Jin piştî zewacê gelek êşan dikşînin

Jinên ku dizewicin û li gel malbata hevjînê xwe dijîn, piştî demekê jiyana wan a digihîje astek gelek xirab û êdî tundîtûjî dest pê dike û pirsgirêk êdî di navbera hevjîn û xesû de derdikevin û ev nakokiyên malbatê wisa dibin ku rewş digihîje asta kuştin û xwekuştinê û êdî mal vediguhere qada şer.

NERMÎN TARIQ
Qahîre- Jiyana di nava malbatê de yek ji kevneşopiyên civakê yên li gelek herêmên Misrê ye. Ji ber rewşa aborî ya zehmet katagoriya ciwanên Misirê ku ji xwe re malbatê weke cihê herî guncew piştî zewacê dihesibîne û piştî zewacê dema ku kurê wan dixwaze cuda bibe, ji bo xwe malek din ava bike malbat vê yekê napejirînin û dibêjin hûn ê heta bi hetayê bi hevjîna xwe re di nava mala me de bimînin. Ev yek jî dihêle ku pirsgirêkên mezin di nava malbatan de rû bidin û gelek caran ew nakokî û pirsgirêk digihîjin asta kuştinê.
“Malbata hevjînê min her tim mudaxeleyî jiyana me dikir”
Wefa Semîr a 35 salî ji gundê Tahla ye dibêje: “Piştî ku ez zewicîm, ez û hevjînê xwe em çûn Kiwêtê û  em sê salan li wir man, bêyî ku tu pirsgirêk di navbera me de derkevin. Piştî ku hevjînê min hin pere komî ser hev kir, malek li ba mala bavê xwe de çêkir. Ji wê demê û şûnve rewşa me bû wekî dojehê. Malbata hevjînê min her tim mudexeleyî jiyana me dikir. Hevjînê min her roj dema vedigeriya malê, di destên wî de kîsên fêkî û şîranî hebûn lê dayika wî her dem mudaxele dikir û digot divê tu pere xerc nekî. Ji dema ku em hatin heta niha min bi hevjînê xwe re xwarinek nexwariye. Divê ew her tim bi bav, dayik û xwişkên xwe re xwarinê bixwe. Van tiştan pirsgirêkên mezin di navbera min û hevjînê min de derdixist û jiyana me veguherî qada şer.” 
“Zarok li mala dayika xwe nayên qebûlkirin”
Rûqeya Ebid Hafiz a 40 salî ya ji Marageh Bishoc e der barê zehmetiyên bi hevjînê xwe re dijî de wiha dibêje: “Dema ku hevjînek di malê de bi serê xwe li hevjîna xwe bide wê demê cîran mudexele dikin ji bo parastinê bikin. Lê di mala malbatê de dema ku ew dibînin kurê wan li hevjîna xwe dide ew pir pê kêfxweş dibin. Li gorî wan kurê wan xwedan kesayetek bi hêz e û hevjîna wî nikare ji bin kontrola wî derkeve. Ez nikarim hevberdanê bixwazim ji ber ku bavê min bi awayekî vekirî ji min re got ku di rewşa hevberdanê de tuyê bi tena xwe vegerî mala min. Ez nikarim tehemula zarokên te bikim, ev yek jî ji adetên gundan e ku zarok li mala dayika xwe nayên qebûlkirin.”
“Dayika hevjînê min biryara her tiştî dide”
Fatima Mihsin a 38 salî ji Maghaga li Minya ye got: “Di mala malbatê de, dayika hevjînê min biryara her tiştî dide wek em ê îro çi bixwin û sibê çi bixwin ger ez nêrîna xwe der barê tiştekî de bibêjim wê demê li gorî wan ez li hemberî wan derdikevim. Hevjînê min ji bo ku dayika xwe razî bike çend caran li min daye, diviyabû min jiyana xwe jî ji dest bida ji ber ku gelek li serê min dida. Jiyana di mala malbatê de bi vî rengî ye, ne azadî û ne rêzgirtin heye.” 
Samiya Mihemed a 29 salî ji Senmûd e der barê jiyana bi malbata hevjînan re û tiştên hatine serê wê de wiha dibêje: “Beriya demekê pileya germahiya min zêde rbû û min ji hevjînê xwe xwest ku min bibe nexweşxaneyê lê xasûya min red kir û got ne pêwîst e. Rewşa min gelekî xirab bû û ez ji ser hişê xwe çûm, dema ku gihîştim nexweşxaneyê ez di navbera mirin û jiyanê de mabûm.”
“Ev fikir rêjeya tundiya malbatê zêde dikin” 
Basma Selîm, pispora pêşketina mirovî ye, li ser nakokiyên malbatî ku ji bo hevjînan di nava jiyana wan a hevpar de digihîje asta kuştinê axivî û got: “Jiyana li mala malbatê, nemaze li gundewarên Misrê, ne bijarteyek e. Li gundewarên Misrê ger ku xort hewl bide bizewice û dûrî malbata xwe bikeve, ji mîrat bêpar dimîne û malbata wî şahiya wî amade nakin û pêwendiya xwe bi wî re qut dikin ji ber vê xort neçar dibe li gel malbata xwe bimîne. Ev fikir rêjeya tundiya malbatî zêde dikin. Ew jina ku li gundê Tox hevjînê wê di navenda parêzgerha EL-Qilyobiya de hat qetilkirin, xasûya wê û xwişka hevjînê wê derketin ser ekranan û pesnê qenciya hevjînê wê dan ku wî dê hevjîn û zarokên xwe bibira geştekê. Ev yek jî diyar dike ku jin di çavên civakê de sûcdar e. Lê rapora edlî jî îsbat kir ku ew di xweparastinê de bû ji ber ku mêrê wê êrîşî wê kiriye û dema ku cîranan hewl dane mudaxeleyî wê bikin, diya hevjînê wê ew asteng kir û got mêrê wê ye û wê terbiye dike. Her wiha bijîşka diranan ku Hezîrana borî ji hêla mêrê wê ve hat kuştin, diyar bû ku hevjînê wê di lêpirsînan de eşkere kir ku wî rojnivîsên wê yên kesane xwendiye û dît ku ew dayik û xwişkên wî sûcdar dike lê ev rojnivîs her wiha êşa jiyana ku wê di mala malbatê de kişandiye diyar dike.”
“Bi gelemperî şîretan li jinan dikin ku guh bidin dayika hevjînên xwe”
Bijîşk Camal Hamad, profesorê civaknasiyê li Zanîngeha Menoufiayê der barê zêdebûna tundîtujiya li beramberê jinê wiha dibêje: “Ji ber zêdebûna tundûtûjiya malbatî di nav malbatê de, gelek jin rastî deformasyon û seqetiyên mayînde hatine. Bi gelemperî jin tên şîretkirin ku guh bidin dayika hevjînê xwe, kevneşopî li gundan ew e ku divê kesên biçûk ên mezin tehemul bikin û bêhnfireh bin. Tevî dijwariya vê yekê jî her kes pê dizane ku jiyana di nav malbatê de tijî pirsgirêk e. Şert û mercên aborî ciwanan mecbûr dike ku di nav malbatên xwe de bizewicin. Mesrefên zewacê pir giran in û xort nikarin bi tena serê xwe bizewicin, ji ber vê yekê ew alîkariya bavê xwe digrin û bav ew kurê ku dûrî wî bizewice red dike û alîkariya wî nake.”