Jinên Çemçemal bi rêya Navenda Ciwanan xwe bi hêz dikin
Jinên endamên Navenda Çalakî ya ciwanan ya Şoreş ya li navçeya Çemçemalê diyarkirin ku li navendê fêrî gelek karan dibin daku bikarin di her alî de kar bikin û derfetên kar peyda bikin.
NÎHAYET EHMED
Çemçemal- Li başûrê Kurdistanê jin hertim ji aliyê mêr ve rastî astengkirina tên û li dijî van astengiyan ji bo bi destxistina jiyanek azad hewl dide. Jinên navçeya Çemçemal ji vê astengiyê bê par namînin û hertim ji bo şikandina wan astengiyan di nav hewildanê de ne.
Ciwan û jinên Çemçemal bi riya çend navendên ciwanan dixwazin karên xwe pêşbixin û ji malê derbikevin. Yek ji wan navendên ku jinan û fêrî karên cûda dibe ‘Navenda Çalakî ya ciwanan ya Şoreş e.’ Ev navend di 1’ê Cotmeha 2010’an li ser daxwaza ciwanên navçeya Çemçamal û dewrûber hatiye damezrandin ku girêdayî Rêxistina Zarokparêzin Kurdistanê ye. Ev navend niha ji bo jin û ciwanan bûye malek li navçeyê. Rojane jin ji navçeyên cûda cûda serdan dikin, karê cûda ên weke ‘Muzîk, werzîş, şêwekarî, pirtukxane, kompîter, înternet, dirûn, çêkirina telefonan, kirina dewreya perwerdeya ziman’ û hwd. heye.
‘Piştî temamkirina xwendinê jin û ciwan bê kar dimînin’
Endama navenda Çalakî ya ciwanan ya Şoreş Gûna Haşim der barê rewşa ciwanan giştî û sînorê Çemçemal de diyarkir ku jin û ciwanên başûrê Kurdistanê li her navçeyekê rastî rewşa giran ya jiyanê tên û wiha got: “Jinên ciwan li Çemçemal piştî ku xwendina xwe temam dikin rastî bê kariyê tên. Piştî temamkirina xwendinê hewla bi destxistina kar ji bo dahata jiyana xwe didin. Hikumet qet hewla ji bo tayînkirina ciwanan nade. Ji ber vê jî jin û ciwan bi riya navendê hewla karkirin û xwepêşxistinê didin. Jin di dema hewla karkirin û hatina ji derve didin rastî astengiyan tên. Hişmendiya mêr astengî û rêgiriyê li beramberî jinan çêdikin. Ya giring ewe ku divê jin ji bo pêşxistina xwe û ji bo gihana armanca xwe hewil bidin.”
‘Divê jin ji mal derbikevin derve’
Gûna Haşim da zanîn ku hebûna dewreyên fêrbûnê li Çemçemal heta niha bi awayek baş jin ji mal derketine derve, bi riya dewreyê jin dikarin bi hêz bibin û dahata jiyana xwe dabîn bikin, her wiha navend giringî dide hebûna kar û jinan fêrî çend karên cûda dike ku bikarin li mala xwe encam bidin yek ji van jî dirûne û wiha got: “Beşek zêde ya jinan ji bo karkirina dahata jiyanê nikarin derkevin derve. Giringî nedana jinan wisan li jinan kiriye ku nikarin di aliyên cûda de kêrhatiyên xwe derbixin. Tu aliyek ji bo pêşxistina jinên Çemçamal alîkariyekê nake, ev jî wisan dike ku bejdariya jinan di aliyê kar de kêm be. Jin dikarin di hemû aliyên jiyanê de giringî bidin hêza xwe. Hêvîdarim jin ji alên xwe derkevin. Zêdetir giringî bidin perwerdekirina xwe û rêxistina jinan, daku bikarin giringî bidin hêza xwe û armanca xwe.”
‘Astek baş ya jinên ciwan beşdarî navendê dibin’
Sûzan Ehmed yek ji jinên ciwane ku di navenda çalakî ya ciwanan ya şoreş de perwerde dibîne îşaret bi wê yekê kir ku beşdariya jinên ciwan di navenda fêrbûnê de giring e û wiha got: “Weke ciwan yekem care beşdarî navendên fêrbûnê dibim. Hewil didim hêza xwe bi riya bejdariya dewreyan derxînim holê. Daku bigihêjim armanca xwe. Ciwanên me heta astek baş beşdarî peymangeh û navendên ciwanan dibin. Dibe kujin rastî astengiyên kar bên, lê belê hemû deman jin di hewla şikandina wan astengiyan de û bingeha dahatek baştir dide.”
‘Em jin hewl didin fêrî zimanên cûda bibin’
Sûzan Ehmed destnîşan kir ku ciwanên Çemçemalê ji aliyê hikumetê ve hatine paşguh kirin û giringî bi hêza ciwanan nadin û wiha bi dawî kir: “Li Çemçemalê hertim jin ji mafê karkirinê bê parin. Ji ber dizanin aqlê mêrsalar wisan kiriye jin di mal de nemînin. Ez beşdarî dewreya perwerdeya ziman bûm, çend mamostayên wisa heye dikarin waneyan bi awayê herî baş bidin, em jin hewl didin çend zimanên cûda fêrbibin daku bikarin bibin xwedî pêşrojek baş. Çend jinên bi hêz hene weke mamoste û jinên bi hêz dikarin berdewam hewl bidin û kar û çalakiyên xwe berdewam bikin.”