Jinên koçber ên li Idlibê: Me hêviya xwe ya ji bo jiyanê winda kir

Jinên ku ji ber bombebaranan axa xwe terikandin û di şert û mercên giran ên li kampan de jiyana xwe didomînin, diyar kirin hêviya xwe ya ji bo jiyanê windakirin û xwestin şert û mercên jiyana wan bên başkirin.

HADEEL Al-OMAR

Idlib– Polîtîkayên şer ên li Sûriyeyê tên meşandin, dibe sedema gelek karesatên wek koçberî, xizanî û bêmalbûnê. Êşa herî zêde ya koçberbûnê jin, zarok û kesên temen mezin dijîn. Jinên koçber ên li kampên Idlibê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û HTŞ’ê yên girêdayî wî de têkoşîna jiyanê didin, nikarin ji bo pêşerojê xeyalan bikin.

'Em nikarin pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê jî pêkbînin’

Yek ji niştecihên kampê Sabah El-Burghul a 70 salî, di kona ku dijî de ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê jî bêpar e. Sabah El-Burghul, wiha dibêje: “Ez nikarim dermanên xwe bistînim, nikarim pêdiviyên xwe yên bingehîn ên wek nan, gaz û hwd pêkbînim. Bi taybetî di sermaya hişk a zivistanê de ji ber kêmbûna av, xwarin û germkirinê hemû hêviya xwe ya ji bo jiyanê windakir. Em nikarin pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê jî pêkbînin. Hevjinê min sala borî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Kurê min ê mezin ji destpêka şer ve di girtîgehên hikûmeta Şamê de tê girtin. Keça min jî bi hevjin û zarokên xwe re li Tirkiyeyê dijî. Ez tevî nexweşiya xwe ji bo germ bibim, ji derve kîsikên naylon kom dikim. Rêxistinên mirovî jî dem bi dem xurek belav dikin. Dema ez nexweş bikevim, kes tune bi min re eleqeder bibe.”

'Ev tenêbûn êşa min zêde dike’

Fatima Al-Maraî, bi komkirina naylon û malzemeyên şewatê yên ku zirarek mezin dide tenduristiya wê, hewl dide pêwîdiya xwe ya germbûnê pêkbîne. Fatima Al-Maraî, da zanîn ji ber demsala zivistanê û naylonên ku ji bo germbûnê bikartîne, gelek caran bi giliyên serma û nefesê ew rakirine nexweşxaneyê û diyar dike salan e nexweşa tansiyona û şekir e. Fatima Al-Maraî, diyar kir ji ber xizaniyê nikare dermanên pêwîst bistîne û wiha got: “Ger ez di nava vê kona xwe de bimirim, agahiya kesê nebe. Ev tenêbûn êşa min zêde dike û duqat dike.”

'Em li kampê bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû ne'

Maryam Al-Qaddah jî 67 salî ye û di kona periti de têkoşîna jiyanê dide. Ji bo pêdiviyên xwe yên bingehîn pêkbîne, bi gotina wê baweriya xwe li "mirovên baş" tîne. Maryam Al-Qaddah, anî ziman ji ber bombebaranan neçar mane bi hevjinê re xwe gundê Ahsem ya jiyan dikin, biterîqinin û baldikşîne di kona ku jiyan dikin de jî bi rûyek din a mirinê re rû bi rû mane. Maryam Al-Qaddah, bi van gotinan tiştên jiyan kiriye vedibêje: “Em li kampê bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû ne. Em di konekî ketober de dimînin û dema em nexweş dikevin, enerjiya me tuneye ku biçin bijîşk û derman bigrin.”