Jinên li kampên Idlibê derfetên perwerdeyê havînê ava dikin

Bi destpêkirina betlaneya havînê re jinên li Idlibê yên ji cih û warên xwe bûne, li kampên Idlibê dest bi projeya xwe ya kursên perwerdehiyê kirin.

HADEEL EL-OMER

Idlib – Kampên ku bi koçberiya darê zorê tên avakirin yek ji helqeyên herî lazar a di pêvajoyê perwerdehiyê de ne. Ji ber ku hebûna dibistanên ku bi awayekê têr xwendekara bihewîne, derfetê xwe gihandina perwerdehiyê ne mijara gotinê ye. Lewra ev rewş ji bo jinan dibe derfetekê dû qat jê zêdetir.

Reşa El-Burhan a 25 salî ji bo bi cih anîna daxwaza malbatên ku dixwazin zarokên wan perwerdehiyê bibînin, li navçeya Atma ya Idlibê kona xwe ya mutevazî ji bo perwerdekirina zarokan vekir. Reşa El-Burhan da zanîn ku bi taybetî li kampan pergala perwerdehiyê ber bi xirabbûnê ve diçe û got: “Piranî xwendekar ji ber nebûna dibistan û mamosteyan a li cihekê nêz, bê perwerde û bê piştgirî man. Dema ez dibînim ku zarokên li kampê xwendin û nivîsandinê nizanin dilê min teng dibe û ez dixwazim bi vê xebatê re çareseriya alîkariyek bibînim û asta xwendina xwendekaran bilind bikim.”

Reşa El-Burhan zaningeh bidawî nekiriye, di warê wêjeyî de xwedî dîplomaya navîn e. Ji ber şer, neçarî koçberiyê bûn û bihabûna zêde ya ku herem tê de dijî nekariye zaningehê berdewam bike. Lê derfetên wisa kir ku ew û hevjîn û dû zarokên wê ji neçarî li kampan bijîn, li aliyekê din wisa kir ku ew projeya xwe ya perwerdeyê bide destpêkirin û ew ê gelek zarokan ji tarîtiya nezanînê xilas bike.

“Yek ji mafê bingehîn a ku ji ber şer tê binpêkirin mafê perwerdê ye.”

Ev projeya perwerdê ne yekane ye, dişibe projeyên din ên ji aliyê gelek jinên ku li kampan ji perwerdehiyê bêpar hatine hiştin, hatiye destpêkirin. Di nav van projeyan de projeya perwerheyî ya Sulaf El-Tawîl a 33 salî jî heye. Li Idlibê, li kona xwe ya ji pazdehan zêdetir xwendevanan perwerde dike û da zanîn ku ew ji ber bûyîna xwedî dîplomaya perwerdehiya bingehîn ji asta xwe ya perwerdeyê ya baş pênase dike sûdê wergirtiye û bi vê awayê projeya xwe berdewam kiriye.  Sulaf El-Tawîl wiha got: “Li vê kampa ku em bi derfetên dijwar re rû bi rû ne, rastiya tecrîd û dîke kirin a li ser me tê ferzkirin, wisa li min kir ku ez ji bo xwe karekê pêyda bikim.”

Yek ji dayika zarokên ku li van kursan perwerde dibîne Welîda El-Hejî ya 37 salî bi bihayekê pir kêm vekirina dibistanên bi vê rengê girîng bi kêfxweşiyekê mezin pêşwazî dike û wiha got: “Yek ji mafê bingehîn a ku ji ber şer tê binpêkirin mafê perwerdê ye.” Walida da zanîn ku li van kursên perwerdê xwe pêşxistina kurê wê gavekê girîng a ji bo pêşketina wî ye.