Ciwan dibin hedefa şerê taybet
Ofîsa Têkoşîna li Dijî Narkotîkê ya kantona Reqayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo têkoşîna li dijî belavbûna madeyên hişbir di nava hewldanan de ye.

NÛR EL-EHMED
Reqa – Di demeke ku dagirkeriya Tirkiyeyê bi sepandina rêbazên şerê taybet û belavkirina madeyên hişbir di nava şêniyên herêmê de pergala neteweya demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digre de, gelek navendên îdarî yên girêdayî Rêveberiya Xweser hewl didin hişyariyê zêde bikin da ku li dijî belavbûn û geşkirina vê nexweşiyê li herêmê şer bikin.
Rêvebera Ofîsa li Dijî Madeyên Hişbir a kantona Reqayê Dilbirîn Qegreman got ku kampanyayên hişyarkirinê li ser encamên neyînî yên bikaranîna madeyên hişbir, ji bo civakê bûne alîkarî ku li ser çawaniya şerê bi taktîkên şer ên herêmê hedef digrin, were perwerdekirin. Ji ber ku her diçe bikaranîna tiryakê zêde dibe û nexweşiyan bi xwe re bîne.
Di nava civakê de belavbûna madeyên hişbir rêbazeke şerê taybet e
Dilbirîn Qehreman tekez kir ku bazirganiya narkotîkê li herêmê taktîkek şerê taybet e, ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tê meşandin û wiha got: "Ofîsa Têkoşîna li Dijî Narkotîkan bi şopandina torên ku li herêmê bazirganî û pêşvebirina narkotîkê dikin, tedbîrên awarte girtiye da ku çavkaniyên wan ji holê rake û belavbûna wan sînordar bike. Her wiha kampanyayên hişyarkirinê daye destpêkirin û broşûran li ser xeter û bandorên neyînî yên narkotîkê her wiha rêbazên dermankirina wan çap kiriye. Sedema vî şerî ew e ku pergala neteweya demokratîk bi riya têkbirina ewlehî û aramiya herêmê hedef bigre. Me gelek rapor ji endamên civakê girtine der barê zêdebûna bazirganiya madeyên hişbir li herêmê û hejmareke zêde bûyerên bikaranîna madeyên hişbir tomar kirine."
Li dijî tiryakê kampanyayên hişyarkirinê
Dilbirîn Qehreman tekez kir ku Ofîsa Têkoşîna li dijî Narkotîkan hewl dide pêşî li vê diyardeya xeternak bigre. Dilbirîn Qehreman wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em li dû torên bazirganiyê yên ku van madeyan belav dikin û bi pêş dixin in. Em bi xebatên xwe hewl didin di civakê de li ser xeterên bikaranîna madeyên hişbir û bandorên wê yên li ser bikarhêner û kesan, hem ji hêla tenduristî û psîkolojîk ve, hem jî li ser civakê bi riya kuştin û tecawizê di bin bandora madeyên hişbir de, hişyariyê bilind bikin. Ev jî bi riya kampanyayên hişyarkirinê û belavkirina broşûran tê kirin. Em li ser girîngiya dermankirinê ji bo jiholêrakirina vê belayê disekinin. Kampanyayên hişyarkirinê bandoreke erênî li ser civakê kirine. Wekî ku di zêdebûna hejmara raporên bûyerên bikaranîna madeyên hişbir de diyar dibe. Ev yek hişyariya civakê ji xeterên madeyên hişbir nîşan dide."
Mekanîzmaya xebatê ya li dijî şerê taybet
Dilbirîn Qehreman behsa mekanîzmaya xebata wan a ji bo jiholêrakirina vê bûyerê kir û wiha domand: "Em rasterast bi Dadgeha Giştî, Desteya Tendirustiyê, encumen û komînan re hevahengiyê dikin. Piştî ku em ji dozeke îstîsmara madeyên hişbir agahdar dibin, gazî kes dikin û dûre rewşa wî lêkolîn dikin. Di vê gavê de, yan derfetek ji wan re tê dayîn ku derman bibin an jî ger rewşa wan giran be, ji Dozgeriya Giştî re tên şandin ji bo ku tedbîrên pêwist bigre. Jin di Ofîsa Têkoşîna li dijî Narkotîkan de roleke girîng dilîzin. Bi taybetî ji bo parastina jinan dixebitin. Ji ber ku gelek jinên rastî zextên psîkolojîk ên civakê û şîdeta navmalî tên, dibin sedema mexdûrên madeyên hişbir."
Planên pêşerojê
Dilbirîn Qehreman planên wan ên pêşerojê ji bo jiholêrakirina îstîsmara madeyên hişbir wiha eşkere kir: "Em ê li hemû gund û deverên gundewarî ji bo ciwanan, navendên tendirustiyê vekin da ku nexweşên tiryakê derman bikin. Em ê kampanyayên xwe yên hişyariyê û broşûran zêde bikin da ku bigihîjin hemû kesên li herêmê, bi armanca avakirina civakek ku ji madeyên hişbir xwe dûr dixe. Ciwan kevirê bingehîn ê civakeke azad in, ji ber vê divê ew ji şerê taybet û planên ku ji bo hedefgirtina wan tên çêkirin bêtir haydar û agahdar bin, da ku nebin mexdûrên van şeran. Divê ew xwe û civaka xwe bi hevkarî û ragihandinê bi me re biparêzin da ku em bazirganên narkotîkê bigrin."
Sedemên bikaranîna narkotîkê
Şêwirmenda psîkolojîk Zêna Hesen der barê tiştên ku dibin sedem ciwan serî li bikaranîna madeyên hişbir bidin wiha got: "Li nexweşxane û navendên tendirustiyê yên giştî û taybet hejmareke zêde bikarhênerên madeyên hişbir tomar kirine. Ev ji ber zextên psîkolojîk ên ku kes bi wan re rûbirû dimîne yan jî ji bo jibîrkirina bûyerên êşdar ên di jiyana xwe de ye. Di hinek rewşan de, kes gelek dermanên aramker û êşbir digre û beden pê ve tê girêdan rojane pêdivî bi wan dibîne. Bikaranîna madeyên hişbir û tiryak gelek bandorên neyînî li ser tendrustiya bedenî dike, di nav de pergala damarî, dil, damarên xwînê û tansiyona xwînê hene. Weke din, dibe ku kes ji bo xuyabûna xwe eleqe yan jî fikarên kêm hîs bike ku dibe sedema tecrîd û tenêtiyê."
Pêvajoya dermankirinê
Zêna Hesen diyar kir ku pêvajoya dermankirinê ji 3 heta 4 mehan didome û wiha pêde çû: "Ne gengaz e ku zû baş bibin û madeyan ji bedena xwe bavêjin. Hinek kes, li gorî miqdarê ji du salan zêdetir hewceyî dermankirinê ne. Rêjeya serkeftina dermankirinê bi asta qebûlkirina dermankirinê ya nexweş û bi daxwaza wan a ji bo wê ve girêdayî ye. Piştî vê derman tên girtin û ev yek dihêle ku made hêdî hêdî ji xwînê werin avêtin ku ev yek bi nehevsengiyê û serêşên giran re tê. Em ji civakê dixwazin tiryakêşan xirab nebîne, bi her awayî piştgiriyê bide wan da ku bikaribin baş bibin û ji vê belayê rizgar bibin. Her wiha ji navendên tendirustiyê û klînîkan daxwaz dikin ku tenduristiya tiryakêşan bişopînin û piştgiriya psîkolojîk bidin wan."