Jin bi pergala xwe li dijî her cure tundiyê gavên wêrek davêjin

Fatima Mihemed destnîşan dike ku piştî zehmetiyên ew ji ber hişmendiya civakê jiyayê bi pergala Rêveberiya xweser kariye gavên wêrek bavêje.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba - Fatima Mihemed a 23 salî ku ji gundê Um El-Hoş ê kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, di zarokatiya xwe de rastî tundiyeke mezin a fizîkî û derûnî hatiye. Fatime Mihemed a di temenekî biçûk de bûye dayika du zarokan û paşê hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye, qala jiyana xwe ya ji ber ferzkirinên civakî rastî gelek zehmetiyan maye dike û dibêje ku ew bi pergala Rêveberiya Xweser kariye gavên wêrek baveje û niha li dijî her cûre tundiyê têdikoşe.

Fatima Mihemed diyar kir ku ew di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin û wiha pê de çû: “Ez di jiyana xwe de di gelek qonaxên dijwar re derbas bûm. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê herêma me dagir kirin, malbata min ez bi zorê zewicandim. Piraniya keçên ku di temenê min de zewicîn, piştî zewacê ji ber gelek sedeman biryara hevberdanê dan û gelek ji wan jî bûn dayik. Zarokek çawa dikare zarokek din mezin bike? Ne zarokatiya xwe, ne ciwaniya xwe, ne jî piştî zewaca xwe ez kêfxweş nebûm.”

Fatima Mihemed da zanîn ku hevjînê wê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye revandin û zêdetirî 6 mehan di girtîgehê de maye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Min salê tenê carek an du caran hevjînê xwe didît. Piştî zewaca min bi 5 salan hevjînê min di encama topbarana dewleta Tirk de hat qetilkirin. Beriya zewacê û piştî zewacê min gelek êş û zehmetiyên ku jiyanê kişandin.”

Jin rastî şîdeta derûnî tên

Fatima Mihemed eşkere kir ku di encama kontrola civakê û urf û adetên kevnar de ew rastî şîdeta derûnî hatiye û wiha got: “Gotinên civakê bêrehm in, nemaze piştî mirina hevjînê min, ji ber ku ez jinebî mam êdî nikaribûm derkevim derve. Nikarim kar bikin. Şîdeta derûnî ji şîdeta fizîkî zêdetir jinan dikuje. Lê piştî van hemû zextan ez dikaribûm hêz û îradeya xwe nîşan bidim û min urf û edetên red kir. Civakê dixwest ku ez careke din bizewicim û zarokên xwe bihêlim lê min ev yek red kir. Piştî rizgarkirina Şehbayê ji çeteyan, şêniyên herêmê li gorî projeya neteweya demokratîk xwe di komîn û meclisên Rêveberiya xweser de bi rêxistin dikirin. Bi saya tiştên ku Rêveberiya Xweser ji me re pêşkêş kir, dikaribûm li hember her kesê ku dixwest kesayeta min biçûk bixe, bisekinim. Ev 5 sal in ez endama Lijneya Rêveber a bajarê Şahbayê me.”

‘Saziyên jinan ên Rêveberiya Xweser ji bo me xwedî roleke mezin in’

Fatima Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez ji gavên wêrek ên li min pêşberî civakê avêtin ne poşman im. Bi saya saziyên jinan ên di Rêveberiya Xweser de min ev hêz girt. Di jiyana min û gelek jinan de saziyên jinan ên di Rêveberiya Xweser de xwedî roleke mezin bûn. Îro jinên Şehbayê û hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî binpêkirinên ku li ser wan tên kirin bêdeng namînin, niha jî bê tirs tundiyê red dikin û daxwaza mafên xwe yên rewa dikin.”