib Fikrî diyar kir ku bi kampanyayên hişyariyê yên li bajar tên meşandin heya astekê pêşketin çêdibe loma pêwîstî bi hewldanek zêdetir heye. Îsmailiye li ruxmê nêzî paytextê ye jî ji van kampanyayan sûdê nagire yek ji sedemên wê yên herî girîng koçberî ye. Rabab Fikrî destnîşan kir ku rola medyayê di vê derê de gelek girîng e ji ber ku nêzî girseyê ye û ji bo xwegihandina wan xwedî gelek riyên cuda ne, bal kişand ser hewldana saziyên tendirustî û sivîlan ji bo xebatê. Rabab Fikrî da zanîn ku li wilayeta Îsmailiyê sinet hê jî heye, ev tenê ne li gundên dûr sînordar e, di heman demê de li navendên bajaran jî heye.

‘Bi cezayan pêşî lê tê girtin’

Rabab Fikri diyar kir ku bijîjk li ruxmê ku dizanin sinet zirarê dide zarokên keç, dîsa jî vê yekê dikin û da zanîn ku ew bijîjk dibêjin bi xwesteka dayik û bavan dikin lê ev tenê hincet e û wiha got: “Rola civakê û ya saziyên mirovî ew e ku hişmendiya tehlîkeyên sinetê û zirarên wê ava bikin. Vê mijarê tenê bi armanca berjewendiyên verberhênan digrin dest. Ew bijîjkên ku vê yekê dikin divê bi malbatên ku destûr didin re werin cezakirin. Ev yek dikare bibe rêbazeke astengkirinê.”

‘Ez keçên xwe sinet nakim’

Azza Fawzî jî destnîşan kir ku di dema zewacê de hatiye sinetkirin û wiha got: “Min biryar daye ez zarokên xwe sinet nekim. Diya min dibêje wê ev biryar zirarê bide keçên te û êdî tu nikarî wan kontrol bikî lê ez ji hemû dayikan re dibêjim perwerdeyek rast û xebatên hişmendiyê ji sinetkirina jinan gelek girîngtir in û ez dibêjim xwestek di mêjî de ye. Ji ber vê yekê li şûna di dema li pêş de ez jiyana keçên xwe hemf bikim em wan bêş pêş bixin û di jiyanê de hînî rê û rêbazên baş, rast û pêwîst bikin.”